18 Şubat 2018 Pazar

Xeca Mistoyê Heco û Şorên Şoreşgêjan

Na bavo hê li rawestgehê me
nivîngeh
''Na bavo hê li rawestgehê me'' ya Mistoyê Heco, ser şandina wî li Riha kete destê min û bi min re li rawestgehên Riha, Mêrdîn û Dîyarbekirê çerx bû. Jiber navê kitêbê min nêt kiribû ku ez li tek rawestgehekê rûnim û kitêbê bigirim li wir biqedînim, lê şertan kir ku hevokên wê li rawestgehên li sê bajaran bibin nesîbê çavên min.

Ji peyvên paragrafên pêşî yên romana Mistoyê Heco dilê min hema li rawestgeha wî rûnişt û jiber ku wî nas nakim, min di ber xwe de bi gumana pişt li ser piştrastkirinê go: ''Va ne îşî nûpêketîyan e, Misto teqez bi Kurmancî mezin bûye''

''Bi qasî serê derziyekê be jî bi min serbilind bî, min bi van baskên şikestî qebûl bikî û wek rojên berê ji min re bêjî, berxika bavê xwe dê çi bibe? Çi bibe birînên... Lê nabe. Berxika te ji deh saliya xwe pê ve qirêj e. Ne wisa? Di deh saliya xwe de, di wê çileya bêyom de, ji roja ku agir di laşê min de bi tagermiya xwe ya zerhimî hêlîna xwe ava dikir..''

Mistoyê Heco, ku li gundekî Qirşehîrê ji dê bûye, di romanê de bi kedkarîya xwe behsa çend deqîqeyên Xecê yên ku li rawestgeheke Stenbolê derbaz dibe, kiriye. Nîşanên li kitêbê raberî meriv dikin ku Misto ji Qirşehîrê ye, rawestgaha ku Xecê lê sekinîye li Stenbolê ye, lê nizanim ji çi ye Misto her xwestiye bajarê ku Xecê lê ji dayik bûye eşkere neke. Min ser û binî romanê da hevdu lê min fehm nekir Xecê ji kû ye. Tenê ji hin hevokan tê fehm kirin ku bapîra bapîra bapîra bapîra Xecê, sê sed sal berê li quntara Çiyayê Kurmênc di bin konekî reş de bûye, lê bi vê agahîyê ancax xwendevanê dîrokzan dikare şopê li ser wê rast bike.



Şop li der han, bo tofekî ku dil dayê keçên bi navê Xecê, hemî Xec ji straneke Metin & Kemal Kahraman bûn, ne wisa? Mistoyê Heco, wer bi hevokên hoste yên jinane Xecek danîye ber me ku pişt li Xecê ya Metin & Kemal Kahraman şikandîye û ji wê re bajarekî ji xwe çêkiriye çi bigir. Yek dikare bêje ''Ê law yek stran e yek jî roman, çi eleqa?'' lê dil yek e dawîya dawî û Xec jî hezar. Yanî eger we dil da keçeke bi navê Xecê, divê dîyarî ne strana Metin & Kemal Kahraman be, lê romana Mistoyê Heco be êdî, heta ku yeke ji wê çêtir çêdibe.

Mistoyê Heco, dema Xeca romana xwe li rawestgehê li benda otobusê sekînandîye, mîna ku mêranîya xwe bi qelama xwe ya tûj jê kiriye û xwîna ku ji wî niqûtîye jî ji xwîna jinan hesibandîye û nesekinîye û anîye heta radeyekê jî xwe werimandîye: ''Tiştekî pifa hundirê navrana min dikir û pêta tenûra min bi wê pifê geş dibû.''

Dibêjin keç berî herkesî dil berdidin bavê xwe û bav jî bi eşq li dilê keçka xwe vedigerin, lê dema ku xwîna birqonek dikeve navrana keçikê, bav mîna ku keç xwînîya wî be hêdî hêdî jê dûr dikeve. Mistoyê Heco, di ser zarê Xecê re rexneyan li vê rastîyê dike û tîne bîra meriv ku bav hene bo kuran dibêjin ''bavo bello bixwe'' û dikarin ji bilikê, xwîna dema sunetê jî bimijin. ''Xwîna sunetê helalîyê tîne ji kurik re, lê xwîna li navrana keçikê dikeve, hem jî her meh, bo çi delîlê heramîyê ye?'' dipirse Xeca Mistoyê Heco û xwe ranegire ji bavê xwe re dibê ''kero''. Ew ''kero'' heta Adem jî diçe: ''Ku Ademo bi kîjan destê xwe ew sêva jêkiriye bila her meh, bênavber destên wan warisên wî jî bixwînî bibûna. Dibe ku hingê ewana bigihiştana êşên me û careke din destên wan negihîşta laş û hestên me. Lê Xwedê bi xwe bêadelet e'' 

Xeca Mistoyê Heco, keçkeke zanîngehî ye, ku di vê serdemê de ewna wek kesên guh nadin şor û şîretên dê û bavên xwe tên dîtin. Ji derdora xwe jî meriv dikare bi dehan keçên ku tenê jibo hinekî serbestmayînê diçin zanîngehan bibîne. Kur jî wisa ne elbet, lê ya keçan xwîna wan ya wan bi derbekê re re dike jin heye; loma dên û bal bêhtir e li ser wan.

Piştî têkçûna eşqa bi bavê re, Xecê îcar jî xwe li zanîngehê li pêsîra Cemoyê pêşverû û sosyalîst digire. Mistoyê Heco, di eşqa duyem de, bêyî ku nêv bide, dîsa ji zarê Xecê rexneyên giran li partîyeke Marksîst û Lenînîst dike: ''Heçko di dirûşmeyan de çi xweş kokteyl dibûn jin û sosyalîzm..'' Û şor wer tê, avika mêran robarek e li gor Mistoyê Heco, û ji êşa jinan difûre.

Mistoyê Heco, di ser karaktera xwe re bo kesên ji kêfa kîrê xwe namînin û bo şoreşê jî eşqa eşkere qaşo li xwe qedexe dikin dibêje şoreşgêj û tehn û tinazên tund bi wan dike:

Gelo êşkişandin jî karek bû? Heke karek be, berdelê vê êşa min çi qas bû?.. Ji te dipirsim Clara tu jî jin î divê ku ti bi halê min bizanî... Nizanî?... Ji Mark bipirsim?.. Ma tu ne jin î? Tu çawa bersiva vê pirsê nizanî? Heylo min di birdozîya we de rîtino! Heylo hûn di herdkê reş biketana! Nalet li we û bîrdozîya we..

Mistoyê Heco di ser Xecê re dîyar dike ku ti fikrên şoreşgêjan tune ne û ew bêyî gotinên wek ''li gorî filênkes'' nizanin biaxifin. Hetta Xecê dibêje ku Cemo fantazîyên xwe yên gayînê jî ji fîlmên pornografîk dizîne û li cem wî tevî ku jina dirûşmeyan heye jî jina dilçardehderî tune, bêqîmet e.

Di dawîya romanê re Mistoyê Heco tepeke li çîrokbêjan jî dixe û dîyar dike ku di çîrokan de ne Zîna Zêdan, ne Leyl, ne Edûl, ne Xec jin in û ew çîrok tenê sêrpêhatîyên mêran in.

Xeca Mistoya Heco ji destpêka romanê heta dawîya romanê, bi rexneyên rengrengî jineke wer jin e ku meriv dibêje qey Mistoyê Heco bi xwe jin e û ji xwe re navekî mêran li xwe kiriye.

APEC
jinane
Mistoyê Heco, di berhema xwe ya pêşî de, bi zimanê xwe yê bi Kurmancî dirêj bûye û ji wêrekîya wî re bûye taldeyeke talitune, hêvîyên pêşveçûnê li hevokên edebîyata me direşîne û wer xuya ye ku ewê dilêrîya wî di siberojê de serê gelek kesan biêşîne.

''Na bavo hê li rawestgehê me'' ji Mistoyê Heco ji bo OFB'ê hêja hatiye îmza kirin, lê berî ku xwîn ji navrana Xecê careke din biniqute ez dixwazim vê kitêbê bo xwendevanekî/ê Perxudresê diyarî bidim.

Li gor texmîna min hefteyek ji xwîna Xecê re maye. Heta hefteyekê, kî li binê vê nivîsê şîroveyeke ku têde peyva ''xwîn''ê derbaz dibe binivîse, ezê navê wî/wê binivîsim û qura bikşînim û ku navê kê derket kitêbê ji wî/wê re bişînim. 

16 yorum:

  1. Yanıtlar
    1. Merheba Adsiz,

      Ji kerema xwe şîroveyeke xwînî bike, ma tenê "xwîn" dibe? :)

      Sil
  2. ez ê xwîna xwe di çavê xwe xim û zû bixwîn im. ji min re bişîne. min jî vexwîne vê bazara şox a peyvan.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Adsiz,

      Ji kerema xwe navê xwe binivîs heyran.

      Sil
    2. min qezenc kiribe ez ê binivîsim. :)

      Sil
    3. Navekî li hev bîne binivîse, bo qurayê dibêjim, wîîîî ;)

      Sil
    4. Temam,
      Darîn Smîrnoff

      Bila ev e be navê bênav.

      Sil
    5. Temam e, min qeyd kir. Tu û şansê xwe..

      Sil
  3. Yanıtlar
    1. Merheba Îlyas,

      Bi navê xwe dinivîsî, ger dixwazî beşdarî qurayê bibî ji kerema xwe şîroveyeke xwînî bike.

      Sil
  4. Bila ew rojên dijminatiyê here û venegere ; lê li cem me gava yek tê kuştin ji bo ku dijminati nav her du malbat çê nebe cimeat kom dibe û ji bo malbata ê hatiye kuştin, bedelek dibire yê ew kes kuştiye. Ev piranî pereyek pir e, heqê xwînê ye.Îja peyvek nav me de heye , yanî nav gêncên me. Gava yek tiştekî pir buha distîne em dibêjin ' weeuuew te xwîna mêrekî li vî tişta daye'. Bila ev kîteb ya min be :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Nanoziko,

      Ez ne şaş bim di straneke Mihemed Şêxo de derbas dibû, qelenda te ji xwîna minê.. Min navê te jî qeyd kir. Di 25'ê mehê de ezê qura bikşînim û ji vir encamê eşkere bikim.

      Sil
  5. xwîn bi xwînê nayê şûştin. xwînxwar hemû pûşt in.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Ronahî,

      Tu rast dibêjî, min qeyda te ya xwînî girt.

      Sil

Related Posts with Thumbnails