19 Nisan 2018 Perşembe

DÎYET: Di Heftekê de Min 1.5 Kîlo Heland

Dermanxane
dê haa
Dema min dest bi dîyeta xwe ya delal kiribû, Nanoziko ji min re gotibû ku ''Bo moral û motîvasyonê lazim e heftê carê, serê sibê bi zikê birçî herî ser mêzînê''

Îro Pêncşemê dîyeta min hefteyek li dû xwe hişt. Loma, serê sibê mîna mêrekî sûcdar î ber bi sêdarê gavan diavêje, hinekî bi tirs hinekî bi heyecan ber bi dermanxaneyê meşîyam.


Li gor ponijîna li ser rê, eger min kîlo daxista ji xwe min dikira xwe ji enîya xwe ramûsa, eger min danexista jî min dikira guneh di stûyê tepsîya patatesan ya şeva berê kira.

Xêr û guneh li stûyê min ketim dermanxaneyê û li dû silavê dîrekt çûm mêzîna li quncik. Kêlîyên ku reqemên mêzînê têde vîzzzzzzz çerx dibin û tên li cîhekî disekinin û vedimirin û vêdikievin.. Eger nivîskarek xwe bide ber, dikare bi rihetî li ser romaneke ku ''ku'' têde pir derbaz dibe binivîse û pê Xelata Wejêyê ya Ehmedê Xanî bistîne. Yan şairek, dikare navê dosyeya xwe ya şiîran bike ''Kîlo û Kêlî'' û wê ji Pêşbirka Helbesta ya Arjen Arî re bişîne: Di hefteyekê de ji 96.75'an daketim 95.30'î, di berîka min de pereyên hesinî!

Arjîn dîyar dike ku li gor dîyeta îdeal, meriv di hefteyekê de 1-1.5 kîlo kêm dike. 400 gram zêde 400 gram kêm, di mehekê de lazim e meriv 5 kîloyan bide. Li gor gotina wê û Nanoziko, min performanseke payabilind raber kiriye û çepik û emojîyên din yên heyranîyê heq kirine. Kêfxweş im.

Eger hûn jî dixwazin di hefteyekê de bi kêmî ve kîloyekê ji xwe kêm bikin, bi van sê qaîdeyan hereket bikin: Yek, şêranîyê mexwin, dudu, nên daxin ribê riban, sisê, her ro herî kêm sê lître av vexwin..

Ha eger dilê we terka şêranîyê raneke û hûn pir li ber dikevin, ji min re formul û ji we re torpîl: Ji cem etaran çoçikên darçînê bistînin û bera şûşeyên xwe yên avê din û bêrîkirina şêranîyê bi rihetî bişkînin. 

2 yorum:

  1. Te pîroz dikim, netîce pir baş e. Mehê dike 5 kêlo, 3 mehan dike 15 kîlo.
    Min zanîbû tu ne hindik î
    tu bixwazî
    tu kanî xwe bikî darik û dezî...
    Ez zanim di vî warî da alimên ji min zanetir hene
    lê receta min ji ya wan hêsantir e.
    Min berê jî got,
    meriv kane her tiştî bixwe,
    tu xwarinê li xwe yasax neke,
    lê hindikî bixwe.
    Min bi xwe wer kir,
    tenê xwarina xwe kêm kir
    û di nava 3 mehan da
    12 kîlo ji zikê xwe kêm kir

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Apo, min çi xweş ji xwe re dixwar û dixwend. Te çû ez di dîyarê dîyetê re derxistim. :) Ez li binî 90'î xînim hele, Xwedê mezin e :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails