11 Şubat 2018 Pazar

Fikreke Fotografî

dem-ran
Bi qasî sînemayê xwe sipart edebîyatê û xwe pêşde da, fotografê xwe neda ber wê flortê. 

Li sosyal medyayê, me li ser û binê wêneyên xwe risteyên şairên giregir danîn, lê na, dive wêne taybet bo risteyekê were kişandin.

Ne ku meriv bo li ser fotografê deyne li şiîrekê bigere, meriv makîneyê di destê xwe ke û here xwe bide ber, fotografa wê şiîrê bigire; çito ku derhêner dikişîne fîlima çîrok yan romanekê.

Meraqlîyek dikare ji xwe re ji edebîyata me ya Kurmancî bîst risteyan dîyar bike û fotografên wan berhev bike.

Dizanim pir zor e, lê ro bihata û me yekî fotografa ''kîjan xofê nehişt ku tu bidî rê'' ya nemir Arjen Arî bigirta; yan risteyeke hêsantir, ''îşev, berîya hîv dagere kevan..''

Nizanim, di fotografan de li şiîran digerim.

Sibat 2018, Riha

2 yorum:

  1. Gelek tişt piştî diqewime û xelas dibe, wek risteyek di bîra meriv de dimîne ne ku ew deqîqê de. Belkî bo herkesî diguhere lê travmayên jiyana min hemûyan de min nezanî bû ka ev tişt bi rastî hatiye serê min ya ev tişta jiyana yeka din e ku ez sêr dikim. Belkî sedem ev be kêmbûna meseleya ku tu qal dike.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Adsız,

      Yan jî divê tek risteyeke meriv hebe û tek fotografeke wê risteyê.

      Sil

Related Posts with Thumbnails