27 Şubat 2018 Salı

Romana Mistoyê Heco Bû Qismeta Nanoziko

Merheba xwendevanên Perxudresê!

Hefteya borî, di nivîseke ser ''Na bavo ez hê li rawestgehê me'' ya Mistoyê Heco de, min dabû zanîn ku ezê kitêbê ji xwendevanekî/e ku li binê nivîsê şiroveyeke têde ''xwîn'' derbaz dibe bike re, bişînim.
şanso
Çar xwendevanan, Darîn Smirnoff, nanoziko, Ronahî Tarî û Abdurrahman Aydoğdu li binê nivîsê ''şiroveyên xwînî'' nivîsîn.

Îşev min dikira navên wan li kaxetan binivîsanda û qura bikişanda, lê paşê min got ''Nîha îllem baqilekî bo qurayan bernameyek pratîk çêkiriye li ser înternetê.'' 

Min li Gooogleê bi Tirkî ''otomatik kura çekimi'' nivîsî - hîn bi hezaran kîlometre dûrî me ye lêgerîn û dîrekt dîtina tiştekî bi Kurmancî li ser înternetê - û bi lînka pêşî re çûm ketim www.kuracek.comê.

Di encama peşka otomatîk de, loto ji nanoziko re lêket; bila ji kerema xwe nav, nimare û adresa xwe hewşekî pêşde ji omerfarukbaran@hotmail.com re bişîne, ez jî hema jê re romana Mistoyê Heco bişînim.

Surprîz û dîyarîyên Perxudresê dê bidomin, bişopînin.

Xeca Mistoyê Heco û Şorên Şoreşgêjan

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails