27 Mart 2018 Salı

Bext, Text û İnan Eroğlu


Merheba xwendevanên Perxudresê!

Jiber ku min xwest Antolojîya Dengbêjan, ku sê cîld in û bi qasî sê sal in şêrînê ber dilê min in, bila bibe nesîbê xwendevanekî/e sadiq ê/a blogê min îcar ji hesabê sosyal medyayê qura ranegihand.


Çîtik çû ji İnan Eroğlu re lêket. A rast, jiber ku loto ji İnan Eroğlu derket, min berê go wê hinek kes bêjin ''Di vî îşî de dek û dolab hene'' û min xwest ez jinûve qurayê bikşînim û dûra min dît ku berî herkesî ez dê xwe bixapînim û min dev ji rastbûnê berneda.

İnan Eroğlu her ji min re dibêje ''Ez dê textê Perxudresê bihejînim..'' Bi vî bextî ez bawer im, di demeke nêz de wê İnanolo, Perxudresê di toz û dûmanê de bihêle. Bi bextê min, ji bloga wî kitêbeke Pîremêrd bû para min, bi bextê wî ji bloga min antolojîyeke mezin ya kal û pîran dibe para wî.

Bila İnan Eroğlu ji kerema xwe hewşekî pêşde, adres û telefona xwe bişîne ser omerfarukbaran@hotmail.com ku ez jî antolojîyê hema jê re bişînim.

Di rojên pêş me de, Mem Jan, ku magazîna Kurdî demeke dirêj e bo wî dibêje bi kû de wenda bû ew camêrê ecêb, dê ji vê blogê seteke şairekî/e me dîyarî bide xwendevanekî/e Perxudresê. Li bendê bin, bişopînin filan. 

3 yorum:

Related Posts with Thumbnails