18 Nisan 2018 Çarşamba

Bo Kübra Sağır Mektûbek

Loqima Efrînê
binivîs û bişîne 
Merheba xwendevanên Perxudresê!

Ez dibêm qey li welêt ti Kurdên ku bi xwe yan û nas û dostên wan neketine hepsê nemane.

Loma ezê dûr û dirêj behsa kêfxweşîya ku tek mektûbeke tenê dide hepsîyekî/ê nekim.

Kübra Sağır, ku li Zanîngeha Boğaziçiyê xwendekar e, jiber protestokirina ''loqima Efrînê'' tevî hin hevalên xwe kete hepsê; ji nêv wan yekane Kurd, Kübra ye.

Ti hevaltîya min û Kübra tine, lê tenê nivîsên wê yên bo kovarên Kurmancî kiriye ku di navbera me de peywendîya nivîskar-xwendekar çêbibe.

Loma ez dikim jê re nameyekê binivîsim û hewil bidim wê hinekî bikenînim.

Bi heqê blogerîyê, ez bi rica bang li hemî blogerên me yên Kurmanc û xwendevanên wan dikim ku hema sê çar hevok bin jî ji Kübra re mektûbekê bişînin.

Spas.

NOT: Rewşa Tirkîyê jixwe hûn dizanin, mektûbên bi Kurdî nayên qebûl kirin. Ji kerema xwe mektûbê bi Tirkî binivîsin.

Adres: Bakırköy Kadın Kapalı Cezaevi, Zuhuratbaba Mah. Dr. Tevfik Sağlam Caddesi, Lepra Hastanesi Yanı No: 28 B6 Koğuşu Bakırköy / ISTANBUL


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails