21 Şubat 2018 Çarşamba

Hêvîya Xwelîyê: Mirady

Xwelî
li guhên me
Dibêjin êr rojkê gotîye ''bira ez î li ser avê bim bes ne li ser xwelîyê bim'' Çinku xwelî bo êr ne hebûn e ne jî nebûn û ar bi qasî reqsa gurbûnê hez dike, li eqsê, bi eşqa avê vemirînê jî dil dike. 

Mirady, bi ''Xwelî'' ya di Sibata 2018'an de ji Z Muzikê derket, bo Muzîka Kurdî ya demeke dirêj e bi ezabê vemirînê li ber sikratê ye, mizgînîya gurbûna êr da. 

Guhdarên ku li ser sosyal medyayê kevirên gir diavêtin kalîteya ketî ya Muzîka Kurdî, divê guh bidin ser xwelîya xwîna Mirady û kevir di destan de ji nû ve bifikirin.

Albuma dawî ya Mirady bi ''Xwelî'' ya ku nav daye albumê destpê dike. ''lê dayê tu ji min nexeyîde / bihuşta min çar parçe'' ya di stranê de rexneyek e li ruhên rockî û sewta stranê piştî ''deng ji axa sar nayê'' tenê bi teqereqan hêdî hêdî qut dibe. Mirady di vê stranê de ji sazbendîya xwe pirtir şairekî bi saxî ketîye tirbê ye ku ''li kevirên gorên xwe digere dîsa'' Xwelî, di albumê de strana herî tund û tûj e li gor min û xwezî navê albumê, ji navê vê stranê cihê bûya û me dîrekt fehm nekira şêrîna ber guhê Mirady jî ew e.  
Mirady Gamname
2004
Mirady, strana duyê ya albumê bo ''Kulîlkê'' gotîye; ji wê dixwaze ku li ber xwe bide û dibêje ku ''hêvî bike ne eyb e.'' Her çiqas gotinên vê stranê aîdî Mirady bin jî wî bi hez û hurmet silavek li nemir Arjen Arî daye; rehmetî di helbesta bi navê ''Hêvî'' de dibêje ''bibare berfê / li ber xwe bide kulîlkê / tu jî vê axê yî ez ji vê axê.''  Silav ji berê de hene; Mirady di ''Xemname''yê de, ku di sala 2004'an de derketibû û albuma wî ya pêşî bû, jixwe ji şiîra nemir gotibû ''çavên min di hidûd de / du kanî li dû te / diherikin ji zû de / ava Bûnisra ez im.'' 

Di Leşkerê Winda de Mirady dibêje ''xewna azadîya te serjêkirî ye'' ku ew jî yekser ''Serbazî Win'' ya Evdila Peşêw tîna bîra meriv. Mirady di vê stranê de jî eşkere nîşan dide ku ew ne bi rîtma gîtar û baterîyan lê bi şewqa şiîran bi rê ketîye:  Çito ku Mirady di ''Xenîm''ê de gotîye, ''di xwîna xwe de hişk dibim / siya te bûm wey li min / nizanim ez li kû mirim'', wisa. 

Li cîhê ku bihuşta çar parçe, axa sar, kulîlka li ber xwe dide û leşkerê winda hebin divê sirûdek jî hebe. ''Teşqele'' ya Mirady mîna marşeke neteweyî ya serxweşên Kurd e. Meriv li ser hişên xwe be û çar pênc caran li ser hev vê stranê guhdar bike dilê meriv teqez wê bo araqê biqaqije. De îcar ku meriv bi serweşîyê du sê neqlan guh bide ser vê stranê ez dibêm qey meriv wê bêje Mirady û bandoci tev hatine sirûda neteweyî dibêjin li ber serê meriv. 

Mîtan Şareza
bo te hatim
''Keçê'' şiîreke Mîtan Şareza ye; ji kitêba wî ya ku navê wê her bi min ecêb hatîye, hatiye girtin: ''xewle ye xewn?'' Atmosfera şiîrê û muzîka ku Mirady bo wê çêkiriye, şeveke hîvlikevan, bi stêrk û têrterk e. Her çiqas di şiîrê de ''min bikuje'' derbaz dibe jî, stran xwînên xort heta xwekuştinê jî dikare bibe. Wê bijîn Mîtan û Mirady, sebebên serê xelkê ne. 

Sê Deng
vae victis
''Lome'' ya di albumê de jî şiîreke Selîm Temo ye, ji ''Sê Deng''ê ketîye dengê Mirady. Dema min kitêb xwendibû risteyên ku têde ''ez ku evîn im, xwe dixwînim / tu bi lorîyan xwe daweşîne'' derbaz dibûn bala min kişandibûn. Gava min Lome nû pêşî guhdar kir, min got qey enstrumantal e û ez li ser nêv fikirîm bi qasî deqîqeyekê. Paşê ku deng bi Mirady ket û ku got ''gava ku genim seridîn'' ne helbesta Selîm Temo lê romana wî ya hîn çap nebûye hat bîra min. Ez ne şaş bim gotibû ku dê navê romanê ''Gava Ku Genim Seridîn'' be, ku romanê hîn seri nedîye heq e têde behsa vê stranê jî bike Temo. Ji şiîrê ber bi stranê, ji stranê ber bi romanê, ji romanê ber bi nizam kû. 

Xwelî, Kulîlkê, Leşkerê Winda, Xenîm, Teşqele, Keçê, Lome û Sar.. Xêncî ''Lome'' û ''Keçê'' gotinên hemî stranan aîdî Mirady ne. Di albumê de, min ji stranan herî zêde ji ''Xwelî'' û ''Sar''ê hez kir. ''Sar''ê birîneke pir xedar anî bîra min ku ezê behsê nekim û we xwelîyê carekê jî bi nivîsê bi serî xwe danekim: Xwelî! 


çivîk êdî li wan deran stranên xwe nabêjin d’xwelîya xwîna xwe de me dîsa sîya hechecîkên mirî de para kûçikan jî nîn im li kevirên gora xwe digerim dîsa hêsirên min bidin min bi hêsirê qayîl im dîsa birînekê bidin min bi birînê qayîl im dîsa dilop dilop barîyam, kirasê dêya xwe lê dayê tu ji min nexeyîde bihuşta min çar parçe çivîk êdî li wan deran stranên xwe nabêjin d’xwelîya xwîna xwe de me dîsa di sîya hechecîkên mirî de para kûçikan jî nîn im li kevirên gora xwe digerim dîsa deng ji axa sar nayê...

6 yorum:

  1. Bira apê min Tom Waits strana teşqele nebîne :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Jiber ku min guhê xwe nedaye ser Tom Waits, nizanim. Kîjan stran?

      Sil
  2. Album neket serê min.

    Tişt bi zordayinê nabin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Normal e, ez jî ji hin albumên din hez nakim, nakevin serê min. Zordayîneke çito? Eger tu wê jî bêjî ezê kêfxweş bibim.

      Sil
  3. Min bi tekrar lê gudar kir,
    min got belkî lê germ bibim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Guh jê berde, eşqa roja pêşî esas e :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails