11 Nisan 2018 Çarşamba

Derbên Derdanê

Maça Futbolê
şekirek
Guman: Ji Cotmeha 2017'an vir ve cara pêşî xulq li min zêde teng bû; ya jiber barana Nîsanê bû ya jî min dermanên xwe bi şaşî zêde xwarin.

Ducanî: Berê tenê jinan digo, niha jin û mêr tev dibêjin ''Tu zêde qelew bûyî'' Bi hûrê xwe re perîşan bûme, dimeşim nameşim danakeve quzilqurto.

Instagram: Bê lome be. Çendakî min girtibû û ser û guhê min kerr bû. Piştî wê Hizûra Bêinstagram, vekirina wê ji nişke ve, şaşîyeke mezin bû. Vîz vîz vîz vîz, stalk û storîyan ser û guh ji min kirin.

Paşxane: Min ser Şêwirên Onlayn weşaneke zindî kir ji Instagramê. Performanseke xirab bû, baş e ku di medyayê de ne li pêş, lê li paş ekranê me tim.

Screenshot: Xanimekê ji min re got ku jiber şêrînbûna min ya di weşana zindî de wê ji ekranê fotoyek girtîye û ew ji min re şand. Qet ne şêrîn bûm, lê min got spas, spas, spas, wê jî got ku spas xweş, spas xweş, spas xweş.

Încas: Alû, alûce, hilû, şilor, hilûzerk, dembûl, hêrûg, erîk, prunus domestica derketine. Derbaz dibim di ber încasfiroşan re, di serê min de çar peyvên Hamid Omerî govendê digerînin: ''Şahî şînê pîne nake''

Lêzêdekirin: ''Serqot'' û ''çîprût'' ne ti peyv in êdî di civakê de. Li gor îro ro, min di ser tarzeke xaniman re got ''keçikên navikxuya'', Înanolo jî got ku ''Na na, keçikên navikşikên''

Temaşenevan: Li Sadık Künefeyê rûniştibûm. Wer bi tesadufî min jî maça Roma û Barselonayê sêr kir. Wiqas pir dûr ketime ku ji futbolê û heyecana ew dide..

Diyarbekir
aştîyawan
Dewlet: Li wê mekanê di camekanan de fotograf û gotinên Arjen Arî, Cegerxwîn, Mehmed Uzun û Musa Anter hebûn. Niha li wir gotineke Yunus Emre heye: Nevîyên nezan yên zanayan, ji me dixwazin ku em xwe zanibin. 

Rêç: Şîfreya Twitterê ya hesabê malpereke nûçeyan kete destê min. Ez ketimê û min berî herkesî xwe şopand.

Offfkujer: Xanimekê got ku ''Ger dixwazî acizîyê ji xwe daweşînî here neqş û nimûşê bielime..'' Çima na, berê desmalan çîn bikim û dûra bibim desmalê destê keçkan. 

Sûrîye: Avahîya Komeleya Herbhezan. 

4 yorum:

  1. Ziman:Ma zikê te têr dikiye? Karên pûç û qisên qor(!)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Em wê bikin ''Zimanê Kurdî'', bo zimanên din wisa nabêjin.

      Sil
    2. Mebesta min kurdî bû jixwe

      Sil
    3. Heyrana mabesta te heyran.

      Sil

Related Posts with Thumbnails