30 Nisan 2018 Pazartesi

Siya Şevê, Amîdart û Kenûkêf Heyat

Amîdart
şewq
Dema min bihîst Siya Şevê dê li Dîyarbekirê konserekê bide, ruhê min ê rock, ku min berî çend salan bêmane ji xwe daweşandibû, bi qurnazîyeke hoste di qelşên guhên min re nizilî dilê min û kir ku ez nîyetê li çûyîna konserê xirab bikim, lê jiber koçerîya min a di navbera Riha û Dîyarbekirê de, min got belkî roja konserê ne li Dîyarbekirê bim û min di sêrî de bilêt nekirî.  

Konser ji alîyê Amîdart ve hatibû organîze kirin û bi rojan li ser Twitterê, Facebookê û Instagramê li ber çavên min ket. Him ji ber ku Amîdartê dixwest jinûve şewq û ronahîyekê bîne Dîyarbekira vemirî him jî seba Siya Şevê ya bi albuma xwe ya pêşî û ya duduyan demeke dirêj şêrîna ber dilê min bû, min bilêteke piştgirîyê kirî û bo bibe sedaqa serê blogerên Kurmanc min da munzewîyekî ku di şevtarîyan de bi saetan tenê ''Nesrîn''a Siya Şevê guhdar dike: ''Ronahî dîlê di destê tarîyê de, evîn di agir, agir di agir de helîya..''

Sîya Şevê - Nesrîn

De ku roya konserê hat, Murat Bayram jî ji Stenbolê hat û em tev çûn konserê. Bo rojnamevanan, kar dibe konser dibe, tiştên tam di wextê de destpê dikin kêfê didin, bes ku deqeyekê jî bi derengî dikevin acizî çêdibe û çemeke çêran ji profesyonelîyê bi ser amatorîyê ve diherike.

Konsera Siya Şevê li gor bilêtê di saet heştê êvarê de destpê dikir, lê em heta nehan li bendê man. Berî konser destpê bike, berpirsên Gopal Kafe û Amîdartê lêborîn xwestin û dîyar kirin ku jiber baranê wan sahneya li bêxçe anîye hindur, loma jî lazim e em bêlome bin, lê xeber carê ji devê me derketibûn û moda me jî ketibû binî sifirê. 

Di destpêka konserê de em mîna çavdêrên şandeyên siyasî yên Ewrupayê bûn: Li ber çavên me berçavkên me, destên me di bin çengên me de, me di bin çavan re li teqûreqê û serên seyr dinêrî û em ji şûna xwe nedilivîyan. Carê min dît Mamoste Dilawer Zeraq e di ber me re derbaz dibe û derbeke xedar vediweşîne me: ''Weke we ciwan bûma, ezê wa bisekinîyama ma?'' 

Bi şora Zeraq re ferzan li sinetan badabû, gerek me xwe li alkolê biqelibanda û bi serê xweş xwe bera nava kêfa rockê bida. Kesên vedixwin dizanin ku di bîrayê de sin'êta sosyalbûnê heye, lê ne siûda gewad, ez ji tehma bîrayê tew hez nakim, loma min xwe da ser qedehek vodka û bi tesîra wê tavilê bû barebara min. 

Li gor agahîyên min ji berpirsên Amîdartê sitandine, 160 kes hatibûn konserê; 60 kesan jî jiber ku konser ji bêxçe hatibû hindur sitandina bilêtan betal kiribûn. Belkî hin kes bêjin ''ê pir hindik e yaw..'', lê kesên Siya Şevê nas dikin dizanin ku ew koma ji 2001'an vir ve serî li ber sazîyan, fîrmayan, partî û rêxistinan natewîne û wer underground underground mezin dibe.

Sîya Şevê - Şer

Yek jî, her çiqas tenê 160 kes hatibûn konserê jî bi wan serê xweş ez dibêm qey herkesî her şexsek wek sê kes didîtin ku hejmar digihêje 500'î. A min, tê bîra min, herî dawî min digot qey di destê min de beyraqa blogerên Kurmanc heye, û li sahneyê jî li şûna Gokçe, Zinarê Xamo dibêje ''Şer şer şer, şer şer şer!'' 

Piştî konser qedîya, vokalîstê Siya Şevê, Gokçe dîyar kir ku heta mehekê albuma çaran derdikeve û tehma wê hîn zêde diçe ser albuma duduyan, Pûç. Her çiqas hin stranên albuma sêyem, Bêyom jî hatibûn ecibandin jî  di nav muzîkhezan de pirtir Pûç û albuma pêşîyê Zeng belav bû. 

Piranîya stranên di albumên Siya Şevê de ji alîyê wan ve hatine nivîsîn. Mizgînîyê bidim wêjehezan ku di albuma çaran de helbesteke Roşeng Rojbîr bûye stran. 

Eger em hin kêmasîyên di sîstema dêng de nehesibînin, ez bi rihetî dikarî bêjim Siya Şevê û Amîdartê tev, şeveke bêhempa danîn dîroka Dîyarbekirê, spas. 

Amîdartê bi Siya Şevê dest bi çalakîyên xwe kir û ewê bi sîyeke din çalakîyên xwe bidomîne: Di 12'ê Gulanê de Sîmir Rûdan dê li Dîyarbekirê konserekê bide.

Sîmir Rûdan - Ruşen Alkar, Dîsa bi Tenê

Haaa, eger hûn dixwazin ji xwe re bilêtan belaş bi dest xînin, hesabên sosyal medyayê yên Amîdartê bişopînin. Bo konsera Siya Şevê, Asoya Helbesta Kurdî û www.xewseriqi.blogspot.com du bilêtên xwe anîn belaşîyê. Ê de heyran, hûn û şansê xwe.. 

https://www.instagram.com/amidart_/


https://twitter.com/_AmidArt 


2 yorum:

  1. Bi xêra van nivîsên te yên li ser muzîkê û grûbên muzîkê di taliya umrê xwe da ezê bibim muzîkhezekî baş. Nivîsek xweş e.
    Ez jî do li Stockholmê li semînereke pir xweş bûm. Şehla Debaxî li ser tesîra şairên kurd li ser bîra/fikra netewî semînereke pir xweş da.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Apo, ku li talê hat, emê tev herin konsereke rockê û tev serê xwe bihejînin :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails