27 Mart 2018 Salı

Dilê Dengbêjên Dîyarî Diçin

Baqî Xido
dîwanî
Di wan salên çend salên berê de, ku ez nû ho bûbûm şeş û bêş çend in, dema ji mal re tiştekî sivik î mîna kîlok mast, nîv kîlok sîrê kesk, baxek nane du bax bexdenûs lazim dibû, dîya min pereyekî kaxetekî dida destê min û ez dişandim beqalekî li ser rêya Kobanîyê.

Berî ez qêpi li dû xwe kaş kim û xwe bigêhînim derve, dengê dîya min yê tewangî îlle dihat diket guhê min: ''Ji beqêl re bêje dîya min go go tiştê wî ne rind bin eze bi şinda wûnim..'' Her cara ez diçûm beqêl, çavên min li kraker û şekiran, min dîya min çi dixwest dikirî û min didît ku beqal î mest î mezin desmalek di destan de, li ber sazekî rûniştîye mîna ku dide girî.

Belkî jiber tesîra hêsirên li ser desmala beqêl, min ti carî ji wî re nego ''Dîya min go go tiştê wî ne rind bin eze bi şinda wûnim'' û ku rind dida min xirab dida min nizanim, dîya min ti carî tiştê min ji beqêl sitandî neda destê min bi şûnde venegerand.

sal: Hêdî hêdî giranîya xwe didim ser 30'î.

ho bûm: Piştî ku ez elimîm di standartê de dibêjin ''hîn bûm'', min dev jê wê berda.

şeş û bêş: Min ji Matematîkê pir hez dikir, niha ne ji şeş û bêşê hez dikim, ne ji xweş û bêşê.

mast, sîrê kesk, nane, bexdenûs: Herimîye her tişt.

dîya min: Pir paşê pê hisîyam ku ez Gramera Kurmancî ji wê elimîme.

pereyekî kaxetî: Mustafa Kema Atatürk hîn jî li ser wan e. 

beqal: Berê jiber marketan top avêtin, supermarketan hema bêje ji wan kes nehişt.

rêya Kobanîyê: Eskerên Tirk, Ereb, Amerîkî û şervanên Kurd, kî di wê rêyê re derbaz nebû ku.. Hin ji wan venegerîyan.

qêpi: Îspata tewanga tund ya li Sirûcê

wûnim: Bi salan min ''bînim'' nivîsî, lê min di dilê xwe de her tim digo ''wûnim..''

kraker û şekir: Krakeran ne lê ji şekir û şêranîyê hîn jî hez dikim.

saz: Baqî Xido - Dilo, lo neçaro dilo, lo xwînîyo dilo, lo bêaro dilo, lo kafiro dilo, lo rezîlo dilo, te serê min da nehîştî ne hiş e ne aqil e dilo.

Şorê dirêj û pahn nekim; dikim her sê cîldên Antolojîya Dengbêjan ji xwendevanekî/e Perxudresê re bişînim.

Kesên dixwazin van her sê cîldan bi dest bixin, divê di şiroveyan de navê dengbêjekî ku jê hez dikin binivîsin.

Ku şirove zêde bin, nola her tim dikim qurayê bikşînim, wext 24 saet in! 

23 yorum:

  1. Mihemed Arif distrê, ez bi girî dem digirim,
    Dinya li ber min dibe sêhr, ji mirinê xem digirim.

    Fêrîkê Ûsiv

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Baqî Xido distrê, kes jê tiştekî fehm nake
      Dinê rabe'j dinê, kes ji huzna wî tehmm

      Omer Faruk Baran

      Sil
  2. Eyşe Şan.
    https://youtu.be/XZp4gZ0jstw

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas, ji kerema xwe navê xwe binivîs heyran.

      Sil
    2. Ew jî Pelezêsk e heyran.

      Sil
  3. Muzîka Kurdî ya kevneşopî pirtir kilamen monofonic û vocal heye. Dengbêjlik û kilam, bi taybetî di li serhatê de, rêberî herî bingehîn bi rêberî Evdalê Zeynikê hat e girtin û li wir hemû erdnasî ya Mezopotamya yê belav kir. "Ew kilam ê xwe bi mêrên kurdî re got û bi rengek kilam xwe re çêbû. " Pîrove piştî Evdalê Zeynikê, Berevajî dengbêjler, ku bi kursên bi hin hûrgelan an bêyî ku amûreyan digotin. Şeroyê Biro' yê jî cudî mizgefta kar kir. Di tevahîya xwe kilam bê melodî nêgotin.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Brader û bîranîn.
      https://youtu.be/v5XtrSJ7Azs

      Sil
    2. Spas bo van agshîyan, lê navê xwe binivîs heyran.

      Sil
    3. Pelezêsk,qurban.

      Sil
    4. Ê tu heta nenivîsî ez çi zanim heyran. Spas.

      Sil
  4. de rabi axayo de rabi
    de rabi bavê heq yetîma de rabi
    de rabi birîna me kûre derdê me îro girane
    de rabi bavê feqîra de rabi
    bavê kurmanca de rabi
    rabe de rabi

    Eyşa Shan - Bavê Ferat

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ji dengê Eyşe Şanê, "keçê were nav zebeşa" jî hez dikim. Di forma nû de lazim e bêje keçê here here ji Instagramê :)

      Sil
  5. Ez hej ji hemîyan dikim lê mixabin zêde ji kilam hez nakim ma derewan bikim? Tabi ji bo qûrayê dikarim navê şakiro bidim. Çimkî ez gelek gelek gelek dixwazim ev her sê cîld bi dest min keve çi ku beriya niha jî min dixwest bistînim lê min bi xwe re nedît hîç.
    Û dixwazim bêjim ji nifşa dawî Mesût Cizîrî heyat e nexasim kilama wî ya keyfûkê.
    Û dostum ji bîr meke ku yarikên vî zemanî bi dev dost in bi qelb û dilê xwe kafir in.
    Serhat avci

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Heyran Jaro yek ji favorîyên min e, bi dengê Evdilezîzê Leşker..

      Sil
  6. Çaxa çavê min hubeya xelkê yê bejn û bala te lawikê şêrîn ket, bi ser bînê min î nazikî kîbar da
    Ava germ herikî min hêstir berdan ez bi qurban min hêstir berdan. Şêrîno qurbano heyrano looolooo...:)

    Cemîl HORO

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Cemîl Horo dengbêjekî pir mezin e, bes qîmeta wî nayê zanîn.

      Sil
  7. Ji her du fadilên dengbêj hez dikim
    Yê ewwil fadilê kufragî ye ku bi temen û kilamên xwe mezin e ji mezinên dengbêjên çend qurnan. Yê din fadil e ew cizîrî ye bi heyran jaro ya xwe dil daye lûtkeya evînbêjiya vê qurna kambax.

    YanıtlaSil
  8. Û ez seryasê subhdem ê dawîn

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Li gor min jî di Heyran Jaro de beyraq di destê Evdilezîzê Leşker de ye.

      Sil
  9. Şakiro ~ Emro ...(Mızz Zıka)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Qîz û bûk û kur û zavayên me giş meşîyan blogannnnnn, bigota Şakiro jî.

      Sil
  10. Evdilayê Goyî-Zêrînê
    https://youtu.be/CwmlAdxjey0

    YanıtlaSil
  11. Jiber ku Goyî ye ferz e ku xweş bêje.

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails