16 Nisan 2018 Pazartesi

Dermanê Darçînî û Benîştê Mêran

First Sensations
av, çoçik û benîşt
Dîyeta min di roja pêncan de didome. Rast yan derewa hest û hestîyên min, ez xwe hinekî sivik hîs dikim.

Êdî li def û dawetan, gava çayê belav dikin kevçîyê çayê bi kubarî li ser tepsîyê datînim û şêkir red dikim. Niha li mal kunefe jî heye, lê ez nakevim hepsa nefsa xwe, çinku min çareserîyeke çak î pak dîtiye: Darçîn!

Jiber heza min ya li ser şêranîyê, serê pêşî şîreta darçînê jî li min kiribû Nanoziko, lê di gijegija dîyetê de min ew tahm fehm nekiribû.

Arjînê duhinî ku go ''Xalo ku te hesretîya şêranîyê kişand xwe li darçînê biqelibîne..'', şîretên Nanoziko hatin bîra min.

''Darçîn'' ya ku ez berê Tirkîya wê elimîbûm, tarçın, û paşê ku min ji devê dîya xwe bihîstibû û bi min komîk hatibû, jixwe ''Dara Çînê'' ye û rehên wê ji Asyaya Başûr li dinê belav bûne.

Li gor gotinên pisporên xwarin û vexwarinê, darçîn rê li ber krîza şêranîyê digire, metabolîzmayê dişidîne û hişên meriv topî ser hev dike.

Milet ekserî bi ser meyweyan de direşîne toza darçînê. Li ser pêşnîyaza şêwirmendan, ez çoçikên darçînê bera şûşeya xwe ya avê didim.

Her ro sê lître av vedixwim; her ku tehma darçînê di şûşeyê nema, çoçikê derdixînim û yeke din dikim şûnê.

Min berê ava bi leymûn jî ceribandibû, lê min ya bi darçînê pirtir eciband. Di ava bi leymûn de rûyê min tirş dibû hinekî, lê di ya darçînê de, her ku vedixwim bêhemdî min kenekî sivik tê ser lêvên min.

Îşê ku nekenim? First Sensations, ku markayek e benîştan e û bi nav û deng e, ser benîştên darçînî ''bo mêran'' nivîsîye. Mala Bavê Hecî me, benîştê xwe dicûme, lê dicûm dicûm xwe jin hîs dikime. 

2 yorum:

  1. Dilê min bi te şewitî. Serkeftin ji bo diyata te :))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spaaaasssss, dilê min dielime zikê min hêdî hêdî :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails