9 Nisan 2018 Pazartesi

Belkî Em Esirekî Din Nebînin

Qijik
çar
Ez û Simko li Karga Kafeyê rûniştibûn û me qala ferzên flortan dikir. Du çay hatin. Gêrson X'yek avête ser adîsyonê û ew danî ser maseyê.

Min dît li pişt adîsyonê şiîreke Şêrko Bêkes ya bi nav û deng heye, lê navê wî li binî nenivîsîbûn. Ez aciz bûm. Min telefona xwe derxist û hîn fotografeke wê neheqîyê digirt, Sîmko go ''Ka rismeke min jî bikşîne''

Makîneyên herî xweşik jî bi şev rengê rûyên bi ro nadin, loma min got ''Ez siba yeke te bikşînim, siba esir..''

Simko, bi hevokeke hemî şiîrên Şêrko Bêkes dan ber xwe û çû, li min vegerand:

''Belkî em esirekî din nebînin..'' 

8 yorum:

  1. Dû vê gotin ê Simko, geres te ew jî kişandibe. Ka, me Simko ne dît?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Tu wî nebînî çêtir e, hîs bike.

      Sil
  2. Te kişand ema ne?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kekê e'mer merheba ji te re. Ez xweyyê karga cafeyê me. Min ji qesta navê nivîskar nenivîsî. Min got yê dizane jixwe dizane, yê nezanibe wê ji me bipirse û em jî yê agahîyên berfirehtir derheqê şêrko de jê re bibêjin baş pesnê wî bidin. Bi vê yekê şêrko bêkes baştir bidin nasîn. Heke navê wî hebûya tu kesî wê ji me nepirsîya ka ev camêr kî ye...

      Sil
    2. A te jî taktîkeke xweş e Kekê, de şallê milet tim meraq bike û bipirse.

      Sil
  3. dem dîsa desté sibé,li bendéme ku bi nivîsek tehm xweş(tahl) taşté ya xwe bikim.li gel peyvan.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Xweş, ne xweş li canê te sihhet be em bêjin

      Sil

Related Posts with Thumbnails