13 Nisan 2018 Cuma

DÎYET - Bêrîya Şêranîyê Dikim

pirtukakurdi
nefs
Îro di dîyetê de roja min ya duduyan e. Min nan û şekir bi temamî terikandîye. Li ber nên nakevim, lê ku tiştekî şêrîn dibînim dilê min diqaqijê û ez xwe bi zorê zebt dikim.

Ê nên, cîhê wî serê sibê bi hêkê û di şîvê de jî bi seleteyê tije dikim, lê tiştek şûna şêranîyê nagire. Berî parêzê, min hema çito fersend didît xwe li peqlewe, qedayîf û kunefeyan diqeliband, lê îro Înê min loqima ku îkram kirin min red kir.

ava munzurê
çadirçem

Min digot qey wê çetin be lê ez di demeke kin de elimîm çaya bêşekir; êdi gava eçay li ber min hazir be destê min naçe şekirdankê. Bes ez hîn negêhiştime wê asta ku meriv dibêje ''Win çito çayê bi şêkir vedixwin yaw, însanê tehmê devî xwe zane bêşekir vedixwe!'' Bi meraq li benda wê royê me, ka ez dikim forsên bi çi şiklî biavêjim û şerefa mala çayabişekirlîyan çawa di erdê bidim.

Xêncî taşte, firavîn, şîvê hewil didim ku sê danên din yên di ber re jî bixwim. Nanoziko ji min re dibêje ''Gava tu li derve bî, tembelîya meke, here ji marketekê sêvekê bikire û bavêje devê xwe bixwe.'' Peyayî mîna min î mest î mezin çito here ji marketê sêveke tik î tenê bikire? Ku li Sirûcê bibihîsin ez dikevim marketê sêveke tenê dikirim û derdikevim, wê leqeba min bikin ''Teksêvo'' û ew leqeba heta nevîçirkên min yên nebûyî çêdibin jî we ji min neyê şûştin.

xîyar
bêaraq
Ez hîn tam neelimîme danên navîn. Xuya ye, fêrbûna wê dê nola berdana şekirê çayê nê hêsan be. Îro li kafeyekê min gîzer û xîyarên bi ser wan de leymûn hatine guvaştin dît, min ew ji danê navîn hesiband. Di royên pêş me de lazim e ez formulekê bibînim, her carê here marketê yan li ser tiştekî xwarinê bikifire, nabe. Li gor rêya rêber raberî min dike, belkî hinek çîr di çenteyê xwe kim bi xwe re bigerînim.

A din, du ro ne her ro herî kêm sê lître av vedixwim. Berê av qet nedihat bîra min, dimiçîqim lê hîsa tîbûnê çênedibû bi min re. Niha li xwe zor dikim û wer vedixim lê zalimê av li şûna xwe nasekine û qet guşguşê nake betal; jiber ku neelimîmê li rêya destavê diwestim.

giran

Nanoziko ji min xwestibû ku ez bi zikê birçî heftê carekê herim ser mêzînê û motîve bibim. Qey jiber ku nan û şêranîyê naxwim, li ser min îro sivikbûnek hebû. Ku çavê min li mêzînê ket, ez hema rabûm ser. Di du royan de meriv tiştekî kêm nake elbet, lê min zêde kiribû. Min hema bi hêsanî ji xwe re ''di berîkên min de pereyên hesinî hene loma''yeke xwe li ber xwe xweş kir û xwe li şûna xwe ker kir.

Xwarzîya min ya dîyetîsyen Arjîn, go ''Xalo tu li xwe zor kî, di 3 mehan de tuyê bi rihetî 18 kîloyan bidî.'' Na xalo heyran, a va Nîsan e hîn, ê min bira ez payîzê re xweşik î şêrîn î lihevhatî bim, temam e.

Min got ''şêrîn'', ax. 

11 yorum:

  1. :( yeqîn dinya xiradibe,.ev çi şekir berdane héj fém nakim,ez é qet fém nekim jî,.hey diçe kesén şekirhez(wek min) kém dibin..bijî şekir,bijîtir şekiré noqil (min sloganén xwe jî avét édî dikarim bi rehetî razém)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Heyran min negotîye ji şêkir hez nakim, berovajî, şekir û şêranî bûye hesreta dilê min ji niha. Lazim e ez 18 kîloyan bidim, loma yanî :) Piştî min 18 kîlo dan, bo min jî bijî şekir :)

      Sil
    2. Gazinda şekera min(Belé,péşî Celadet paşé Borges),.pişt durketina şekir ku tiştek were seré te(xwedé neke)hemî sûc dé di tenéhiştina te be.(Ez bawerim tu di vî birayara xwe de serkeftîbî,.)

      Sil
    3. Eger jiber nexwarina şêkir ez bikevim depresyonê ezê dev ji dîyetê berdim bêguman.

      Sil
  2. Xwedê îşê te qole bike Umer. Gotin di ser ya pîrê blogçiyan Xalê Zinar re nabe, lê Xwedê kesî neke parêzgir. Yek ji rewşa tewrî zêde ya ku ez ditirsim royeke mecbûrê bibim diyet/parêzgirî ye. Lê hîn ku tu sibê jî poşmaniya îro nekîşînî pêşiyê lê bigire. Şekir kêm kirin, tiştekî muhîm e, da ku têra xwe şêraniyan bixwî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Keko nebî nebî dest bi dîyetê nekî ha. Forma xwe biparêze, parêzî hewce nake jixwe. Ji niha de him hûr filitîye him çav çûne, berî te dimrim Keko, wasîyeta min, perxudres'ê jî li WQFerhengê zêde bike :)

      Sil
  3. Welle heta niha her ku ez bi zêdebûna kîloya xwe dihesim li xwarina xwe miqayitt dibim. Ji zû de ye min nan pir kêm kiriye, şekir kêm kiriye. Lê ez şîraniyê bi tiştekî naguherim. Şikur hîn mecbûra parêziya wê nebûm. De Xwedê sebr û taqetê bide te di vê riyê de.. Perxudresê jixwe di ferhenga Kurdî de cihê xwe girtî ye û şûnê li xwe fireh dike, ne hewceyî lêzêdekirinê ye :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Keko, bi metha te kêfxweş bûm. Bi xêr ezê rokê werim çayeke te ya bê-şekir vexwim :)

      Sil
    2. Li ser seran û çavan, çaya me şekir tê de tunebe jî, şîrîn û şerrbet e :))

      Sil
  4. Fêkîyê şîrîn hûr bike bixe nav mast û bixwe, piştî wextekî tê zehf hij vê bikê. 😌

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Wahdet, ezê biceribînim wê jî, berê bi mêst dest pê bikim hele :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails