22 Mart 2018 Perşembe

Dîyalogên Bêedeb - 2: H. Kovan Baqî: Welleh ez jinek bûma jî ez ê lezbiyen bûma

Rêza ''Dîyalogên Bêedeb'' ya Asya Dawid dewam dike. Di rêzadîyalogê de, ku taybet bo xwendevanên Perxudresê hatiye hazir kirin, îcar Asya Dawid û xwendevanên blogê dipirsin û H. Kovan Baqî jî bersivê dide.

Lezbîyen
Mızz Zıka / Perxudres
Dibêjin, “Di edebiyata kurdî de H. Kovan Baqî mêrê herî paqij e.” Gelo ji bo tu di hemamê de dişixulî wilo dibêjin?

(Spas ji ber go te ez kenandim) A rast ez nizanim “Paqijî” tiştekî çilo ye; lê belê gava ez qûna xwe û qûna serê xwe pak û delal dişom kêfa min ji bêhna min re tê. Wê çaxê ez hîs dikim go heqê min heye ez ji memikên Zeyno hez bikim. Himmm, îja hemam! Bi ya min hemam hew cihê xweşuştinê û pevşabûna azad e; çimkî xwedê li wê nîn e! ‘Esil a muhîm ew e go meriv biwêribe nava serê xwe tazî bike (min ev berî çêbûna hemamê û dînozoran kiriye), wê çaxê ji xêndî avê, gellek pêkerên xwehelalkirinê bi dest meriv dikeve. Yanê gava bêedebî qibleyê meriv be ti pirsÛgirêk namîne.

Çaxa tu dibêjî bêedebî çima dîrek têkilî tê bîra xelkê ya nizim?

Ji ber go ew bengî û parêzvanên edebê ne û edeb bi xwe sapixî ye, gava behsa bêedebîyê dibe gayin û nîhan û kutan û hemû têgihên nêr tê bîra wan. Helbûkî bêedebî xwebûn e, androjen e, jinbûnê dihebîne. Lewra Jin kakillê erotîzmê ye. Gava te kirasê erotîzmê ji jinê kir, êdî pornografî ezlem e; ji vê xalê-w wê de êdî ne girîng e go jin, mêr dixirrîne an mêr, jinê dixirrîne – lewma piştî mirina kirdeyê her kes dibe hacetê pornografîyê.
  
Bajarên bê binesazî an têkiliyên bê binesazî?

Heger heywanê nava me karîbûya bi serbestî dozînên xwe bijiyana hewce nedikir go em niha behsa binesaziyan bikin. Îja ne kole dikarin binesaziya bajaran saz bikin û ne bajar dikarin ji koleyan re bibin binesazî. Qûna go elimî be tillîkan, rehet nasekine û kurmê şîrî heta pîrî. Binêr ciwanmêr û ciwanik sîh sal berê çûne Ewropa lê hê jî mexloqatên pornografîk û sapix in. Yanê go însan biwêribe dengê nava xwe bibihîze û bijî, mekan ne muhîm in. Di rewşeke wenîko de em ê behsa kîjan têkilîyê bikin ma? Ewil gerek meriv li dengê nava xwe guhdar bike û biwêribe xwe bijî; herçiqas meriv amator û xam be jî, piştî wextekê meriv ê bixwe jî bibe binesazî û ji bajêr re jî bibe binesazî.  

Di têkiliyan de çima em seksê weke Qutîya Pandorayê dihesibînin û dijîn? 

Ji ber go zagonên qedexekar em kirine mayinên pêxistî; daxwazên go di nava me de hatine efirandin dikelin û êdî qibleyê me dibe porno, erê, ne pevşabûn, hema bê lam û cîm em tenê qonsantreyî pornoyê dibin. Lewma êdî bawerîya me bi me namîne û tim di pevşabûnê de em têkdişikên, em hevdu diêşînîn. Helbet bi hal û ruhekî wilo şikestî normal e go mêr zû vala bibe û jin ji arezû û hez û coşa pevşabûna domdar mehrûm bimîne. Yanê di halê hazir de pevşabûn, daketiye asta orgazmê. Û mîrata orgazma mêr tim zû û berwext e. Baş e, di rewşeke halo de jin wê çawa karibin bextewar bibin û mêr jî bêhnfireh? Helbûkî, gava mêr hukumdariya orgazmê hilweşîne, ew ê karibe kakilê ruhê jinê mist bide, bicoşîne, hilkişîne qotê Nîrwana. Ey helbet jina go hilkişe qotê Nîrwana ew ê mêr jî bi xwe re bifirrîne. Ji vê xalê û şûnde orgazm tê jî bila bê. Lewra êdî orgazm ne talûke û qesasê pevşabûnê ye. Îja qapaxa Qutiya Pandorayê zû dîne ser, yan na Bûmmm!

Tesîra medyaya civakî, bi taybetî mesajên whatsAppê li ser têkiliya?

Hemû newêrekên jiyana rasteqîn, bi saya medyaya civakî û whatsAppê dikarin têkiliyan saz bikin. Helbet ev talûkeyeke mezin e jî; sapixiya mêr di van qadan de bi rehetî rişma xwe diqetîne û êdî her jina xweşik ji bo wan dibe biresereke seksê. Ev yek jî dihêle go jin zêdetir zivêr bibe û hwd.  

Bi ya te pisgirêkên herî mezin di navber du evîndara de çi ye?

PirsÛgirêkek herî mezin ew e go evîndar dixwazin bibin xwediyên hev; lewra ewil azadiya hevdu dikujin paşê jî têkilî qetil dibe. Eşq berevajî vê yekê ye; ti midaxilan tehamûl nake. Yan na te bi êşeke xeddar ceza dike.

Di salên dawî de îxanet bûye wek şiqama, sebaba vê yekê çi ye?

Heger xiyanet hebe, yan eşq nîn e, yan jî eşq bêîmkan e. Sermeselê ez ji Zeyno hez dikim û ez ê heta roja qiyametê jê hez bikim; lewra dizanim go ew bi qasî nebe ya min pîroz e. Ez dildarê ruhê wê me, îja kî dildarê bedena wê be ne xem e.

Ev çi ye?

Li bêdengîya deng guhdar bike ew ê ji te’r bêje bê çi ye.

Xwendevanên Perxudresê seksa bi Kurdî meraq dikin. Yekî yan yekê wisa pirsîye: Seksa bi Kurdî çima bi pêş nakeve û însan dema bi hev şa dibin bo çi diqelibînin ser Tirkî?

Heger mêrê kurd zanîbûya go jina kurd pîrozîyeke biqusûr e, di gava seksê de jinê nedigot, “Ohh!” wê bigota “Oxx!”

''Bêedebî û doxînsistî yek e?'' dibêje xwendevanek. 

Helbet ne yek in. Kesên bêedeb, ji ber go derpîyekî wan nîn e nikarin bibin doxînsist. Lê kesên doxînsist ji malbata sapixan in û derpîyên wan hene; lema destên wan tim bi doxînê ve ne.

Xwendevan çi meraqlî ne yabo: ''Çima mezinên me ewqa guhdarî strana Ciwan a “Dil ketime” dikin û dema mesele dibe axaftin tev serê xwe dixin bin erdê? Li bende bersivek pirr sosyolojîk û pirr cînsellikê me :)''
     
Ji ber go nikarin bêjin li vê quncika erdgilorê em giştik qehpikên bêar in. Lema jî ji kirin û guhdarkirinê pirr hez dikin lê nikarin derheqê vê yekê de gotinek bi tenê jî bikin. Îja ji ber go Kurd û Îrlandî ji dêyekê çêbûne, James Joyce ji dêvla min û xwe digot: “Her jin mêrê xwe ye û her mêr jina xwe ye.” Çi jin û çi mêr, tillîkên me tevan hingî her roj bi me dilîzin tên helakê. Aqilê kêm barê tillîkan zêde dike.

Xwendevanekî/ê jî wisa pirsîye: Memikperest Baqî Kovan e, min digot qey kes bi qasî min ji memikan hez nake, lê Baqî li ser memikên Zeyno aqil firrandiye. Ka bila jê bipirsin, gelo carekê memikên Zeyno mist dayê û mêjtiye yan na?  

Welleh ez jinek bûma jî ez ê lezbiyen bûma, go karibim bi memikên Zeyno şa bibim. Îja ez pirr bi şans im go mêr im û dildarê Zeyno me. Memikên Zeyno perestgeha min in; ez çi cara çavên xwe digirim memikên Zeyno ji Olîmposê dirêjî odeya min, nava nivînên min dibe û dikeve devê min. Lê gava ez çavên xwe vedikim devê min diterikînin û hildikişin Olîmposê.

Pirsên xwendevanên Perxudresê bes. Ezpirseke biedeb û baqil bikim? Kawa Nemir Ulysses wergerandiye kurdî lê li ser twîtirê gotibû ku min ev pirtûka gewre wergerand, lakîn kurdê/a ku karibe edîtoriya wê bike hê nexuliqiye, tu çi dibêjî li ser vê meselê?

Bise bila kennê qûna min bibile! Erê, haya min ji wê hevpeyvîna wî ya bi tirkî heye. Wê çaxê jî weke niha zikê min bi Kawa şewitî bû. Helbet keçika hevpeyvîn bi wî re kiribû, keçeke bedew bû û bo Kawa gotibû, “Şa’ir û wergêrê kurd ê efsanewî.” (Helbûkî ne James Joyce û ne ti wergêrên wî nebûne efsanewî)  Helbet wê keça bedew û ev zirrpesindariya wê gewza Kawa rakiribû û Kawa firriyabû ‘ezmên, ji bo serqûnkî bikeve ‘erdê. Îja ez werim ser meseleya hebûn û nebûna edîtoran: Madem edîtorên kurd î karibin edîtoriya wergera Ulysses bikin hê nexuliqî ne, îja çima niha filankes û filankes û filankes û filankesê filankes edîtoriya wergera Ulysses dikin? (Lewra di hevpeyvîneke vê taliyê de navên edîtorên vêga edîtoriya wergera Ulysses dikin bilêv kiribû.)  Divê Kawa ewila ewil here cem mezinên derewkaran perwerdehiya xwe kuta bike, go gava derewên ecêb kir jî karibe wê binkiras bike.

18 yorum:

  1. H. Kovan Baqî tu gîzlî gay î.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Li xwe mikur were û me jî xwe jî ji xwe xelas ke. ;)

      Sil
    2. Divê em eşkere bipirsin, "gizli gay" e yan na nizanim.

      Sil
    3. Gava min dest bi xwendina metnén H.Kovan Baqî kir, min dît ku her metneke wî şaheserek e û weke xwendevaneke kurd ez bi wî serbilind û şanaz bûm. Îca hin xwendevan wé taqeté di xwe de nabînin û nikarin metnén wî rexne bikin, lewma jî érîşî kesayetiya wî dikin û dixwazin wî rencîde bikin. Helbet ev yek jî îspata xurtbûna edebîyata wî ye.

      Sil
    4. De here lê. Çi alaqa.

      Sil
    5. Li gor min li gor her nivîskarî xwendevan hene li vê dinê. Nivîskarên baş-xirab tune ne, edebîyata baş-xirab heye bêmane.

      Sil
  2. Min ê bipirsiya bê ka birêz Baqî ji qûz, qûn, memik û kîran pê ve dikare li ser tiştekî din xeber de yan jî em van peyvan ji nav axaftinên wî derxînin heqet li ortê çi dimîne.. lê napirsim, wa taliya axaftina xwe de qala tiştekî din dike, ecêb..

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kekê Yusiv,

      Di dîyaloga berî vê de, min dabû zanîn ku wê pirsên xwendevanan jî di hevpeyvînê de hebin. Qismet.

      Sil
  3. ka jê bipirse û bêje xwendevanekî min î derdgiran heye û bipirse û bêje gava wî hê li ser otlixa mala baban qelûzî vedidan diya wî li ber sêlê gazî wî dike û dibêje, biçe mala ciranan û ji min re doxeke nên bîne vê hevîrgacê ez kuştim nan şewitî wîîî. ew jî diçe ber mala cîranekê û dibêje, amê diya min doxîna te dixwaze. jinika cîran jî hema dest davêje tûmana xwe û ji xwe dixe, dide dest lêwik. feqîro nizane ka çi bike. carekê li tûmanê dinêre carekê jî çîpên amojna xwe a soxî tê ba diya xwe û şimaqeke xweş dixwe. ew roj ev roj e ev lawik ditirse û nikare bi jinan re biaxive û tiştinan jê bixwaze. bi ya Baqî ev travma çawa çîk dibe?
    hêmin DERDGİRAN

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ê min jî min digot qey derdên min hene, Xwedêo, bê lome be.

      Sil
  4. Merheba Omer, Asya û xwendevanên perxudresê. Zor kêfa min ji we û tarza we re tê. Ez ji vê keçika ciwan zor zêde hez dikim. Tarzeke wê heye û bi dû xeyalê xwe de diçe û wê bilind jî bibe em ê di televizyona de wê bibînin.
    Omer ez spasiya te dikim bo nivîs û van hevpeyvînên îddalî yên ku tu parve dikî.
    Riya we vekirî be. Em dişopînin :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba,

      Hin kes diecibînin, hin kes naecibînin. Bo hemî hevpeyvîn û nivîsan wisa ye. Li Sirûcê dibên, ''Xudê tevîşe te be'', ez jî werga bêjim.

      Sil
  5. Xêz pir xweşik e , Çend car min bo vê xêzê li nivîsê nêrî dawiyê Screenshotek girt axir :) Ez tahma nivîsên te hez dikim Emerooo . Nizam ev 2yan e , le bila dewsa vê nivîsek te ba xwezî :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas bo methan, a ji te re blogê hilde here hemî nivîsan bixwîne heyran; heta ku tu ji min qicix digirî :) Screenshota xêzê jî li canê te sihhet be, ji kîsê hevalan were malan :)

      Sil
  6. Brêz Omer; îja vê carê ez ê pirsekê biaqil bipirsim.. Gelo nava vî şerê dijwar û bêbext de mimkun e em bibin kesêk normal û gora vî normalî em ê bikaribin bijîn??

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Li gor min heta gorê ji me re normalbûn tune.

      Sil
  7. Ez di derdê we nim. hema tev garankî bikutin hev.

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails