17 Mart 2018 Cumartesi

Barê Rojnivîskeke Rihayî

Ala Tirk
dînalî
Serê sibê bi dengê Ûçê ji xew rabûm. Min avek li çavê xwe xist û dikira biçûma nên ku Ûçê go ''mere nên, nanî Sûrîyê heye''

Piştî Herba Kobanîyê, nola şênîyê Sûrîyê nanê wir jî hat kete Sirûc û Rihayê. Nanê me yê vir yê ku em ji çarşîyê distînin ku rokê du royan dimîne hema beyat dibe, lê yê Sûrîyê ne werga ye; demeke dirêj teze dimîne.

Loma mala me jî di nêv de, êdî Sirûcî jî car caran nanê Sûrîyê dikirin. Jixwe her çiqas nanî germ î ku ji firnê nû derketî hez dikim jî ku nanê Sûrîyê hebe ez ji çûyîna firinê difilitim.


Apo û Ûçê pincar û dew xwarin li taştê, min jî bi penîr, zeytûn û gozan û îsotan zikê xwe têr kir.

heri
ax - heri
Bavê min û dîya min, Apo û Ûçê yanî, hîn jî hin neelimîne jîyana bajêr; bi wan pir giran tê saetên di nêv dîwaran de derbaz dibin. Ku hema çito fersend bi dest wan dikeve berê xwe ji Riha didine Sirûc û gundê me Tionekê.

Berî derkevin şîretên salan dîsa li min kirin: ''Qapî xa ji herkesî ra vemeke, bênê davên rûyê merîya dikevin hindir'' Min jî bi bersiva hazir ya salan ''temam temam, ji kesî ra qêpî venakim'' li wan vegerand.

Don Juan
can
Paşîn bû, berê min go ''ez lêxim çîşkî xwe rakevim'' lê soxe wextê ku meriv bi dostanî xewê dixwaze dibe nazenûza wê û zû bi zû nê. Ku min xwe da vê hêlê da wê hêlê û dî ku îşê min û xewê nabe, min Cemaatler ya Zygmunt Bauman kir destê xwe û qedand. Di ber re jî derên min ecibandî min li storyên Instagramê belav kirin tabî.

Nîvro re min dermanê xwe xwar. Hinekî jî bi tesîra dermên re xew ve diçûm ku nimareyeke veşartî telefon kir. Min venekir, çira vekim, careke din dîsa telefon lêket, veşartî, min dîsa venekir. Ew sekinî û ez jî ketim xeweke kabûsî: Yek caran di xew de giranîyek tê ser min, dixwazim biqîrim lê nikanim û heta ji xew radibim nefes li min diçike.

Bi tirkî ''karabasan'' dibêjin ji van xewnan re. Min li WQFerheng ya Fatîh Aydin nihêrî, ''merdezime'', ''motemoteke'', ''nezerfermaş'' hebûn. Her sê peyv jî heta niha min li derekê nebihîstine û di ti kitêban de li wan rast nehatime.
Marşên Netewî
neteweyî
Ber bi esir ez ji mal derketim. Min û xwarziyê xwe li hev kiribû ku em di çar û nîvan de hevdu li Bahçelievlerê bibînin. Heta ji Karaköprüyê daketim Bahçelievlerê, min di rê de, nizanim di kû re hat bîra min ''Marşên Netewî'' yên Koma Berxwedanê guhdar kir; album di sala 1984'an derketîye. Hemî marşên di albumê de, tevî rîtm û gotinên xwe hêjayî lêkolînekê ne.

Min û xwarzîyê xwe li pêş Orîma Kirtasîyeyê hevdu dît. Me dikira ji wî re seteke ''deneme''yan bikirîya. Ji îmtihanên lîseyê re du meh wanî mane, xwarzîyê min bo pratîkbûne lazim e her ro xwe pirsên nû, cûr bi cûr biceribîne. Weşanxaneyên ku di wexta me re hebûn tevde rabûne: Ne Pi hebû, ne Körfez, ne Güven-Der, ne Anafen, ne Analitik.

herfa vavê
vaaaavvv
Ne ku tenê weşanxane guherîne.. Di wexta me re li kitêbfiroşan magnetên mankenên çîprût hebûn, niha magnetên gotinên Îslamî populer in ku ew jî guherîneke ecêb e û nizanim ji çi ye kenê min tîne.

Axirî me çend set ji weşanxaneyên ku min navên wan nû bihîstine kirîn û bo zikê birçê me berê xwe da Burger Kingê. Hemî mase tije bûn û milet li dû hev ketibû rêzê. Li bajarên din jî çûme Burger Kingan lê min li derekê ewqas qelebalix nedîye heta niha.

Ku me nan hepisand zikê xwe şûnde, xwarziyê min xatir xwest û çû. Min jî berê xwe da kafeyeke ku ez diçimê.

Berê min nûçeyeke sala 1965'an ya BBC'yê temaşe kir; ser Kemalîzm û Îslamê nûçe hatiye hazir kirin. Fotografeke ku min duh li Rihayê girtibû hat bîra min. Keçeke lîselî ya ku serê xwe bi şarpeyeke bi ala Tirkîyê nixamtî.. Kemalîzm û Îslamê niha ji bajarên Tirkîyê herî zêde li Rihayê li hev kirine ez dibêjim. Ku ez Kurmancekî Kemalîst bûma minê ji xwe re xwe bi serbilindî binepixanda li Rihayê, lê ez çi wext derdikevim li vî bajarî çerx dibim, xwe mîna ji kêmneteweyên ku çem û çem diçin û wenda dibin hîs dikim.

Bîranînên Nûredîn Zaza
bîrçay
Dûre min bi kerbekê komputer girt û rûniştim min hinekî ''Bîranîn'' ya Nureddin Zaza xwend. Vegotina Nureddin Zaza bala min kişandibû berê, bi xwendina bîranînên wê min fehm kir ku vegotina min hinekî dişibe ya wî. Ser hêla edebî nabêjim vê, li gor hinek peyvan û rêzkirina wan li hevokê ez wisa fikirîm, nizanim.

Hîn kitêbê dixwînime, xwedîyê kafeya ez lê runiştimî ber bi min hat û bi lêborîn ji min re got ku dê li cîhê wan civîneke mezin çêbe û ew dikin heta deh deqîqeyan kafeyê bigirin. Min got ''no problem'' û ez daketim kafeyeke li jêr wê kafeyê.

kulî
kulî
Çito ku mişterîyên tim li eynî kafeyê rûdinin bêli ne, mişterîyên nû yên kafeyekê jî bi hal û hereketên xwe û pirskirina şîfreya înternetê bi xwe eşkere dibin û nazikbûna garsonan jî zêde ye bo mişterîyên rûnenas. De, min çayeke sêvan vexwar, seba çavên xwe bêmane. Çavê min î rastê li gor gotina dixtor jiber westê sor bûye û dermên tê kar nekir, sorbûna wê neçû. Bo hinek dermanên din bi min de, dikim roja Duşemê careke din herim dixtor.

Piştî vê nivîsê dikim bo plan projeyên li deftera xwe binêrim, dikim çavekî - jiber ku yek sor bûye ne du çavan - li blogên ku şêwirmendîya wan dikim xînim, dikim çend rûpelên din ji ''Bîranîn'' ya Nuredîn Zaza bixwînim, dikim li bloga xwe jî çend peyvên şaş rast bikim, dikim ji ser înternetên hinek tiştên li Rihayê peyda nabin biwesînim, dikim cotik û dostikên li kafeyê xwe kutane ber hevdu û şorê dikin sêr kim, dûra nizanim ez dikim çi bikim.

Bi talûke ne şevên ku Şemîyê dibin ser Yekşemê, bi talûke.

4 yorum:

  1. Me mala xwe xirav kir bi manuelê her şev sayî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Stêrkên gulîsor ferz in, otomotîk.

      Sil
  2. "Günaydın, ne diyorsunuz beyler tam olarak bu mu?" Xelete.

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails