12 Nisan 2018 Perşembe

DÎYET - Destpêkeke Xedar

Taşte
bênan
Merheba xwendevanên Perxudresê!

Li ser rexneyên kesên ji min hez dikin, min îro Pêncşemê bi awayekî fermî dest bi dîyetê kir.

Ez dikim hemî peyvajoya vê dîyetê bi qasî ji dest min tê rind bişopînim û nehf û zararên wê giş binivîsim, seba ku jin û mêrên din jî gava xwestin tenik î ziravik î nazik î nazenîn î lihevhatî bin, vekin û ji van nivîsan sûd werbigirin, seba ku xelk û alem nebêjin Ekrad qelew û qebe ye.

Şêwirmenda dîyeta min xwedîya nanoziko.blogspot.com e, ezê bi kinî ji wê re bêjim Nanoziko. Jiber ku dîyeta min ya pêşî ye û ez tam nizanim qaîde çi ne, min ji Nanoziko xwest ku her tiştî bi detay ji min re bibêje. 

Li gor Nanoziko, lazim e ez taşte, firavîn û şîvê di wextê re bixwim û sê danên din jî bixim navbera wan. Bes niha jiber ku ez serê sibê û bi şev dereng dişixulim, taşte û firavîna min nîvro bi hevdu re ne û şîv jî çi wext dibe nesîb ne xem e. Min ji danên navîn tiştek fehm nekiriye hîn tam, hêdî hêdî ezê bielimim. 
Kîlo
qeyd
Nanoziko bi şev ji min re gotibû ku ''Serê sibê berî tu taşteyê bixwî, here tu tam çend kîlo yî hîn bibe'' Min karê xwe yê serê sibê qedand şûnde ez derketim ku li ser rêya xwe li zarokên bi mêzîn rast werim. Bes min zarok nedîtin, loma ez dagerîyam dermanxaneyekê. Li devî derîyê dermanxaneyê mêzîn danîne, min xwe danî ser: 96.75 raber kir mêzînê.

Qama min 1.86 ye, li gor hesab kitabên lihevhatîbûnê lazim e ez çi bikim nekim, 17 kîloyên ji ser xwe biavêjim. Elbet niha xeyaleke dûrî min e bejna min ya bi 80 kîloyî, loma berê çavê min lê ye ku ez xwe daxim dûz 90'î. 

Piştî ez li dermanxaneyê elimîm ku min xwarîye, xwarîye, xwarîye û bûme ga, bi moraleke xirab û motîvasyona nûpêketîyan min berê xwe da Saraykapiyê bo taşteyê. 

A rast, ez dikira biçûma şorbenîskê, lê Nanoziko ji min re got ku  ''Şorbenîskê bê nan bixwe û ji gêrson zêde selete bixwaze'' Ez fikirîm, min fedî kir herim seba çîşkek şorbenîsk sînîyek selete bixwazim. Loma ez çûm taştexaneyê, bes poşman bûm. 

Mêzîn
mexwe
Nanoziko ji min xwest ku ez nên nexwim û xwe dûrî tiştên qewirandî bidim, devê xwe bi qeymêx û hingiv nekim. Min di dilê xwe de got ''Ê ka te çi têde hişt yaw!'' û min filitande xîyar, fireng û keskahîyê. Zeytûn, penîr û çay jî elbet. Berê min çay bi sê kit şekir vedixwar, dûre min daxist duduyan û îro min bi biryareke radîkal dev ji şêkir berda. Hêvî dikim ku nebim ji wan pozbilindên xwe di ser kesên çayê bi şêkir vedixwin re digirin û dibêjin ''Hûn qet nizanin, şekir tehmê çayê dikuje!''

Piştî taşteya ku min bi firavînê re kir yek min bo daneke navîn çend peyam avêtin devê xwe. Behîv min pir dûra bihîst heyran, li Sirûcê dibêjin peyam ji van re û şekirê wan jî, şekirê peyamî ye. Bila Peyami Safa neyê bîra we, jiber ku min dev ji şêranîyê berdaye kalîteya esprîyên min jî ketîye ne wisa?

Ha, gava dinî li vê kafeya ez lê rûniştime û van hevokan dinivîsim strana Erkan Oğur - Yarim Senden Ayrılalı lêket. Berê ku ew stran lêdiket, xanimên xweşik yên di bîranîn de mane dihatin ber çavên min, îro dîrekt bîna şêranîyê ket pozê min. Zikê min bi ser hûrê min de şewitî, hindik mabû min dikira bera girîyê bida. Çi bikim, di stranê de dibêje: ''haram oldu yemek içmek, işim figan oldu gel gel..'' 

5 yorum:

  1. Her kesê dest bi rejîmê, parêzê dike di despêkê da van tiştên te gotine dibêje.
    Lê piştî çend rojan fêr dibe. Dema tu birçî bû avê vexwe. Hûrê xwe bixapîne. Piştî çend rojan ewê biçûk bibe, tu bidê jî ewê nexwe.

    Ez li ber yê xwe digerim êdî naxxwe, dibêje "niç, bes e..."
    96.75, tu ji viya ra bibêje 97 kg.Pir e.
    Dibê tu herî kêm dakevî 85 kîloyî. Guh bide şîretên Nznoziko.
    Baweriya hevalên te bi te pir e... Me macûb neke...:))
    Te dev ji şekir berdaye pir baş e, ev 3 sal in min jî dev jê berda ye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Na na , heger Omer xisti be serê xwe û goti be teqez ez ê van kîloyan bidim temam e. Pêşî de di mejî de xelas dibe ev tişt. Camêr guh dide min :) ez jî ew jî em ê vê biharê bejna xwe zirav bikin ☺️

      Sil
    2. Apê Zinar,

      Niha berê çavê min li 90'î ye, dûra ezê berê xwe bidim 85'an :) Min xwe daye ber axirî, rast şaş Nanoziko çi dibêje wisa dikim, guneh li stûyê wê. Bes ku min va meseleya hal kir, Perxudres dê xwe li ber projeyên mezintir ke, bi komployan têm :) Hay ji xwe hebin :)

      Sil
  2. li gorî lêkolînekê, mirovên ku kîloya wan hinekî zêdetir e hem ji zeyîfan hem jî ji qelewan emrê wan dirêjtir e. tu jî zêde guh nede zeyîfan bixwe û pirr bimeşe. ne heddê min e ku êqil bidim te. emrê însên pirr kurt e îroj heyî sibehê tune yî, carinan ji bo ku di karekî de bi ser kevî pirr hewl didî, bi salan li ser dixebitî tam di wê kêliya ku tu xelata cehd û keda xwe jê digirî hoop bobelatek li te diqewime û ti qedr û qîmeta ew tiştê ku tu pê re emrê xwe pûç kiribû namîne. ji bo rexneyên li ser laşê te yên vir de û wir de xwe neqehirîne û jiyanê li xwe neke jehr heyra. ger dilê te çû tiştekî li xwe qedexe meke, bixwe bes ji têhm dernexe, ger dilê te biçe şêraniyê bixwe, hîç texsîr meke lê ji xwe re piştî şêraniyê du hezar gav zêdetir biavêje. çi ku hem jî meş hormonên bextewariyê hildiberîne. ger meriv tiştina li xwe bike qedexe bêtir jê re xweş tê. li ber çavêd te şêrintir dibe ger neçî xwe tatmîn nekî haletî ruhiyeta te xirab dibe. nikarî li ser karê xwe an li ser jiyana xwe konsantre bibî. û ev jî siheta xwe xira dike. ji bîr meke nexweşiya vê sedsalê derûnî ye. armanca fîtbûnê sihet e ger perhîz siheta te ango tenduristiya te xira bike vêca çi maneya zeyîfbûnê dimîne?
    dirêj nekim dixwazim wek dawiyê vê yekê bêjim; hayat kısa kuşlar uçuyor keşke yalnız...

    not: bir dost

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Merheba Bir Dost,

      Jibo şîroveya xweşik zor û zehf spas. Min ne guh daye qelewan ne jî daye zehîfan heyran. Hûrê min hêdî hêdî difilîtî û min dîdît ku hikmê min jî lê nabe êdî. Loma min dest bi dîyetê kir. Bi qasî ku ez vegerim ser hedê normal, ezê tavilê dest bi şekir û şêranîyê bikim. Niha westa min bo kîloyeke normal e, ne ku ez xwe bikim darik û derzî yanî :) Ez bêjim, hayat kısa kuşlar uçuyor, keşke tripsiz bir kadın bulsaydı beni ya da ben onu bulsaydım jî dibe :) Spaaaaaasss.

      Sil

Related Posts with Thumbnails