14 Mart 2018 Çarşamba

Serdem

tac

*Nezanîna siran ji zanîna wan çêtir e. Sirf seba sirên xwe ho nebim dikarim eynikekê cîrqqqq bişkînim, hûrhûrî bikim.

*Delîlên Demê: Fotografên Instagramê.

*Fer bi hev re xayîn nakevin, cotên xwe bêkes û belengaz nîşan didin sohbetên li Whatsappên xwe ji hevdu vedişêrin.

*Tirsa ku xelasbûna dermanan dide jî heye, xelas bû, divê herim yên nû bistînim. 

*Dînî Mihemed î eşkere ye, sextekarî divê veşartî be. 

*Berî 30 biqulibe gurçik û zikên bezgirtî; spor wextekê tenê futbol bû. 

*Stalkerîya profesyonel dikim, bi heqê xwe: Piştî ku florta we qedîya, wê/wî li kû çi kir, niha çi karî dike, vê dawîyê di etîketên wê/wî de kî hene, li kû ye û gelek tiştên din; mîna raporan her roj ji te re bişînim. 

*''Sebeba serê min bû va serdema'' binivîsin li ser kevirê gora min, li binê kevirê bila cîhê şiroveyan hebe bo kesên tên serdanê. 

*''Rexnekirin heye, reşkirin heye, ne yek in'' ji vê gotina min hez kirine; aidî min e gotin nizanim, min jî hez kir. 

*Feodalîzm rê nade ku jinek di dolmişê de li ser piyan bisekine, wê îlleh cîhekî jê re çêke; dînamîzma van îzmên din jinikê dikare ji dolmişê jî biavêje. 

*Teng e teng e teng e, civata Kurmancî pir teng e; loma her tişt pir bi deng e lê di eslê xwe de bêreng e. 

*Hez nakim ku kesên ku jê hez dikim, bi kesên jê hez dikim re bidin bistînin û li dora min xelekekê çêkin û pê min bifetisînin. 

*Trseke req çêdike êdî hez, reqsa şik û şubheyan. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails