4 Şubat 2018 Pazar

Hamid Omerî: Blogerîya bi Kurmancî dibe rê li ber sûîqesta sukûtê bigire!

Încas
keserî û încasî
Va nivîsa ji alîyê Hamid Omerî ve taybet bo Perxudresê hatiye nivîsîn.

Ünsal Oskayê (Rihayî), hemşehriyê te, wextakê ji Kek Zinarê Xamo navdartir bû, Xwedê rehma xwe lê bike zû bar kir. 1995 e li Zanîngeha Marmarayê li Kampûsa Nîşantaşiyê xwendekarên rojnamegeriyê li salona 401ê ne. Zilamekî qamqitik î bixilik dest di bêrîkê de hêdî hêdî meşiya ber bi kursiyê xwe ve. Awirên wî gawirkî bûn. Ji me bêtir li keçikan dinihêrt. Li ser dika kursiyê wî jî lê, peyaseya xwe kir carekê du car û wiha dest bi axaftina xwe kir qet ji bîra min naçe:

Keçikno; hûn gelek delal in!

Xortno; ehhh de wun jî ne pirr xerab in! De qewet be ji we re...

Di warê sosyolojîya ragihîneriyê de pispor bû Oskay. Kemal Sunalê rehmetî jî xwendekarê wî bû, carinan li korîdoran em laqayê hev dihatin. Di dersa xwe ya bi navê Dîroka Şaristaniyê de behsa çîrokên balkêş dikir û hemûyan îlehm bi Türkan Şoray, pêsîrên Aysel Gürel û markabûnê vê girêdida. Ecêb bû lew wiha pêde diçû: Ji dêvla mange û çêlekên Hollandayî ve divê dayikên dê bişibin dayika Müjde Arê bêtir bibin li vî welatî!

Marka, kanon! Kî bû digo "ew ne canon e canısı", heqqet 'heyat bû' ev gotin. Vêca kanonbûn eger em xar kî bidin mala êşîrtîyê/kanontîyê yanî Parîsê dê emê bibînin heta cimaeta mezin ya wê derê negotibe "ev e!" ti kes nebûye 'malê dinê' yanî kanon. Bi dîtineke din cimaet û cemiyet bêje "erê" kanon bi pozikê rojê re xuya dibe. Kanon bi gotina berê eşîr e ya dê ji bo 'kanonê nû' bê kirin jî êşîrtî ye û ev eşîrtî farz-ul ayn e bo kurmanciyê. (We go pesn!) Beriya herkesî nav lazim e. Tu li hêviya xelkê bihêlî dê herkes ji xwe'r li gor kêfa dilê xwe navekî li te û li yê te bike.

Gotinê dirêj nekim. Vêca aliyên wê yên nexweş hebin jî bi xêra medyaya sosyal quncikên mirovan yên tarî ron bûn. Her mirov xwedî neqebeke xas e çimkî. Facebook, Twitter, Instagram, hwd ji bo wan neqebên xas bûn lembeyên dunumro, çarnumro; geh zenûn geh geş! Kêşeya xwe da der çi bû gelo? Di van deştên bêserûber de gelek rûpel şibiyan/dişibin tûrikên mirtivîyê yê ebrê. Çi hebe li nav hev dikeve, her tişt tê ecibandin, etîket li ser etîketê. Halbihal rûpelê bikarhîner rûyê wî ruhê wî kesayetiya wî/wê ye. Ji sedem ev bîrewerî bo gelek rûpelan ne di asteke bilind de ye piraniya rûpelan di dawiya rojê de bûn/dibin aveke şolî. Rast e navê çaxa nû 'jixwebawerbûna zêde' ye loma herkes dizane axleb jî kurmanc bi her tiştî dizanin. Lêbelê heta radeyekê gêle xweş e lê eger gêle nesekine dê genimê li bin moşenê nebe qûtê malê!

Lewma Ünsal Oskay behsa marka û markabûnê dikir di hemû dersên xwe de. Mînak (jixwe çîroka min û te bi mesela û mînakê destpê kir bira) di îmtîhanekê de pirsa Oskayê hembajariyê te ev bû: Qewm û miletên di siwariyê de zîn û zengû bikaranîn di meydana şer de çima biserketin? Binirxînin!

Bi vê pirsê dixwazim dawî li gotinê weynim. Blog, niha heta derî û serpêhatiyeke nûjentir û xweştir dernekeve mehîn û hespa bi zîn û zengû ye. Avakirina çarçoveyeke referansê ya resen e! Li ber rêlibergirtina kom û grûban deriyê maloka xweser e loma jê re siwarê/a çak lazim e. Siwar her bi qamçî be dê ajotin biêş û keser be lew dê piştbikûl be! Siwar her pahnîbide binzikê dê biloqê be û dawiya vê ajotinê dê şeliqîbûn be. Ajotina herî xweş rewanî ye. Ji bo vê ajotinê jî di her halê jiyanê de hez, sebr, hedarî divê.

Blogerîya bi Kurmancî dibe rê li ber sûîqesta îtibarê û suîqesta sukûtê bigire!

Gotineke taybet bo te: Tu xweşsiwar î lê bêsebr î. Di blogeriya xwe de ne 'evcî' be 'yatilî' be temam qurbano!

De qewet be ji te/we re...

2 yorum:

  1. Min xwend.
    Berê jî çend caran bi ber guhê min ketibû, lê wa ya min ji Hamid Omerî, ji ciyekî saxlem û pêbawer jî bihîst, ne bi qasî "Ünsal Oskayê" rihayî be jî, lê têra xwe meşhûr bûme; bi kêmanî bi qasî ku Hamid Omerî qala meşhûriya min bike...
    Ne xerab e.
    Kêfxweş bûm. Ji bo min ya muhîm ne nav û deng e, ya girîng xelk bi xerabî qala min neke...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar,

      Tu bûyî fenomen e, nav û dengê te li dinê alemê bûye, xelasîya te ji dest keç û xortan tune êdî :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails