30 Mart 2018 Cuma

Mala Xwedê û Mala Gel

Ala Tirkîyê
Mala Xwedê
Mîna gelek ewladan ez jî bi qasî ji dest min tê guh didim şor û şîretên dê û bavê xwe û ku ne di her tiştî de be jî, di pir tiştan de, dilê wan çito dixwaze wer dikim.

Berê ez li Dîyarbekirê dimam, lê ew demek e jiber kalbûn û pîrbûna bav û dîya min, nigekî min li Riha ye. Loma hema bêje êdî her În, hîn em î hîn li ser taştê ne bavê min di bin çavan re li min dinêre û nimêja Înê bi bîra min dixîne.


Bi qandî bavê xwe ne li rêya Xwedê me, lê seba xatirê wî, hinekî jî bo hêjabûna Xweda yê ku xweşî jî xuliqandîye, royên Înê pir ne bi dilê min jî berê xwe didim camîyekê û bo kêfxweşîya bavê xwe nîv saeteke xwe li wir dihelînim: Bi guhdarkirina xutbe û bi du rekat nimêj.. 

Îro Înê, dema ku bavê min dîsa nimêja Înê bi bîra min xist vê carê min xwe ranegirt û bi hêrseke dengnizm min ji wî re da zanîn ku li hemî mizgeft û minareyên li Riha alên sor û sipî li ba dikevin û di duayan de jî îmam ji cemaatê dixwaze ku em ji hemî kirên dewleta Tirkîyê re bêjin ''amîn'' û saxî û silametîya wê dirêj bikin.

Bavê min ê di destê Tirkîslam de neçar maye, çareserîyereke çê dît hema ji min re: ''Wextê ku te destê xwe vekir, ji her diayê îmêm re mebê 'amîn' tu jî..'' Dûra bo ez îllem herim jî adreseke camîyeke ku behsa dewletê nake da min: ''Li pişt beledîyê camîyek heye, here wir nimîya xwe bike, îmamî wir behsa dewlet û beyraqê nake''

Min got ''temam..'' Ez dikim çîşkî din avdestekê bistînim û di ser bi dehan mizgeft re herim wê mizgefta ku qala ala û dewletê nake; ya rast xweş xeber e lê min ne bawer e.

Difikirim hinekî.. Dema Herba Kobanîyê, şênîyê ku ji wê hêla din hatibû hêla Sirûcê, ji cîhê avahîya Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) re digotin ''Mala Gel'' Di wê malê de Ereb, Kurd û Tirk hebûn. Li van deran mala Xwedê êdî ne mala gel e û hikmê Xwedê bi qasî partîyekê jî tune! 

2 yorum:

  1. Xwedê limêja te qebûl bikê û di'ayên wan î ji bo dewleta wan qebûl nekê. Amîn. Ev jî di'aya îro .

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Dikim bêjim Xwedê heye xem tune, lê Xwedê heye xem jî heye.

      Sil

Related Posts with Thumbnails