7 Nisan 2018 Cumartesi

Şîfre: Mahabad1946 û İnanolo û Nanoziko

Dîyarbekir
bajarî 
Emrê biharên welatê min mîna xeyalên li wir pêk tên qut in. Çinku Nîsan berî bi Gulanê gêhîne tîne toximên germa Tîrmeh û Tebaxê direşîne li dora xwe. Di vê mehê de hebûna mont û nebûna wî bi qasî hevdu metirsîyên mezin in yanî; ku meriv li xwe ke derkeve jî poşman dibe, li xwe neke derkeve jî.

Serê sibê dema min li pêş eynikê xwe çêkir, di çend çirkan de vê paragrafa berî vê hevokê fikirîm. Paşê min mont bi dudîlyekê avête ser xwe û derketim, ji Ofîsê ber bi Sûrê hûrik hûrik meşîyam: Alayên sor û sipî li ber çavên min ketin li her derê, tankên wan yên mezin, polîsên çekhilgirtî û parsekên pî li erdê destvekirî.

Di vê sûkê re viz be di wê ziqaqê re çerx be çûm li Mahabad Kafeyê rûniştim û ku ez tenê kesên xwe bloger dihesibînin bêjim, bo em taşteyê bi hev re bixwin li benda du blogeran, inanolo.blogspot.com û nanoziko.blogspot.com mam.

Di kêlîyên payînê de, meriv pir caran bêhemedî xwe çavekî li înternetê digerîne. Bo ji înterneta paketa xwe nexwim, min ji keçika seba xêrhatinê pêrgîna min hatî şîfreya wayfîyê pirsî. Bersiv: Mahabad1946. Bişirîneke şirîn. Mail, bersiv, Whatsapp, bersiv, blog îstatîstîk.

mahabad
gewri
Nanoziko bo di blogê de behsa taşteyê bike, bi destûra me hewil da ku bi telefona bi trîpot vîdeoyekê bigire. Jiber ku sihenan mase dagirt, cîh nema û me trîpot carê danê vî serî carê danî wî serî. Axir ji maseya kêleke me, xanimeke xweşik ya telaşeya me temaşe dikir, ji me xwest ku em du kursîyan bidin ber hevdu û tepsîyekê jî deynin ser wan. Me trîpot û telefon danîn ser vê fikrê û ji ber ku ez li hêla telefonê bûm, min pêlî recordê kir.

İnanolo serê xwe bi wêne û videoyan re pir naêşîne, loma wî taşteya xwe da ber devî xwe xwar, lê çavên min û yên Nanoziko ji xwarinê zêdetir li ser kamerayê bûn hema bêje.

Piştî taşteya ku min jê fehm nekir me çi xwar çi nexwar, li ser pêşnîyaza Nanoziko me qehwe xwest. Devê min û qehwe pir li hevdu nakin, loma min got ez bi qehweya bi şîr pêkî civatê herim. Tevî bi şîr bû jî min qehwe neeciband. Çavê min li Nanoziko, şahbanûya tehman jî  ku got ''nirç, qehwe nebûye'', min jî xwe nola zanayên tehman nepixand.

mahabad
berêdem

Nanoziko yek ji xwendevanên min yên herî kevn e, hin hevokên min yên nayên bîra min, tê bîra wê. Wê roya hanê min di nivîsekê de behsa tehmên zaroktîya xwe kiribû. Xanimê ji çenteya xwe derxist û Tofitayek dirêjî min kir. Berî wê İnanolo jî postkardên ku ji Parîsê anîbûn dane me gundîyên Eyfelnedîtî. Min jî erebeyên sor î çûçik dan Nanoziko û İnanolo.

mehabad
neçûn
Em kubarên blogerîya Kurmancî, me ji fenomenê me yî mezin î ji xorttan xurttir zinarexamo.blogspot.com re jî silaveke bi video şand bi rêka Whatsappê û dûra em belav bûn.

Dûrî dûra bi şev di destê min de poşeteke reş hatim mal. Loma gunehê detayên din li stûyê İnanolo û Nanoziko. 

2 yorum:

  1. Emer, bi silava we ez pir kêfxweş bûm.
    Her wisa bi xêra wê vîdeoyê min Înanolo jî dît û matmayî mam. Heta nuha min digot belkî ev camêr yekî navsale ye. Min texmîn nedikir ev kesê hewqasî jîr û kamil û xwedî huner here were 24 salî be.
    Min di FB wî da jî nivîsî, min got çaxa ez di salê te da bûm bavê min nedihîşt ez bi tenê herim Ruhayê, digot tu yê wenda bibî.
    Ev camêr 24 salî ye, zanîngeh qedandiye, bi tena serê xwe çûye li Parîsê dixwîne, li Ewrûpayê volta davêje...
    Û gelek karên mezin nikanin bikin jî di bera dike.
    Yanî bi vîdeoya we ez pir kêfxweş bûm...
    Hêvî dikim Înanolo ji hin xortên din ra jî bibe numûne...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apê Zinar,

      İnanolo ne lolo ye. Karê ew bi tena serê xwe dike, sîh û sê peyayên mala Hemî Besî nikarin bi hev re çêkin. Loma, min ew her teqdîr kiriye û mîna mezinekî min be hurmeta min jê re heye. Duh jî ku em tev rûniştin, camêr go "Dewra gazincan û nekirina tiştekî çû, derfet hene em çêkin" Seba hinekî din bişide, min jî got "Erê asta cîhanî têra me neke, lazim e em derbaz kin û bigêhînin Marsê." Inanolo, di vî emrî de van tiştên mezin kirine, û ez înan dikim wê tiştên hîn mezintir jî bike.

      Sil

Related Posts with Thumbnails