26 Şubat 2018 Pazartesi

Blogên Kurmancî û Reklam

Yokuş Yola reklam
perekar
Mîna gelek blogerên Kurmanc, ez jî bi şokeke xeyalşikên elimîm ku Google bo blogên Kurmancî reklamê nade.

Min hema zend û bend badan û bi kesên ku gumana reklamê li xwe rapêçabûn re ketim bazarên bergerîn û sergerînan.

Heta niha kovara bi Kurmancî-TirkîYokuş Yola, bloga xwarin û vexwarinê, nanoziko.blogspot.com, û malpera xwarinên heqîqî www.yerli.market reklam dan Perxudresê, spas.  

Bo pîyaseya reklamên bi Kurmancî geş bibe, min jî reklama bloga xwe da www.tirsik.netê, spas xweş.

Dibêjin dema saz û org û orkestra hîn nû derketine û li def û dawetan şûna gewendeyan girtine, jina gêwende bi nerazîbûnekê gotîye ''Va çi orstro morstro ye, defa me di mala me da..''

Bang li hemî derdorên Kurmanc dikim ku em di mala xwe de bi qasî hikmê xwe hereket bikin; reklaman bidin malperan, blogan, kovaran û pêşveçûnekê çêkin di vî warî de.

Dinya alem bi xêra reklamên li înternetê bûn tişt û xwedîtişt. Tiştekî me ji wan ne kêmtir e, em jî hûrik hûrik mezin bibin ji xwe re.

Kî dikare, seba çi, çito reklamê bide? Ez wê jî bêjim.

*Kesên ku blogên xwe nû vekirine û dixwazin gelek kes pê bihisin,

*Nivîskarên ku naxwazin bergên kitêbên xwe bikin fotografa profîlê ya hesabên xwe yên sosyal medyayê,

*Malperên xwarin, vexwarin û lixwekirinê

*Aşiqên dil dane yekî/yekê û bo îlan-i eşq dixwazin du sê risteyên taybet were hazir kirin,

hemî dikarin reklamê bidin û em dikarin bi fîyatên gelek maqûl li hevdu bikin. Bo 10 rojan 40 lîra çitonî ye? Ne hindik e û ne pir e jî yanî.

Wekî din, hin xwendevan bo şandina dîyarîyan adresa min dixwazin. Ez êdî zêdetir li Riha me, ger ji dilê we ser xwendina nivîsan, ji Perxduresê re şandina tiştekî hat, ez nabêjim na welle.

Topçu Meydanı, Cahit Kırtasıye Üstü, Vilayet İş Merkezi, Kat: 1, No: 2, Urfa

Spas bo hemî dildarên Perxudresê ku dikin ku va bloga ro bi ro mezintir bibe. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails