7 Mart 2018 Çarşamba

Cicero û Bira Mirin Hebûya Kalbûn Tunebûya

Belkî emrê min hîn ne ti temen e lê ji roya ku min ji dengbêjekî me bi ''li min li min'' û ''ax û felek'', ''bira li dinyayê mirin hebûya kalbûn tunebûya'' bihîstiye ve, ji mirinê natirsim bes ji ketin û kalbûnê ditirsim.
nokê
Loma, her çiqas bi kamilkirina demê re dûrî fikra xwekuştinê ketime jî hîn jî li ser wê rêçê me ku dibêje ''bilezîne bijî, di ciwanîya xwe de bimire ku bila cesedê te çeleng be''

Mirin ji roya ku dinya çêbûye vir ve bo her însanî heye, lê kalbûn û pîrbûn nabe para herkesî. Çinku heta afat û aşît tune bin, tebîet tenê tiştên distewin ji xwe dixîne xwarê; çito ku gêncek heta qeza belayek, nexweşîyek tune be namire, wisa.

Dengbêjên me yên top û tîran li xwe dixin û dibêjin ''welleh ez ne kal im, bille ez ne kal im'' ne li dera han li vir, Cicero bi qasî 2000 salên berê gotîye ku meriv li ser rind bifikire, wê bibîne ku çar sedemên serekê yên nefreta ji kalbûnê hene: Yek, kalbûn meriv dûrî jîyana aktîf dixîne, dudu, beden zehîf dibe, sisê, meriv ji zewqên herî xweş mehrûm dimîne, çar meriv nêzî mirinê dibe.

De, tevî ku ne dîyar e dê siba yan saeteke din çi bibe, seba çi xortek ji kalekî pirtir bi hêvîya ku dê bijî li jîyanê dinêre? Li gor Cicero royên ti kesî ne-hêjmartî, teqezkirî û piştrastkirî ne; loma jî hêvîya kalan jî divê bi qasî ya xortan xurt be û jixwe dil jî tim î di sîyê de ye qel nabe mîrato.

Cicero di 62 salîya xwe de ser kalbûnê nivîsîye û berovajî dengbêjên me tehmek bi wan salan xistîye; mesela dipirse dibêje ''we qe dîtiye kal û pîran cîhê ku pereyên xwe lê veşartine ji bîr kirine?'' Dîsa li gor gotina wî, bavê kal Sofokles ser seksê gotîye ku ''çû ez jê xelas bûm, mîna ku koleyek bifilite ji efendîyê xwe yê zorbaz.''



Abdullah Keskin, ser heyatê dibêje 1-10 kusî, 10-20 kulî, 20-30 hesp, 30-40 seyare, 40-50 teyare û 50-60 veger.

Cicero du salan li dû nivîsîna ser kalbûnê koç kiriye ji vê dinê, veger. Emrê min î ji hespê hêdî hêdî peya dibe û nêt dike ku li seyareyê siwar be, dixwaze berî mirinekê ''Yaşlanmayı Bilmek'' ya Cicero dîyarî bide xwendevaneke/î Perxudresê.

Şertê bidestxistina kitêbê li binê vê nivîsê, di şiroveyê de nivîsîna hevokeke ku têde ''kal'' yan ''pîr'' derbaz dibe ye. Ger şirove zêde bin, dikim qura bikşînim, wext 24 saet in: Kal, Pîr!

Kitêba Bilge Karasu Bû Qismeta Serhat Avci

Romana Mistoyê Heco Bû Qismeta Nanoziko

41 yorum:

  1. Jina çê bû bûka pîra gindorî ku qam kinik û poz mezin û por spî .

    YanıtlaSil
  2. Ez ê pîr û kal bibim di ber xwendinê de. :/ madem wilo ji xwendina vê pirtûkê jî kêm nemênim. :/

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Tu pîr bibe, bes kal mebe ji kerema jinan û mêran.

      Sil
    2. Ahahhahaha temam ji bo xatirê te ez ê tenê pîr bibim.

      Sil
    3. Spas bo te û xatirê te.

      Sil
  3. kal, pîr, û tiştên din...

    YanıtlaSil
  4. Qedrê kal û pîrên xwe bizanin. Lewra kal û pîr hene dibin sedema diyariya pirtûka. Bê menfeat. Nemaze kal û pîrên me Kurden her yek ji wan pirtûkek in... :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Welle te rast got, min jî xwe daye ber kal û pîrekê. Him li karûbarên wan dinêrim, him dixwînim di ber re. Spas.

      Sil
    2. Spas xweş Kakagiyan. Xwedê mirazê te bi dilê te bike :))

      Sil
    3. Spas, çav û dilê te ser gul û gupika be.

      Sil
  5. Mirin hebûya kalbûn tinne bûya... Mirov pîr dibe dil pîr nabe...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Berde bila dil pîr nebe, navê xwe jî binivîs ji kerema xwe.

      Sil
    2. kal û pir digrîn séwa kuştîna.

      Sil
    3. keç û xort jî tên kuştin, tu navê xwe jî binivîs ji kerema xwe. navên kod jî dibin, no problem.

      Sil
    4. Ew dinya xelke pîr ú kal dike.(zinexan)

      Sil
  6. Ezê qala stranê ciwan haco bikim .
    Kalê li ser bêndera
    Aşiqê esmera
    Derd û kulê kalo
    Memikên gilover e.
    Ax kalo ax 😀

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Owwwww, te felsefeya Sofokles bi kaloya Ciwan Haco kire binî erdê :)

      Sil
  7. Berî ez pîr bibim hez dikim diyarîyeke pedxudresê qezenc bikim. Qedrî Sipranî

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Eger tu qezenc nekî û ez berî te bimrim ji tirba xwe mistek ax dîyarî didime te.

      Sil
  8. Ez pîr búm.Sal derbas bû.pore min spi bú.Emré min xelas bú.(zinexan)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Xwedê emrekî dirêj î xweşik bide te.

      Sil
  9. Ez nizanim çira hinek dever sewe peyan jî dibêjin pîr e, pîr bûye û dîsa vê gotinê sewe jina jî bi lêv dikin, tu jî zanî li ba me pîr jin e, kal mêr e!? (Şiyar Şerîf Berazî) elhemdilla

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Erê welle, kalo cihê ye pîrê cihê ye li cem me, li hêla şerqî "kal" pir tune.

      Sil
  10. Bila ji kerama xwe pîr û kal metrobusa bi kar neynin. Niha di metrobusê de min ji mecburî cih da yekî. Hêvêdarim ku bi vê qenciyê herim cinnet e. Ku neçim cihê xwe helal nakim. Ashdhsj

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Belkî bi xêra vê qencîya te ji te re lotoya vê kitêbê lêkeve, dibe yanî :)

      Sil
  11. Serhat avcı.
    Te got kal û pir kalê min û pira min hatin bîra min. kalê min di sala 2009an de pîra min jî di sala 2014an de rehmet kir. Kalê min ji pîra min re digot Hesê. Ez tam olarak nizanim Hesê çi ye lê bawer im bi wateya hesûd/zikreşê kar dianî neyse ez dirêj nekim mi rokî ji kalkê xwe pirsî min go tu û Hesê hûn çawa zewicîn? Te hej jê kir? Go walle rokî ez ji derve hatim malê min dît Hesê di eywanê de ye mi ji ca xwe re got ew kî ye? Ca min got jina te ye. ( Bi şeref ji kena min pilqinî avêt :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hahahahaahah :) Yanî li gor şertên îro, wek ku ez bi keçeke ku min profîla wê ya sosyal medya qet nedîtiye re bizewicim? :) Spas.

      Sil
  12. Bikin kalan, bixwin malan, ez ê çi bikim ji xortê kundir vala ����

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Qey tu vê li ser min dibêjî? :) Spas.

      Sil
    2. Na wele min ji bo te negot. Spasxweş 😊

      Sil
    3. Ê ku te seba kê gotibe, li canê xwendevanan sihhet be. :)

      Sil
  13. Pîrê ji kalê re got; hela tu li min û vî nuxs î kund wuu :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ji kalê re gotin ''kalê jina te pîr e'', got ''bira be, ji minnetan çêtir e''

      Sil
  14. di filmê o.çocuklari de demet akbax digot '''emir dirêj nabe, pîrbûyîn dirêj dibe'' ez bawerim pîrbûyîn fobîya me hemûyan ya herî mezin e:)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez dikim kalbûnê bikim hobî, ji niha ve xwe kal dihesibînim :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails