10 Nisan 2018 Salı

Encama Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî Roja Înê Eşkere Dibe

Pirtukakurdî
Bawer Berşev
Kordînatorê Pirtukakurdî Bawer Berşev ji Perxudresê re dîyar kir ku encamên Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî dê di 13’ê Nîsanê de, roja Înê, were eşkere kirin. 

Berşev da zanîn ku jiber rewşa welêt ya ne baş ew li benda 
kêm berheman bûne, lê serlêdanan kêf li wan xweş kiriye. 

‘’Di roman û helbestan de serlêdan xweş bûn, bi rastî em ne li 
benda ewqas berhem bûn, lê di çîrokan de hêvîyên me şikestin.’’ Berşev got.

Li gor daneyên ku Perxudresê, berî hemî ajans, malper, rojname, kovar û fesad û gelacan bi dest xistine, di sala 2018’an de bo Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî, 24 dosyeyên helbestên bi Kurmancî û 4’ên bi Zazakî, 10 dosyeyên çîrokên bi Kurmancî û 3’yên bi Zazakî, 9 romanên bi Kurmancî û 3 jî  bi Zazakî tevlî pêşbirkê bûne. 

Berşev da zanîn ku jurîyê li gor sîstema puanan, ji 1’ê heta 
10’an, berhem nirxandine û reqabeta herî mezin jî di dosyeyên helbestan û romanan de çêbûye. 

Xelata Wêjeyê ya Ehmedê Xanî ya sala 2018’an çapkirina 
berhemê li gorî standarta navneteweyî, 1000 TL dîyarî, 500 TL kupon jibo pirtûkan ji pirtukakurdi.com û jibo salekê jî abonetîya kovarên Wêje û Rexne, Ewro, Derwaze û Zarema bû. 

Berşev dîyar kir ku ew dê di sala 2019’an de ne bi hev re di 
çîrok, helbest û romanê de lê ji wan tek di kategorîyekê de pêşbirkê li dar xînin û xelatê jî 3 qat zêdetir bikin. 

Li ser pirsa ‘’Ji heps û zîndanan ma jî ti berhem nehatin?’’, 
Kordînatorê Pirtukakurdî got ku ‘’Jiber rewşa xerab yan em negêhiştin wan yan jî ew negêhiştin me, ji girtîgehan tek berhemek jî nehat’’ 

Berşev bi rêka Perxudresê silav û spasîyên taybet ji berpirsê 
dosyeyên Kurmancî Dawid Yeşîlmen û yên Zazakî Ahmet Kirkan re şand û bejna xwe jî li ber jurîyê, ku di nav wan de giregirên wêjeya Kurdî hene, tewand.

Bawer Berşev, di dawîya nûçeyê de, bi darê zorê be jî ji 
xwendevanên Perxudresê re hez û hurmetên xwe pêşkeş kirin. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails