21 Ocak 2018 Pazar

Xêrên Kawarjen: Qijikên Selamî Esen

Qijikên Xêrê
li ezmên
Qijikên Xêrê yên Selamî Esen ji roya derketînî vir ve çend car in tên ber destî min, lê xwendina wan wer nebû qismet.

Wê roya hanê ez çûm min ji pirtukakurdi dîsa Qijikên Xêrê kirîn, daku nefirin min ew xistin qefesa sîngê xwe û min got ''xelasîya we ji dest min tine îcar, dikim we îllem bixwînim!''

De berî qijikan, her çiqas çêlikên din yên Selamî Esen ji kovar û malperan li ber çavên min ketibûn û bala min kişandibûn jî, herhal Esen bala wêjehezan hemîyan, di sala 2014'an de bi sitandina Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî kişand ser xwe.

Îro Yekşemê, dema ez ji Riha ber bi Stenbolê bi teyareyê bi rê ketim, bo hîskirina navê kitêba Esen, min qijik li ezmên ji qefesa sîngê xwe derxistin û dan ber çavên xwe.

Kawa Nemir
deşt
Ku çito min risteyên pêşî yên helbesta pêşî ya Esen xwend, ji ''bîşeng''ê, ''derhevoksazî''yê û ji ''selpak''ê, dîrekt dengê Kawa Nemir kete guhên min. Ti peyv li ser ti kesî ne tapokirî ne elbet, lê min dît Esen bi xwe jî di risteyekê de dibêje ''wê hebe tapo ji bo xatirê keda sewtan'' Qey loma jî ne xem bû, ''dastan'', ''sînemdefter'' û ''etlez''

Çawa ku di gelek sin'etan de şertên şagirtî û hostebûnê hene, eynî di edebîyatê jî hikmên vê hîmê dimeşin. Lê ez nizam ji çi ye, berovajî giregirên wêjeya cîhanê, gelek Kurmancên me tesîra hoste li ser şêgirt eyb û uzreke mezin dihesibînin.

Esen teqdîr dikim ku wî di helbestên xwe de silav eşkere li Fêrîkê Ûsîv û T. S. Eliot dane û di ser wan re, ji ber ku helbestkar janeke nenas bû ji Kawa Nemirî re jî şiîrek hazir kiriye.

Şairê Qijikên Xêrê her çiqas nanên ji sêl û sitîlên Kawa Nemir xwarîye jî di helbesta bi navê ''Balada Dîyalektîkê'' de, raber kiriye ku dest di ser destan re hene û zora wî biriye. Çinku li gor Esen, hîn li dû Nemir jî tabela bi daçekên bêtewang, afîş bi navdêrên bêzayend, bîlboard bi tîpên nehilmî û bi grafîkên derhunerî xemilîne. A va şor li vir e ku wê rojkê şagirtên Esen jî rabin li wî badin.

Di her helbestê de bala xwe didim cîhê ku şiîr ji şair bûye. Bi qasî min ji nîşanên şiîran fehmkirî, Esen piranîya helbestên xwe li Sêrtê nivîsîne lê ''Helbestrana Gulê'' tenê di Tîrmeha 2012'an de li Zonguldakê hatiye nivîsîn. Di wê helbestê de, du riste: ''û te şer dikir / min şerm dikir..'' Çikîyan di min de ew du riste, min dubare dehbare di ber xwe de xwend. ''û te şer dikir / min şerm dikir..''

Çend car in di nivîsan de dubare dikim, lê heta barê wê ji ser xwe neavêjim ezê tim jî bêjim: Jiber ku ji Sirûcê bûm, min Herba Kobanîyê ji nêz ve teqîb kir, û li ber ku mala min li ber Sûrê bû, Herba Sûrê jî ji balkona mala min ''xweş'' xuya dikir. Ew şerma meriv ya li ber kesên şer dikin.. Meriv xwe wek hîçekê hîs dike û ji kenê xwe, sihhet û saxlemîya xwe, ji xewa ya şêrîn bêmane fedî dike. Çinku hinek şer dikin, tu tenê hew şerm dikî ku tek çekê te ew e.

Esen kitêba xwe îthafî ''şoreşa rojava'' kiriye. Nizam hêza kîjan qederê kir ku ez bipêm bipêm bipêm û bînim wê kitêbê di roja ku dewleta Tirkîyê ket Efrînê de bixwînim.

Kurmanc e Selamî Esen, zarokekî nehs î nesekinî ye, ji me ye û loma bi çilvirriya çîrokên biratiyê re digewixe! Di Twitterê de nikarim bêjim emê bikujin, emê hilweşînin, emê hûrhûrî bikin lê qey ya min jî ferz bû ku ez jî tiştekî ser Efrînê binivîsim: ''bi çilvirriya çîrokên biratiyê re digewixim!'', çi rast gotîye şair, çil rast gotîye Selamî Esen. Heram in, pîs in, barbar in li me bar in.

Min ji navên helbestên Esen herî zêde ji ''Balada Dîyalektîkê'' û ''Serada Qurnefîlan'' hez kir. Navên şiîrên din li mezinîya risteyan biçûk hatin bi min. Wekî din, va helbesta, wa helbesta, ku pirs bikin eger, favorî rêzikên min ên ji Selamî Esen: saet di sindoqa bûkaniya diya min de / bêhna xwe vedidin / da ku mineta pîlê wan serê wan bixwe 
Qijikên Xêrê
guman
Dema min helbestên Selamî Esen qedandin em hêdî hêdi dadiketin Balafirgeha Sabiha Gökçenê; ''qijika şerî'' min got di dilê xwe de û ji wir heta Bakırköyê ez li ser qijikên xêrê fikirîm. Di helbestên Esen de bîna çîyayên nemir Arjen Arî hebû û deng jî yê Kawa Nemir bû, ji ber vê, qijikên xêrê li hêlekê, heq bû ku li teyr û tilûran ''Kawarjen'' zêde bûbûya.

Min anî li ser kitêbê ''Va kitêba di destê te de li Diyarbekirê hatiye kirîn, li ezmanê di navbera Riha û Stenbolê de hatiye xwendin û li Meydana Bakırköyê ya Stenbolê bi gumana 'wê Kurdek rake, lê binêre' hatiye danîn'' nivîsî.

Selamî Esen
terkî balinde

Min li dora xwe nihêrî kes tine, min kitêb danî û ez hêdî hêdî ji meydanê dûr ketim. Li bajarekî ku min jê nefret dikir - nizanim ji çi ye vê nefreta xwe ya dijî Stenbolê jî dikutim her derê - hêvîya min ew bû ku ne yên şeran lê yên xêran li qijikên Selamî Esen rast bihatana.

Çile 2018, Bakırköy - Stenbol

2 yorum:

  1. "Hinek şer dikin/Hinek şerm dikin" Rewşa me ya dawî ya kambax hat li pêşiya çavên min.
    Dilê şaîr neêşe. Xweş nivîsiye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Şair ji dil nivîsîye, loma wê dilê wî her biêşe.

      Sil

Related Posts with Thumbnails