28 Şubat 2018 Çarşamba

Mistoyê Heco Romana Xwe Dîyarî Dide Xwendevanên Perxudresê

Va nivîsa ji alîyê Mistoyê Heco ve taybet bo Perxudresê hatiye nivîsîn.

27.02.2018 / Saet:01:09

“(…) çima na, tiştên rind î rind in 😊” O.F.B.

Rind çi peyveke rind e rebbî 😊 Ji hasbîhala ku bi vê peyva rindik diqede rindtir tu hasbîhalên din hene gelo?  Qe bawer nakim.

Erê ev hevoka xweşik ji dilê nefsbiçûkekî weşî ser şeva min û 
şeva min pê germ bû. Erê ev hevoka xweşik piştî daxwazeke jidilpekî bû xala dawîn a suhbetê. Helbet ez ê werim ser daxwaza xwe, lê divê vegerim îro ango vê kêlîya niha. 

Heman roj – Derdora Esrê

Bêkarî zor zehmet e. Mirov şaş dibe çi bike. Di demên wiha de ez û dostekî min î hêja ( bila navê wî ji min re bimîne) xwe bi lîstikekê egle dikin. Di demên wiha de ji bêkariyê(!) -fena bişkulên pêz- lepek bêje dixin hebanên hev û bi wan bêjeyan, ji hev re çîrokan disêwirînin. Camêr vê carê îmana min çikand Ellahê xwe heye. Şeş heb bêjeyên tehl û du heb nîşaneyên xalbendiyê xistin hebana min. “Tamsarkî”, “pûç”, “hêç”, “berşoşkî”, “gor”, “gur”, “!” û “.”.
Na bavo hê li rawestehê me
bo nanoziko li kargoyê

Haziriya ceribandina yekem:

Sorahiya esrê nexşên tûla perdeyê dida ber gezan û xwe nuqte nuqte ji qulikên tûlê re berdida nava odeyê. Li ser masaya min şeş heb bêje û du heb nîşaneyên xalbendiyê… Tîna sorahiya esrê dojeh anîbû bîra min. Gelo min dikarî bi van şeş bêjeyan dojeha sor bisêwiranda? An jî qulika ku Xwedê ji wir ji me re çavê xwe qurç dikirî? Ew qulik jî gor e! (min xwe bi xwe got û domand) Hem kî dikare  li dij min rabe û bêje, “Haşa!”? A ku Troia xirakirî jî ne ew qulik bû?.. An jî min dikarî pifî binê wan bêjeyan bikira û bi pifa xwe re ruhê wan bîzot bikira, dûxana wan li hewa dîl bigirta û ji dûxana dîlgirtî resmê perwaneyeke basksotî xêz bikira…

Navber

Tam li vir navberê didim. Qurteke kûr li qûna tekliya pêçayî dixim û vedigerim ser çîroka vê nivîsê. (A rastî min dil hebû îro biçim Depoyê. Li Depoyê pêşangeha çapemeniya pirzimanî heye. Bila dostên li Stenbolê dijîn wek min nekin. Ger wexta wan hebe bila biçinê.) Min çavek li suhbeta şevê gerand û got bismillah.

Meha borî xebata min a bi lîstikeke wek a jorîn destpêkirî (na bavo hê li rawestgehê me) ji weşanên apecê derket û qalikeke cidî li xwe aland. Piştî vê rewşê êdî ne hewceyî tu gotinan e. Berhem êdî ji nav lepên min derket û kete tûrê xwediyên xwe. 

Min ji kitêbê çend lib ji wêjehezên ku ez wan rû bi rû nasnakim re şand, daku dikarin xebatê bêyî tesîr binirxînin û min pê bikemilînin. OFB jî yek ji wan wêjehezan e. Heta roja ku min di înstagramê de jê re nivîsî: “Keko merheba hêvî dikim ku tu baş î. Tu li Stenbolê yî? Par min novelek ceribandibû û xebata min duh wek pirtûk gihîşt ber destê min. Ez dixwazim jê nisheyekê bidim te. Ger tu wexta xwe pê dî û bixwînî ez ê kêfxweş bibim. Bimîne di nav xêr û xweşiyê de.” têkiliyek di navbera me de tune bû. Wî got, na ez vegerîm Rihayê. Min jê navnîşana wî xwest û kitêbek gihîşt Rihayê. 

Ez bi xwe torên medyaya civakî wek fetîşîzmekê dinirxînim. Bo wê carinan haya min pir dereng bi tiştinan dibe. Mala Mewlud Oguz ava, ku ji min re lînka nivîsê şand. Gava min sernava nivîsê dît ez di cihê xwe de sar mam. Çimkî min tiştekî wisa nedipa. Min xwe bi xwe digot hêrî zêde dê ji min re maîlekê binivîse û bes. – Çawa ku te di van rojên reş de bişirînek li rûyê min da, bila ken ji rûyê te kêm nebe- 

Dora çend xulekan min li lînkê, lînkê jî li nava çavên min mêze kir. A soxî min bi tirs nivîsa Emer xwend. Di wê navberê de çend hevalên ku nivîs xwendî jî ji min re lînka nivîsê şandin mala wan jî ava.
Tişta ku herî pir kêfa min anî dawiya nivîsê bû.

>> ''Na bavo hê li rawestgehê me'' ji Mistoyê Heco ji bo OFB'ê hêja hatiye îmza kirin, lê berî ku xwîn ji navrana Xecê careke din biniqute ez dixwazim vê kitêbê bo xwendevanekî/ê Perxudresê diyarî bidim. Li gor texmîna min hefteyek ji xwîna Xecê re maye. Heta hefteyekê, kî li binê vê nivîsê şîroveyeke ku têde peyva ''xwîn''ê derbaz dibe binivîse, ezê navê wî/wê binivîsim û qura bikşînim û ku navê kê derket kitêbê ji wî/wê re bişînim.<<

Min rojimêra telefona xwe li gorî hefteyekê eyar kir û doh êvarî bi hişyariya wê careke din ketim bloga Perxudresê. Çar xwendevanan, Darîn Smirnoff, Nanoziko, Ronahî Tarî û Abdurrahman Aydoğdu li binê nivîsê ''şiroveyên xwînî'' nivîsîne û li gor qurayê kitêb bûye para Nanoziko. 

Û piştre suhbeta me wiha ewk bû.

“ Keko merheba. Ger destûr hebe ez dixwazim ji namzetên din ên tevlî qurayê bûyî re jî kitêbê bişînim. Dibe?”

Çima na, tiştên rind î rind in 😊

Darîn Smirnoff, Ronahî Tarî û Abdurrahman Aydoğdu we got
erê?

Wek encam:

Ji kerema xwe nimare û adresên xwe hewşekî pêşde ji omerfarukbaran@hotmail.com re bişînin. 

Xeca Mistoyê Heco û Şorên Şoreşgêjan

Romana Mistoyê Heco Bû Qismeta Nanoziko  
   

Dîyarê Kitêban û Xecê

10 yorum:

  1. ez jî dibêjim; çima na, tiştên rind î rind in :) emê pirr kêyfxweş bibin û spas.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ronahî.

      Şiroveya rindik li te çêyîyeke xweşik kir :) Ji kerema xwe, nav, adres û telefona xwe ji omerfarukbaran@hotmail.com re binivîse. Spas.

      Sil
  2. Yanıtlar
    1. Spas Abdurrahman, ji kerema xwe hewşekî pêşde tiştên em dixwazin bişîne ser e-maila min :)

      Sil
  3. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Mazlum,

      Bi vê nivîsê tenê ji 3 kesên ku navên wan eşkerekirî ne dê kitêba îmzakirî were şandin. Di rojên pêş me de, bi nivîsên nû surprîzên Perxudresê dikin dewam bikin. Bişopîne, jê mehrûm memîne :)

      Sil
  4. Merheba ji wera hevalen Ser perxudresê ez gelek kêfxwes bum serkeftin:)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba musanter04,

      Spas bo daxwazên serkeftinê, tu bi çi kêfxweş bûyî heyran? :)

      Sil
  5. Heval Ömer faruk baran
    Kêfwxeş ya min rupel li şer zimanê Kurdî
    Kimin ji bo wê min ev rupel dît ez şabum.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kêfa te daîm be û her şad bî. Dilê te çi wext xwest were :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails