4 Nisan 2018 Çarşamba

Weşangerên Webê - 26: nanoziko


Blogeke bi Kurdî ye. Di sala 2017'an de dest bi weşanê kiriye. Mottoya blogê ''yeka li ser zikê xwe mirî'' ye. Nivîskara wê ''kevaniya mala xwe, jinek jêhatî û 'food engineer'ek zîrek'' e. Di blogê de tarîfên xwarinan û nivîsên ser sihhet û saxlemîyê hene. Nanoziko yek caran di ser rêçên edebî re li dû şopa kultûra xwarinê dikeve û ji nivîsên wê cîh bi cîh bîna Devoka Dêrikê tê.

Ji blogê paragrafek:

Pêşî çavên xwe li tiştên ku li ser vê axê şîn dibin digerînim. Ax pîroz e li gorî min û tiştê ku li ser axa vî welatî şîn dibe jî ewqas miqades e. Loma jî gava sebzeyan (fêkiyan) distînim tim dipirsim:  ‘yerlî ye? ‘, gava go 'erê' dîsa dipirsim:  ‘yê ku ye?, kîjan gund?'. Xurs, di devê pazarciyan de bûye benişt. Hertim dibejin ‘yê Xursê ye‘, rast e nizanim; xêr û guneh di sitûyê wan de. yanî bifikirin ku ew fêkî, yên vê axê ne. Mîsal gava bayekî xweş rûyê we germ kiriye ew fêkî jî, bi heman bayî xwe girtine. Bi min  ev tiştekî muhteşem e. Ji vê hîsê hez dikim. Şert û mercên em tê de ne yek e, ev fêkî belkî ji her tiştî baştir ihtiyacên laşên me zanibin belkî. Helbet dixwazim hilberîner û cotkarên welêt qezenc bike ema meseleya min ne ev e bi rastî.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails