1 Nisan 2018 Pazar

Berhevkarê Xwelîyên Tenik: Ferlinghetti

Cevat Çapan

Realîte: Cevat Çapan marka ye, mêrik destê xwe avêtîye çi meriv dixwaze bixe destê xwe bixwe.

Kişf: Heta kitêba Lawrence Ferlinghetti gêhişt ber destê min jî min ji cenabê wî tek risteyek nexwendibû.

Ronesansa San Francisco: Li bendê bûm ku li Dîyarbekirê ronesansek çêbe, lê nîvçe ma bi min, dûra Mêrdînê bar hilgirt ser xwe lê arê wir jî zû vemirî, qey loma keç û xortên Chalak Eventsê xwe dane ser Wanê.


Beat Generation: ''Beat'' her çiqas ji ''beatific''ê peyda bûye û wateya wê tiştekî nola ''zana'', ''rihsipî'' ye jî, bo nivîskarên têkçûyî û xwedeketî hatiye gotin. Wek ku em zaroyên mîrê mîran bin, navê me bikin ''Nifşê Mîrî'', lê ro bi ro em bixesirin û di devê xelkê de bibin ''Nifşê Mirî''

Berkenê Bohem: Ferlinghetti xwe ji ''Beat Generation''ê nahesibîne û bo xwe dibêje ''Bohemê Dawî'', lê wî teqez hay ji şairê ku dibêje ''li kîjan gulê binihêrim tu vedibî ji nişka ve'' tune, halbû Bereh jî di her sohbetê de bi bîr dixîne ku bohem e, mamoste.

Xeyal: Ferlinghetti li Weşanxaneya City Lights Books berhemên şairên ciwan çap dikirîye, bi babeta berîkî û li dinê deng vedaye; difikirim.

Araplar
netewe
Bersiv: Navê helbesteke Ferlinghetti ye ''Ve Araplar Korkunç Sorular Sordular..'' Duh min ji hin ciwanan adreseke kafeyekê pirsî, ku ji min re cîh tarîf kirin, min ji Tirkîya wan fehm kir ku Ereb in. 

2 yorum:

  1. Abê ti jî zanê, Mêrdîn ne Mêrdîna berê ye,Chalak nikarê xwe li vir li ser piya bigrê.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Nızamim, ku mesele berê ye jixwe Dîyarbekir jî ne Dîyarbekira berê ye.

      Sil

Related Posts with Thumbnails