22 Nisan 2018 Pazar

Ji Defterên Deynan Heta Dara Xêzeran

Firneci
deftera firneciyekî
Bi derketina komputer û telefonên destan re, defterên deynan hêdî hêdî radibine; êdî tenê li dikanên biçûk meriv li wan rast tê.

Di deynên dijîtal de bi ti awayî îkram nabe çi bigir, lê deftera deynan rê dide mişterî ku bazarê bike û buhayê hinekî daxîne. 

Wexta ez hîn xwendekarekî çûçik bûm, Xeyîlê Îso yî Konfeksîyonci deftera xwe ya deynan wenda kiribû. Li gor gumanên wî defter jê hatibû dizîn. Mêrik çûbû hemî mektebên Sirûcê, ketibû sinifan gîyan, deftera xwe ya deynan tarîf kiribû û gotibû ku ''Kî wê defterê bibîne eze perekî pê dim.'' Zarokên Sirûcê, heft sal û heft meh û heft rojan li deftera deynan gerîyan; defter nehat dîtin.

Şîfreyên Derîyan
şîfre:1234
Li daîre û apartmanên Riha kultûra ''silam eleykim - eleykim silam''ê dewam dike. Gava ez li Dîyarbekirê silavê li cîranên xwe didim, ''eleykim silam''eke xirûxav li min vedigere. Li Riha bi silavnedayînê poşman dibim, li Dîyarbekirê bi silavdayînê.


Mizgeftên Sirûcê
li Ehmed Bîcanê nimêja Înê
Di sala 1993'an de li Sirûcê du mela, Mele Şukrî û Mele Muhidîn, bi hev re hatin kuştin. Li gor gotinên mezinên me, di kuştina her du melayan de pêçîya PKK'ê hebû.


Mele Şukrî li Camîya Ehmed Bîcanê îmam bû. Behsa alimîya Mele Şukrî dikin ku wî xêncî Kurmancî û Tirkî û Erebî, Farisî jî pir rind zanibûye. Mamosteyê wî yê Farisî, alimekî ji hêla şerqî, Mele Elîyê Filfilî bûye. Mele Elîyê Filfilî; çi navekî nola ku Nûbiharê dîwana wî ya wenda dîtiye û çap kiriye.

Şehitler Kervanı di kilameke bi Tirkî ya li ser kuştina Mele Şukrî û Mele Muhidîn de dibêje ''bahar geldi Suruç'a açtı kandan gülleri, gecenin karanlığına ışık tuttu kanları, yola çıktı Suruç'tan şehitlerin kervanı, Mola Şükrü, Muhyeddin davanın kurbanları''

Cilûberg
min hîn cilên xwe neqetandine
Li hinek şîrketên Ewrupa û Amerîka di roja dawî ya şixul de ''Casual Friday'' heye: Di vê royê de qiyafet serbest in, dilê kê çi bixwaze wan cilûbergan li xwe dikin. Dilê însanên dewra modern yên ku qaşo xwe azad hîs dikin divê bi dînên ku cilên xwe diqetînin bimîne.

Tebîet
dostê tebîetê
Ez bala xwe didimê, piştî parêzê di min de hin guherînên din ên pozîtîf çêbûne. Derdê min êdî ne tenê kêmkirina kîloyan e yanî.

Pêr Pêncşemê dema min li dermanxaneyekê firçeyeke destika wê darî dît, dilê min tavilê ketê. Kêfa min ji reklama wê re jî hat. Humble Brush li Swêdê hatiye sêwirandin, dixtorên diranan ew çêkiriye û bi slogana ''ji dinê re hurmet dike û li hember însanên din nefsbiçûk e'' li duwelan belav kiriye.

Bi salan min bi firçeyên plastîk diranên xwe firçe kirin. Li gor agahîya li ser qutîya Humble Brush, her sal 3.6 mîlyar firçeyên diranan yên plastîk tên çêkirin û di demeke kin de diçin çopê.

Humble Brush ji dara xêzeran, bambû, çêbûye. Bi xêra narînîya firçeya Humble, min strana Seîd Yusiv hê nû fehm kir: ''Bejna te ji dara xêzeran, tu li xwe ke wê xişra giran, destê min bigre û bike dîlan, delalê şêrîn şerbetê..''

Seîd Yûsiv - Mala We

4 yorum:

  1. Min vê nivîsa te serî heta binî xwend û nizanim şîrovekek çawa binivîsim. Se an jî çar meselen jî hev dû cuda te nivîsandîye.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Rast e, ji hevdu cuda ne. Wisa li hev rast hatin.

      Sil
  2. Ev ê rojek were tu yî fana qalemê be Kek Omer, îja ev derdê kîlo ku derket :))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Ez li kû qelem li kû heyran, xwezila bi qerfan min kîlo bida, lê nabe :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails