24 Şubat 2018 Cumartesi

Dîyarê Kitêban û Xecê

Kitêb
kar
Merheba xwendevanên mîna min dil dane Perxudresê!

Va çend meh in hin kitêbên ku dixwînim piştî îşê min pê diqede,  bi şiklekî ji destê xwe derdixînim. Êdi dixwazim vê edetê bo hemî kitêbên ku dê bixwînim, bidomînim.


Bo xwendevanên nû bi vê edeta min dihisin û yên ku ji berê de zanin û dixwazin bi bîr bînin, qorek performans nîşan bidim. 
Di Cotmeha 2016'an de, Payîza Peyvê ya nemir Arjen Arî bo heyranên diçin serdana wî, li ser tirba wî hat danîn. 
Di Berfanbara 2017'an de, Kêsek ya Rêdûr Dîjle jiber bêhna azadîyê ya ku ji Dîyarbekir nedihat, li ser sûrên bajêr hat danîn.
Di Çileya 2018'an de, Hespên Hesinî ya Ülkü Bingöl bo xatir û bîranîna karaktereke romanê, li Kuçeya Hedadan ya Dîyarbekirê hat danîn.
Di Çileya 2018'an de, Morana Gerdûnê ya Kawa Nemir jiber ku şair kitêb îthafî Bîlal Korkut kiriye, bi notên xwendevên yên li ser kitêbê ji wî re hat şandin.
Di Çileya 2018'an de, Qijikên Xêrê ya Selamî Esan jiber navê kitêbê li ezmanê di mabêna Riha û Stenbolê de hat xwendin li Meydana Bakırköyê ya Stenbolê hat danîn.
Di Çileya 2018'an de, Çar Neçar ya Ciwanmerd Kulek jiber çîroka çapkirina çîrokan bi dizî li arşîva Weşanxaneya Avesta hat danîn.
Di Sibata 2018'an de, Rê û Rêç ya Narîn Yuklerê jiber navê kitêbê li rêya di mabêna Riha û Dîyarbekirê de hat xwendin û bo rêwîyekî ji Kobanîyê dîyarî hat dayîn.

Wê roya hanê Mistoyê Heco ji Perxudresê re ''Na bavo hê li rawestgehê me'' şandibû. Min kitêb xwend qedand bi şûnde, min got heq îcar jî ê xwendevanên blogê ye.

Min li ser kitêbê fikrên xwe di Xeca Mistoyê Heco û Şorên Şoreşgêjan de nivîsî. Şertê pêşî yê bidestxistina wê kitêbê, li binê nivîsê nivîsîna şiroveyeke ku têde peyva ''xwîn'' derbaz dibe ye.

Heta niha Darîn Smirnoff, nanoziko, Ronahî Tarî û Abdurrahman Aydoğdu şiroveyên xwînî nivîsîne. Sibê Yekşemê bi şev saet 11'an de wext diqede, jê bi şûnde jî şans e.

Ez dikim wan navan li kaxetan binivîsim û bi awayekî adil qura bikşînîm. De ku loto ji kê re lêkeve êdî, kitêba Mistoyê Heco dikim ji wî/wê re bişînim. 

2 yorum:

  1. Gelo wan kîtebên te li wan deran danî tu gihîşt ber destê xwendevanek te an kesî li te vegeriya go ' way ev kîteb bû qismetê min'. Meraq dikim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba nanoziko,

      Heta niha kes li min venegerîyaye, ez nizanim çi bi serê wan de hatîye. Ku rojkê polîs neyên min bo ''şupheli paket'' negrin nebin, rind e :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails