5 Nisan 2018 Perşembe

Novalis û Xalê Cemîl

Rojnivîsk
sirên qelemî
Rojnivîsk: A ku dike ku dinê li dinê û çavê gur jî li bizinê bimîne otosansur e; însan ji xwe re jî her tiştî eşkere nabêje. 

Qanûn: Hikmê dewletê li dilê rezîl nabe. Novalis di 22 salîya xwe de dil berdide keçeke 12 salî, emrê Xalê Cemîl çûye 45'an di kilamê de û keçik 14 salî.

Tenêbûn: Mehrûm dimînî ji paşileke germ ya westê distîne, lê mehkûm nabî li trîpên mejîyê meriv diçelqîne.

Gotinek: A pêşîyê pêşi kişand, a ortê kum neqişand, a talîyê hêq pelçiqand. 

Dewran: Berî çend salan xwendina berhemeke John Berger ya ser çavan û niha fehmkirina wê û wî.

Qîç: Ji Instagramê hezkirina qaşo bi tag û emojîyan û li kafeyan bi dev û diranan kolandina kortan, nûr dibare li dûrî guhbelan.

Belge: Novalis 29 salî dimire, fesadîya xelkê ser roya mirina Xalê Cemîl ti agahî bi dest nexistiye.

Anksîyete: Dixtor derman kirin delîl, kurik ji dîya xwe sitandîye û dê keça xwe de, ku bibe. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails