2 Mart 2018 Cuma

Sebir û Hemam

*Rojev; li Amerîka şêwirmendeke Donald Trump ji kar vedikişe, Neteweyên Yekbûyî radigihîne ku piştî biryara agirbesbestê bo Sûrîyê, şer ji berê gurtir bûye.

*Ji Rihayê ber bi Wêranşarê rê.

*Di rê de ji nû ve xwendina hin notên Mark Sykes û methkirina ger û seyrana wî ya seyr.

*Serdana karmendekî bêsedem ji kar hatîye îxrackirin.

Viranşehir Sabırlı Kedi
çima wilo bi sebr î
*Li Sabırlı Kediyê xwarin û vexwarin.

*Pirs: ''Çima navê vê derê Sabırlı Kedi ye?'' Bersiv: ''Patronê me jî mîna pisîkan bêsebr e''.

*Mentionên li Twitterê, sohbetên li Line û Whatsappê.

*Li mailan veger, nivîsîna hin mailan.

*Vegera ji Wêranşarê û li ser rê dagerîna Germava Karaaliyê.
Germavên Karaali
germavûav
*Cara pêşî çûyîna hemamekê, di hêwz de avjenî. 

*''Eyb e jibo ehlê eqil teftîş bikin marîfetê'' ya Feqîyê Teyran.

*Telaq, qilêr, kef û masaj û kêf.

*Li vegera Riha şaşkirina rê.

*Ji Spotifyê guhdarkirina Mirady û Abbas Ahmed.

*Vekirina qêpi, dê û bav li ser nimêjê.

*Bêzarîya ji înterneta giran.

*Mûçeya derengketî, acizî. 

4 yorum:

  1. Ka ku anha himamokeke germ heba...

    Hemî tişt bikewandaya...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Adsız,

      Herî himamokeke germ, bi qasî te kewand..

      Sil
  2. nebû qismet ez neçûm lê dibêjin xwarina 'sabirli kedî' gelekî baş e. Min ji hevala bihistî bû , rast e?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Berî xwarina mezin were, sihenek goştên kitkitî anîn. Min ew pir eciband. Dew jî xweş bû. Wekî din di xizmetê de jî bêqusir bûn. Ku rêya te bi wê hêlê ket, çavekî lêxîne.

      Sil

Related Posts with Thumbnails