15 Mart 2018 Perşembe

Makyaja Kitêban Bêmane

nasber
*Di ''Ditirsim Yar'' ya Jan Axîn de, ku gotinên wê Îbrahîm Seydo nivîsîne, şoreke pir xweş heye: ''Carna yarê navê mirov jî lê dibe bar, li serî dibe bela''

*Berê kesî nizanibû ''makyaj'' çi ye, digotin ''filankes dermên di xwe dide'', pîrek jî ketibû dikaneke cilan gotibû: ''Dermanê çelengîyê heye keko?''

*''Xew li min teyirî'' got jinikê, min li ferhengê ''teyirîn'' nivîsî tiştek derneket, qey min şaş bihistiye.


*Ji berê de kê xwendîye bela ji sêri kêm nebûne. Bi rêka sosyal medyayê herkes dixwîne, loma hizûr nemaye.

*Hinek îdia dikin ku çareserîya xwendina pirtir ne girtina hesabên sosyal medyayê, berovajî, vekirina wan e.

*Bixwîne, bi navê Xwedayê ku dixwaze serê te bixe belayekî mezin!

*Kesên dixwazin ji van kitêban yekê bi dest bixin bila li binê vê nivîsê şiroveyeke bi ''makyaj'' binivîsin, ku şirove pir bin ji xwe ezê qurayê bikşînim û li gor rêza min pê kitêb danî dû hev ezê wan belav bikim.

*Bi qasî min bihîstiye  di Adar ya 2018'an de sê çar kovarên bi Kurmancî derdikevin, herhal herkes li benda Newrozê ye.

*Di Newrozekê de min arê dilekî vêxistibû, bû sala din dîsa hat Newroz, ar bi xwe vemirî.

*Tenê bî xweş e, bes tenêbûna tim ne xweş e.

*Kuxik, ne jibo nexweşîyê, jiber hişyarîyê.

*Dûr dikevim ji Dîyarbekirê hêdî hêdî,  bar û warê min bi biharê re Riha, keşf bikim.

*Rast e, yek caran ez jî ji xwe pir qicix digirim, divê meriv wê jî binivîse.

*Cerd vedigerandin egîtên berê, bêjine delêl bira derdan venegerîne; xebateke nîvakademîk. 

57 yorum:

  1. Maqyaj
    Makyaj
    Make up
    Sorawk
    Derman kirin
    Siwax kirin
    Meqyac
    Meqyaca Newrozê
    Meqyaca Dawetan
    Nezewicin.
    Û
    Hizûr nemaye billeh
    (Belkî gotibe 'temirîn')
    -litfen 'bi dakikalik oykuler'

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez dikim makyaja blogan çêkim, bila pîyasa geştir bibe bêmane.

      Sil
  2. Jinên bê maqyaj jinên orîjinalin, yên bi maqyaj ez nizanim çine. Yanî heke merî xweşik û bedew be merî dê çima hewce bi maqyajê bibîne heyy maqyajperestno. (Qedrî Sipranî )

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Himmmm, ne dijî makyajê me, bes dijî makyaja zêde me :)

      Sil
  3. diya min bo yên kilkişandî dibêje, "Çikî lê lê! umma biyê! rijiya çava gullê, xwe li kulik daye :(
    M.Heco

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kî bû ew digot, ''çavên te reş in kil lê nayê..''

      Sil
  4. Rî û simbêl makyajê mêraye :)

    Litfen 'bir dakikalık öyküler an ji ophélia ya mektuplar' :))


    Ez ne Adsızım.. navê min (Prometheus Desmotes) e..

    YanıtlaSil
  5. Makyaj,
    Pêşniyarên yekemîn ji Misrê kevn 4000 M.Ö bû. Bi balkêşî, Misrê hewl didin ku ji bo mercên demjimêr çêbikin. Mirovên karûbarên Misirê bikar anîn ku ji cenazeyên cûrên cûrbekirî û karên xwe ji aliyên cûrbekirî yên cuda yên cuda ve hatine bikaranîn.
    Li otobusên kevnar ên kevnar, çavên di çavên jinan û mêran de baldarî bikişe. Ew ji bo çavên wan bikar tînin. Li gor lêkolînerên fransî, ku di Misirê de tê bikaranîn, ne tenê neheqê Misiriyan bandor bû, lê herweha wan li hemberî enfeksiyonên xwe û parastina wan nexweşiyên çavên xwe dikin.
    Xemgîniya Amatöre û tîmeya wî diyar kir ku hezaran sal berî ku Misrê kevnareyan materyalên bingehîn ên ku di kemmetîk de, bi tevgera çêkirî tê bikaranîn. Hin Misir bawer dikir ku ev çêkirina maqûlîk bû, hinek jihevkirin dê li hemberî Horus û Ra ji nexweşiyên derheq biparêzin.
    Bi taybetî di nav Misrê kevnar de bi materyalên materyalî hatine şandin. Di dema kolanan de, hebên cilên çerm û hûrgotên di nav şok û jar de veşartin.
    Bi rastî, şehrezên ku yên pêşîn didin anîn berdewam dikin ku piştî hezaran salan heman berhemên firotin. Tûrîstan ku diçin Misrê, materyalên mestikên rastîn ên balkêş in.

    Li bi ya min, tû xweşikî ecêba?


    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas bo van agahîyên xweşik. Ka tu kî yî heyran, navekî bêje :)

      Sil
    2. Kurmanc û pelezêsk im, kûhî û kenarî,
      Ev çend xeber in di kurdwarî,
      Hiş, pir dereng qebûl dike kesekî,
      Ber pereng ê xêzanê da bendbendî.

      Sil
    3. Çend perwerî yî çend xudreste yî? :)

      Sil
    4. Hosî duyemîn da, jêgirî ya heftan e.

      Sil
    5. Eger navekê nenivisî, bibore tevlî qurayê nabî.

      Sil
    6. Min nivîsî qurban.
      Ma Xanî tenê ê teye,
      Nav, min teva gotina Xanî da got "Pelezêsk" e.

      Sil
    7. Tu rast dibêjî heyran, Xanî ê te ye jî wey.

      Sil
  6. Min, çavê bi kil digeriya derket tonek makyajkirî.. :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ma kil ji makyajê nayê hesibandin? :)

      Sil
  7. Erzanî li vir danî, werin makyaja!

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Dikim çerxa Mûsayê Dikandar bişkînim! Êdî Perxudres Makyaj heye heyran.

      Sil
  8. makyaja lı ser rıhe me hat paqijkırın edi em weki kujeren hatin pedandın. sax bekes u miri

    YanıtlaSil
  9. Gelo yên nebedew makyajê dikin çi?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Wellehî nizanim, min nebedew nedîtine heta niha heyran :)

      Sil
  10. Ji ber makyajê mirov hinek kesan nas nake 😊😊

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bi Perxudres Makyajê meriv herkesî nas dike, meraq meke :)

      Sil
  11. makyaj karê min e bira :)
    Asya

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Baş e, emê te bo Perxudres Makyajê bişixulînin, ji kerema xwe CV'ya xwe bişîne :)

      Sil
    2. ahahahah temam makyaja bloga te ya delalî ji min :)

      Sil
  12. Hûn hîn qala maqyaja jinan dikin, ew roj min li ser malperekê çîçekên tên xwarin ê ji bo maqyajan xwarinê dît. Em tim li dû tiştan e :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Hella hella, bayanlar güldür ma çiçektir, çima çîçekan dixwin ku? :)

      Sil
  13. Serhat avcı
    Kuro dev ji 'makyaj'ê berde te do maça Barcelonayê temaşe kir? Messî niyha Chelseayê du heb golên bêhempa avêtin û asîsteke jî muthiş kir. Bi şeref careke dî futbolbazekî wilo serkeftî nayê li rûyê erdê. Gola xwe ya sedî ya lîga shampiyonan avêt. C.ronaldo jî sed got avêtine lê ronaldo di 137 maçan de, Messî 123 maçan de...
    Neyse dirêj nekim her du jî bi qasî barê hezar keran pere qezenc dikin amk

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Perxudres Makyaj dikê makyajeke taybet bo temaşevanên futbolê çêdike. Bi vê makyajê dê her pozîsyon xweşik xuya bike bêmane :)

      Sil
  14. dibêjin makyaja berê gîhayê belhewîs bûye :)

    YanıtlaSil
  15. Perxudres Makyaj ser gîhayên berê jî lêkolînan dike, em dikin serdama berê û ya niha bicivînin, tiştekî nû çêkin :)

    YanıtlaSil
  16. Makyaj tiştekî xweşe yav. Ne bi zorî lê keçik dema bimakyajê xwe dixemilin xweşikbûna wan jî behtir dibe :-)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Makyaja zêde xweşikîyê diherrimîne bi min :) Şêrîn û xweş e, bi xeml û makyaj e jina Kurdî, bêmane :)

      Sil
  17. teyirîn bûya ê xweş bûya (wek bû teyr firî), lê tewirîn bûye:

    https://ku.wiktionary.org/wiki/tewir%C3%AEn

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Kekê Fatih, ezê careke din bi jinikê gotin bidim.. Qey gotîye ''xew li min tewirî'', lê min ''teyirî'' fehm kirîye.. Şiroveya te bêmakyaj e, hay jê hebe :)

      Sil
    2. Dibe ku jinikê makyaj li bilêvkirinê kiribe.

      Sil
    3. Ellêêêê, qet nefikirîbûm, te çi xweş li hev anî :)

      Sil
  18. Nizam çima lê wexta dibêjin makyaj strana Ciwan tê bîra min ewa dibêjî "Çavê xwe kil meke , lêve xwe sor meke. Tu ne muhtecî lê cemala xwe xirab meke. " P.s : B.M

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. A min jî Mihemed Şêxo tê bîra min, çava kil ke xeml û xwe girêde keça delaaaalll.

      Sil
  19. Bes jinên başûrî bêjin em xwe makyaj dikin. Ne min go ne jî te bihîst. Lê ew çi ye bavooo! Mele wekîl nîv kîlo makyaj li xwe didin. Bi şêweyekî gothic....

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Dibêjin jiber ku li cem Ereban makyaj zêde loma li cem başûrîyan jî wisa bûye, li binxetê jî li gor serxetê zêde ye herhal :)

      Sil
  20. Nizam çira jinên Europî ji jinên Rojhilatî kêmtir makyajê dikin, pîvana vê çi ye eceb!? (Şiyar Şerîf Berazî)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Pirseke xweş, delîl û îstatîstik hene? Lazim e meriv vê pirs bike ji jinan.

      Sil
  21. Di kurdî de ji bo maqyajê "wesim" têgotin. Peyvek gelek fonetîk e, hêvîdarim zêdetir bête bikar anîn, Nivîskarên me zêde bikar naynin.

    YanıtlaSil
  22. Welle êdî şirove nakim, çend car e dinivîsim ji min re dernakeve, hew xwe dihetikînim. Min di şansê xwe kiro

    YanıtlaSil
  23. Şiroveya te bêmakyaj e Inan, dermên di şansê xwe bide :)

    YanıtlaSil
  24. Keçikên me jî êdî bi makyaj û bi efektan xweşik in wekî din kêrî tiştkî nayên :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Nola te nafikirim, bi min bê makyaj û efekt jî xweşik in yaw, ma çito bû :)

      Sil
    2. Makyaj jî zanebûnê dixwaze ev mêre dibên jin tenê bi makyajê bedew dibin keremkin heyran hûn jî heman makyajê bikin hûnê bişibin çi gelo?

      Sil
    3. Pirseke pir xweşik.. Ji kerema xwe navekî xweşik jî li vir binivîse.

      Sil

Related Posts with Thumbnails