3 Şubat 2018 Cumartesi

Pêşnîyazek bo Kulubên Xwendinê

g'yek kêm
Kulubên xwendinê her çiqas nola berê ne çalak bin jî liv û tevgerên li yek du bajaran wan dîsa li ser pîyan dihêle û dike ku ew rola xwe ya katalîzorîya bo edebîyatê bidomînin.

Her wêjehez dizane ku bi xêra nîqaşên li wan kuluban ji bazara weşanxaneyan û kitêbfiroşan bigire heya pêşketina berhem û nivîskaran pêleke pozîtîf çêdibe.


Şorê dirêj û pahn nekim û hema çolbirî lêxim: Ger xwendin xwendin e û navê wan kuluban jî ne ''Kulubên Xwendinê yên Kitêbên Kaxetî ye'', pêşnîyaza min ya naçîzane, dibêjim bila kulubên xwendinê êdî blogan jî bixwînin û binirxînin.
 

Yanî çawa ku kitêbekê dîyar dikin û di hefteyekê de yan di mehekê de ser wê dicivin, bila blogekê dîyar bikin û derbarê wê biaxifin, nîqaşan bikin. Ger pêwîst be yan fersend jî rê bidin, bila xwedîyê/a blogê jî beşdarî van nîqaşan bibe. Çi bi cûyîna cîhê cîvînê, çi bi beşdarbûna bi rêya înternetê..
Facebookname
Ma ne xwendin bi her awayî xwendin e û blog jî berhemek e? Wê roya hanê min dî Facebookê bo nûçeyên ku li ser tora wê tên weşandin piştrast bike îlan daye rojnameyekê. Bi min pir ecêb hat gava min îlana Facebookê ji rojnameyê xwend. Paşê hat bîra min ku min bo xwendina nûçeyan bi salan e rojanme nestandine û ez wer lînkên li Facebookê û li Twitterê ditikînim.

Bila xwendevanên kulubê rûpelên kitêban dîsa biqulibînin, ne ku biterikînin wan bi temamî, lê bila blogan jî bitikînin û binirxînin û ji xelk û alemê re bibin nimûne, mînak, nûmînak.

Bifikirin, yan xeyal bikin, hemî endamên kulubekê xwendinê li kafeyekê rûniştine û di destan de telefon, nivîsên ku berê xwendine û li ser şixulîne dinirxînînin. Çima na!

Sibat 2018, Ofîs - Dîyarbekir



2 yorum:

  1. Emer bi navê îlahî tu kûpê êqil î, pêşniyareke rast û belaş e. Ji bo xwendinê ne hewceye xwendevan qurişekî ji bêrîka xwe derxe.
    Û di ser da belkî kultura blogeriyê jî di nava kurdan da zêde bibe, gelek kesê jî dest bi blogeriyê bikin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Apê Zinar,

      Min pêşnîyaza xwe kir. De îcar ew bixwînin nexwînin ew û kêfa xwe welle :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails