24 Nisan 2018 Salı

Mîtosên Alemên Me

rêç
*Bo blogên bi zimanên din yek ji qaîdeyên sereke yên serkeftinê nivîsîna bi zimanê rojane ye. Zimanê rojane ne zimanê me yê nivîskî ye, zimanê me yê nivîskî nebûye zimanê rojane, loma serkeftineke sînordarkirî ye ya blogên bi Kurmancî. ''Rojane'', herhal ji kesên bi Kurmancî dinivîsin û dixwînin zêdetir kes vê peyvê nizane niha.

*Em li bendê ne ku xelk û alem rabin werin ji edebîyata me re mîtosan çêkin. Em î şaş in, edebîyata me ancax bi dest û derewên me bikeve dev û çavên xelkê: Du nivîsên Perxudresê 22,000, bîst û du hezar car hatine tikandin.


*Heqîqet hebûna hesabên sosyal medyayê ye; surrealîzma wan rêya flortan vedike, lê hîperrealîzm raber dike ku hesabên sosyal medyayê êr bera mala gelek dilan dide û rê hîn li ber vê nehatiye girtin.

*Ciwan û kal û pîrên komên enetelektuel yên Kurmancan komîk î kokimî ne; ji siya siyasetvanên xwe re bi awayekî tesîrkir nikarin bêjin ''xwar e'', nikarin bi hezaran kes li dû xwe xînin, loma hêvîya wan tim ne îroroj, lê siberoj e.

*Plan projeyên bo pêşketina cîhên bişûndemayî pere û pehînên pêşketîyan xurttir dike û bişûndemayîyan ji berê teqloweqlotir dike: Pere divê her hebe.

*Gumana belavbûna siran, di hindurê însên de korteke ku wan siran dinixumîne dikole. Di belavbûna her sirekê re, kort hinekî din kûr dibe û ro tê ax bi ser siran tê berdan. Sir, mîna ku toximên serpêhatîyan bin, bi rengekî din kesk dibin. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails