12 Nisan 2018 Perşembe

Blogerên Kurd Dixwazin Min Bikujin!

cangiranî
Bi rutîna her ro ji mal derketibûm û piştî hin hevdîtinan, di guhên min de stranên Bilind Îbrahîm, bi çavdêrîya însanan ji xwe re ji Koşuyolu Parkiyê ber bi Ofîsê hêdî hêdî dimeşîyam.

Li ser hev çend mesajên Whatsappê hatin. Da ku kêfê li xwe neherimînim min got ''De eze dûra lê binêrim..'' Ku mesaj nesekînin, min fehm kir ku tiştek heye û ez hema ketim Whatsappê: Çend xwendevanan ji min re bi emojîyên kenê nivîseke Zinarê Xamo şandibûn û tiştên wek ''bes bixwe looo'' nivîsîbûn.

Min vekir nivîs xwend. Apê Zinar di ser nivîseke min re şîretên zehîfbûnê li min kiribûn û gotibû ne bi meşê, lê ancax bi xwarina hindik meriv ji qelewbûnê bifilite û berê min jî dabû Nanoziko bo şêwirmendîya kêmkirina kîloyan.


Rihsipîyê civata me blogeran e Apê Zinar, mezinekî me ye, hez û hurmeta me jê re heye. Min di şorên wî de ti xerabî nedît û min rabû nivîsa wî li Facebooka xwe jî belav kir.

Ez dikira li Ofîsê biçûma xwarina şîvê, lê li ser wê nivîsa Apê Zinar min xwe ragirt û min got ''Wanî nabe, gerek e ez îşev dest bi parêzê bikim'' Loma min hema hawara xwe gêhande Nanoziko. Wê jî got ku komeke wan ya Whatsappê heye, ew her bihar bernameyekê dîyar dikin û li gor wê çend kîloyan didin. ''Ê rind e'' min got, ''min jî di grupê ke''

avî
Di komê de xêncî min û Nanoziko, yekî bi navê Dijwar hebû. Min nas nedikir, loma min got ''Va kî ye lan'' û ez ketim profîla wî. Dijwar navî mêran bû, lê vî mêrkî ti foto nexistibûn profîla xwe - elel ecêb - û hevokên ku wî ser xwarin û nexwarinê dinivîsandin jî dişibîyan yên jinan. Hin şuphe niqutîn dilê min, lê ez tavilê qeherîm ji xwe re: ''Qîzik ji te ra çêyîyê dike, tu di wir da jî li dû şopa şupheyan dikevî!''

Min şik û şubhe danîn hêlekê û min guh da ser gotinên Nanoziko. Li gor gotina wê, lazim e min xwe dûrî tiştên sipî bida, nan, birinc, şekir, şêranî û tewr xwê jî hindik bikira û her ro jî herî kêm 3 lître av.

Me li hev kir ku em fotografên taşte, firavîn û şîvan ji hevdu re bişînin û bi qewla dîyetê bixwin vexwin. Jiber ku gava xanimek tinebûya di xwarina min de jî dûzen çênedibû, Nanoziko û Dijwêr - tewanga te xwaro - dikira rê di ber min kirana. Loma ser pêşnîyaza wan ez çûm ku şîş mirîşkekê bê nan bixwim.

Têrnebûn
têrnebûn
Li cîgercîyekî ku berê çend bîranînên min lê çêbûne rûniştim û min di emrê xwe de cara pêşî xwarineke bê nan xwest. Her ku garsonekî nû dihat û didît ku li maseya min sepeta nên tine, diçû ku bîne, lê garsonê min jê şîş-mirîşk xwestî digo ''Camêr, dikê bê nan bixwe'' Min seleteya xwe pak qedand û mirîşk qedand û ez derketim ku heqê nên - nan tine nan tine - heqê xwarinê bidim, kasîyêr go ''Kart naşixulin..''

Heqê xwarinê 19 lîra bû. Qey jiber ku min nan nexwaribû û çay jî venexwaribû hinekî zêde hat bi min. Min nihêrî li ser min 19 lîra tune, min got ''Ez herim ji bankamatîkê bikşînim'' werim.

Meşîyam çûm bankamatîkê ji min çend sed metroyan dûr. Di rê de min vekir li nivîsa Apê Zinar nihêrî careke din. Înanolo li binê nivîsê şorên nemayî kiribûn li ser min. Li gor gotina wî min bi hûrê xwe yê mezin îmaja blogerên Kurd daxistibû binî sifirê, lazim e min dev ji blogerîyê berda filan. Nanoziko behsa şîretên xwe kiribû û bi ken gotibû ku ''..êdî Omer bi rastî jî dixwazi kîlo bide'' Apê Zinar, yê ku di nivîsan de bo îdolbûna min metha min dabû, ez di şiroveyan de kiribûm binî erdê. Dîsa şupheyek li canê min eyan bû, lê min ji xwe re got ''De tiştek nabe, bloger yek caran ji xwe re tiştên mîzahî dinivîsinin bo ku civat xweş bibe..'' û min di xwe de sar kir.

los
Min karta xwe xiste bankamatîkê. Pereyên min yên di hesabê min de min kir nekir, min nikaribû bikişanda. Loma min mecbûrî bi faîz avans kişand û ez vegerîyam cem cîgercî, min heqê xwarinê dayê û min bi pirsan da rê: Apê Zinar çira berê metha min dabû û dûra pehînek li min xistibû, Înanolo çira werga li ser min şorên giran kiribûn, Nanoziko tevî ku zanibû qafî min bi şêranîyê dişixule çira gotibû ku bi temamî dûrî şêranîyê keve? Dijwar kî bû? Îşev çira cîhaza postê ya cîgercî neşixulîbû û bankaya min çira pereyên min nedabû û ez mecbûrî faîzê kiribûm?

Ez bi van pirsan heta asansora apartmana me hatibim û ku min dît ew jî naşixule, komploya gumankirî ya blogerên Kurd bi vîzzzzzzîneyekê li serê min ket. Ez hema ji merdîwanan rabûm jor û min li ser defterên xwe plana zexel zelal kir:

*Şahê blogerîya Kurmancî Zinarê Xamo nedixwest Perxudres xwe bi tîraja wî gêhîne û taca wî ji dest bistîne, loma dixwest min gêr ke.

*İnanolo serê xwe bi projeyên nû re diêşand, nedixwest projeyên wî di taldeya projeyên Perxudres de bimîne; loma dixwest min gêr ke. 

*Nanoziko êdî navdar bûbû, bihîstibû ku Perxudres jî dê li ser xwarin û vexwarinê binivîse, reqîb nedixwestin; loma dixwest min gêr ke.

*Zinarê Xamo û İnanolo û Nanoziko li hev kirin û dijî Perxudres planeke pergendekir çêkirin.

*Li gor planê, Zinarê Xamo dê bi nivîsekê hinekî metha min bida û hinekî li nigê min xista û ez bixistima feqa Nanoziko.

*Nanoziko di koma Whatsappê de bi hevkarîya Dijwarê Bêfotografaprofilê re, ku dê piştre eşkere bûbûya ku jinek e, zor li min bikira ku ez ji şêranîyê dûr bikevim.

*Dijwarê Bêfotografaprofîlê dê ji dîyaloga komê derbazî mesajên taybet bûbûya piştî ku eşkere bû jin e û dê bi sohbetên erotîk ez ji rê derxistima û screenshotên wan dîyalogan ji İnanolo re bişanda.

*İnanolo û Zinarê Xamo dê dîyalogên min wergerandana zimanên bîyanî û di qada blogerîya navneteweyî de ez bi tacîzê tawanbar bikirama.

....

Ez planên wan yên din nabêjim, lê ez rind zanim İnanolo, Nanoziko û Zinarê Xamo tirba min dikolandin û wan xwe dabû ber ku dest danîna ser mal û milkên Perxudresê!

Lê bila zanibin ku ez ne ew mêrê ku bi feq û falan xwe xirt û davêje tirbê me!

İnanolo! Zinarê Xamo! Nanoziko! Ne di şiroveyan de, ne di nivîsan de, ne li Facebookê, ne li Twitterê, ne li Instagramê, ne li Whatsappê, ne jî li rê dermekevin pêşberî min!

We ji bîr kiriye ku Perxudres bi ro perwerî ye bi şev xudreste! Ewê ro û şevên we yên mayî li we heram bin! De herin ji xwe re tev şêranîyeke bixwin! 


10 yorum:

  1. Heger min bi nivîsa xwe bi qasî serê derziyê jî dilê ”Blogerê hoste û îdolê keç û xortên bloger Emer Farûk Baran” hîştibe ew ji hezkirinê ye.
    Herçî mesela ”komployê” ye halîhazir ”em” li ser nepeyivîne û hîn ne aktuel e.
    Lê di texmîna te ya dexesiya ji Perxudresê da para rastiyê heye, ez vê rastiyê înkar nakim…
    Dara bi fêkî her kes kuçê xwe davêjê…
    Ez amademe cezayê faîza te bidim…

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar,

      Min dijî komployên wê hemîyan tevdîr gerandîye :) Hûn tev bûne yek ku ez seri deynim, lê ez dev ji doza xwe bernadim. Tew boşê xwe mewestînin.

      Sil
    2. Dibê meriv tim tivdîr be, "dijmin"tu carî ranakeve.
      Gotina rast destpêkê tahl be jî dû ra şîrîn dibe. Rexneya min û hevalên min tu aciz kiribe jî berhema wê ewê li feydeya te be. Wa ye te îro gava pêşî avêtiye. Du, sê mehên din di heqê “rexnegirên” xwe da tu yê hîn pozîtîf bifikirî..

      Sil
    3. Apo, min bi henekî nivîsî ha, bira dilê te ji min nemîne :)

      Sil
  2. Vay delikanlı gönlüm vay sen bu kurşunu yine mj yedin, :)
    Heyfa mêran ka li ser hurek va şerê cihanê derdikevi na heyran na ka hemu werine hewayek paqij li zozanên Qilêban ê bikşînin siha xwe û em runin li ser zikê dîne biaxivin.. gelo çima kutuplardan basık ve ekvator bu kadar şişkin ; (

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Kînga werim heyran? Min dest bi dîyetê kiriye :) Niha nabe.

      Sil
    2. :) Yolculuk şahane diyet bahane heyran hema kengî bixwazî wer kerem bike..

      Sil
    3. Temam, ku ber bi wan hêlan hatim, ezê xeberê bidim te.

      Sil
  3. Dest bi nivîsa fîlmekî polisiye bike 😂😂 hêvî me ku te doh piştî 12ê şev de neçû zik neda ber şêraniyê :(

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Na na, ez dikim di blogê de beşa dîyetê vekim :) Min hîn ji duhinî ve devê xwe bi şêranîyê nekiriye.

      Sil

Related Posts with Thumbnails