27 Şubat 2018 Salı

Mark Eliyahu û Mark Sykes û Royek Riha

*Şevên ku çilkên baranê lêdikevin, xewê giran dikin.

*Ji cîranan re dudu, ji me re çar nan.

*Rojeva Amerîka, Rûsya, Tirkîye û Sûrîyê, şer.

*''Ez kê herim çarşîyê, tiştek lazim e?''

*Li hemî kûçe û kolanan alên sor û sipî. 

Bajarên Kurdan
stêrkên bajêr
Ji telefonê guhdarkirina Prayer ya Mark Eliyahu.

*Milmilîn: Dawî û derman li bindestîya min nayê dayê.

*Jinên Ereb yên rûfullmakyaj û parfûmgiran.

*Ji devê wergêrekî: ''Erebên Sûrîyê bi belgeyên basît î sexte dibin hemwelatîyên Tirkîyê.'' 
Erebî
xan
*Meş ber bi postayê ve û ditina bi dehan tabeleyên bi Erebî. 

*Du sê dengên Kurmancî yên ku meriv zane yên şêniyê Sirûc, Siwêreg û Wêranşarê ne. 

*Instagram, Facebook, Twitter, Whatsapp, nîqaş. 

*Fikirîna gotineke Mark Sykes: Li ser melezên Rihayê dibêje, zimanê wan Tirkî ye, bêexlaqîya wan Kurdî ye û boş û betalbûna wan jî Erebî ye. 

*Pêşîyên me ji melezeran re digotin colik qey, niha jî navên wan kirine îsotçi.

Riha
şaredarî
*Kemalîzma Kesk; berê bi kevçîyan xwîna me vedixwarin, êdî di destên wan de hesk.

*Posta, şandina romana Mistoyê Heco; ber bi Qoserê ve.

*Sitandina ehlîyeta ajotinê û kêfxweşî.

*Rûniştina kafeyeke nargîleyê û di bin dûmanê de vexwarina çayê û nivîsîna çend notên nejibîrkirinê.

Riha
mektebî kafe
*Serîrakirin ji defterê û şokek: Li dîwarên kafeya ku di navê wê de ti Tirkperestî tune, Mustafa Kemal, ala sor û sipî û ne bes e, marşa Tirkîyê jî li bin, bi ser de.

*Derkeve derkeve derkeve, du çay du lîra.

*Mîna ku tek Kurdek li bajêr tune be meş.

*Careke din guhdarkirina Prayer ya Mark Eliyahu.

*Careke din fikirîna tespîta Mark Sykes ya sala 1904'an.

Riha
gulfiroş
*Li devî kafeyeke din dîtina nîşaneke Kurdî belkî: Afîşa konsera Burhan Berken.

*Vexwarina çayeke din û şûşeyek av.

*Vegera li mailan, şandîna telîfekê û sitandina nivîseke nû.

*Ji kîjan tîpan qicix digirî? Ç, T, P. 


4 yorum:

  1. * Panoramayekî xweş.

    * * Jiyana kurdan a boş û betal.

    * * *

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Adsız,

      Spas, bêje nivîsên Kurdan yên boş û betal lo.

      Sil
  2. Kurap ew meseleya exlaq û kurdiyê çi ye ? Min pak fehm nekir :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mark Sykes di serê salên 1900'î de li bajarên Kurdan û Tirkan çerx bûye. Kurd, Tirk, Ereb, Ermenî nas kirine. Gelek tespîtên wî yên ecêb hene. Jibo melezên Riha, yanî bo ew kesên esl û feslê xwe tam ne dîyar in, dibêje bi Tirkî diaxifin, exlaqê wan ya Kurdan e û mîna Ereban boş û betal çerx dibin. Di kitêba bi navê ''Darul Îslam'' de derbas dibe ew gotinên wî. Di rojên pêş me de ku wext hebe ezê li ser binivîsim.

      Sil

Related Posts with Thumbnails