23 Şubat 2018 Cuma

Blog-În

Perxudres
pişt
*Kitêb û komputer, yek mezin yek biçûk du çente.

*Ji Ofîsê ber bi Sûrê rêya bi meş.

*Guhdarkirina Deynek ya Abbas Ahmed

*Dîtina kûçikan û fikirîna Kûçikîstan ya Mihemed Ronahî. 


*Gera qeyûmê Sûrê bi kerîyek polîsên sîvîl re.

*Silav li garsonên kafeyê û rûniştina li eynî cîhî. 

*Çavek li nûçeyan çavek li blogan kar, êşa çavê rastê.

*Muzikên Anadolu Rock û Kamkars yên li kafeyê.

*Neecibandina taşteyê û du çay.

*Şûşek av û xwarina dermanan.

*Ji acizîyê li eynî mekanê guherîna pênc cîhan.

*Sohbetên li Whatsappê, heval û koma xwişk û birayan.

*Li ser Twitterê belavkirina nivîseke ji bloga Zinarê Xamo

*Vexwarina du çayên din û şûşek av.

*Xwarina şîv û neecibanda wê jî.

*Snapek li Instagramê, bersiv û bersiv, nîqaş.

*Kontrolkirina hesabê bankayê.

*Bo hevalekî ji Whatsappê şîretên dermanên depresyonê.

*Rabûn û dayîna heqê xwarin û vexwarinê. 

*Ji Sûrê ber bi Ofîsê rêya bi meş.

*Guhdarkirina çend stranên ji albuma Rewşan Çelikerê.

*Temaşekirina Komedyenê Dilşikestî ya Ender Özkahraman

*Bersivandina mailan. 


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails