1 Şubat 2018 Perşembe

Minûmin û Meqesên Narînê: Rê û Rêç

dirbî
Behsa çi bike ferq nake, her risteyek di xwe de xwedîya/ê xwe dihewîne. Ew hewandina şair, di risteyan de geh şayesandin û şibandinên derîvekirî, geh jî sir û sifetên efsûnî çêdike. De hin hene bi ''ez/min''ê dihewin li risteyên xwe, hin hene bi ''tu/te'' û hinên din jî bi deng û rengên din.

Narin Yukler, di ''Rê û Rêç'' ya xwe de, ku di sala 2017'an de Xelata Pêşbirka Helbestê ya Arjen Arî sitandîye, hema bêje di hemî helbestan de bi ''min''ê meşîyaye ku gava min şiîr giş xwendin, di serê min de bû vingevinga minûminê. Min anî lê nihêrî û hêjmart, ji 45 şiîran tenê di duduyan de, Dastana ''Koçberîyê'' û ''Şop''ê de ''ez/min'' tune.

Rê û Rêç bi ''Çîroka Min'' destpê dike û piştî 43 helbestên bi meriv hîs kirin didin ku meriv li rêyeke dûz î qeymax e bi ''Çîrok Qedîya'' bi dawî dibe. Rêya dûz î qeymax ji gotinê her çiqas wek nîşaneke pozîtîf xuya dike jî ya rast di xwendina helbestên Rê û Rêçê de argûmaneke negatîf e. Çinku meriv gava ji helbestekê diçe helbesteke din ya Narîn Yuklerê, lewheyên sernavan rêyeke nû raber dikin, lê rê jî rêçik jî eynî ne û di helbestan de sêwirandineke ji yên din cudatir tune. 

Min Rê û Rêç li rêya di mabeyna Riha û Dîyarbekirê de xwend û herku otobus li kortekê diket, min dixwest ez jî li korteke kitêbê rast werim û bihejim lê wisa nebû. Gava meriv li navê kitêbê binêre yekparebûna helbestan hinekî başbûna wê raber dike, bes gerek şairê xwendevan muhtacî kortekê nekira û hin helbestên ne ji rê-za helbestên rê jî bixista nav kitêbê. Te dî stranên rê jî geh meriv dibin ser qafî kêfê geh jî dibin dilî xemê ku mod diguhere, acizî çênabe. 

derz
Nebûna kortekê acizî da min lê bi ''meqes''ên di Rê û Rêçê de heyecanek hate min. Li çend cîhan derbaz dibû meqes, bes min efûkirina wê sê caran xwend: ''hatim qelişandin ji stûyê xwe heta berlingê xwe, min meqes efû kir / bi bêdengîya qûmêş min xwe li derzîyê rapêça''. Qey pirtir li destê jinan tê loma, meqesên di helbestên Narîn Yuklerê de pir li risteyan hatibûn. Nizam ji çira, dema ez li ser meqesê fikirîm, kêra firîyayî çavê rehmetî Yaşar Kemal jî li ber çavê min biriqî û bi wê biriqînê re ez bi xew ve çûm. 

Bi dengê muewên bi xwe hisiyam, em hatibûn Dîyarbekir. Min Rê û Rêç xist çenteyê xwe, dûra min derxist min go ez bo rêwiyekî li bankeke otogarê deynim ku.. 

Mêrikekî ji niqan seqet î qeysik di binçengan de ji yên kêleka min, bi Kurmancîya hêla me dolmişên Şehitlikê dipirsî. Hinekan rê nizanibû, hinekan zimanê mêrik, loma rê rast nekir wer. Min go ''Kekê, ka bise em tev herin, ez jî bi wê hêlê da darime''

Ez û Kekê em tev ji otobusê daketin. Şêniyê xerîb î bêlî ye; ''Tu î ji kû yî Kekê'' min go ''Ez î ji Kobanîyê me'', ''Ji kîjan gundî?'', ''Ji Bexdikê me, 30 kîlometre li şerqî Kobanîyê dikeve..'', ''Ser seran, ez jî ji Sirûcê me'' 

li dîyarê dîyarî
Ji halê xwişk û birayên xwe, rewşa însanên kor û kulek zanim. Dolmiş nedibû, Rê û Rêçê em birin taksîyekê. Min li ser kitêbê ''Va kitêba di destê te de,di navbera Riha û Dîyarbekirê de hatiye xwendin û bo rêwîyekî ji Kobanîyê, ku me rê li hev nas kir, diyarî hatiye dayîn'' nivîsî û kitêb da destê mêrikê nêvnizanim. Şaş bû mêrik û kêf jî xweş.

Dibêjim qey bi min jî meqesek lazim e, bo bijîm pirtir û bibirim ji xwe, nizanim.


Sibat 2018, Ofîs - Dîyarbekir

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails