29 Mayıs 2018 Salı

Fenên Flortên Mêrên Dema Me

Jinje û Mêrme
Jinje û Mêrme, xêz: Hazal Özdemir
*Mêrme berî ku here ba Jinjeyê hemî sohbetên ''sor'' yên Whatsappê diavêje arşîvê û yên Instagramê jêdibe.

*Mêrme bi îhtimala ku telefon lêkeve û Jinje jî bibîne kî telefon dike, di rêberê de navên hin jinên ku di Instagramê de hene û hevalên Jinjeyê ne, diguherîne.

*Mêrme gava çav li jineke di Instagramê de zer dike, berî her tiştî li kesên ku wê dişopînin û ew dişopîne dinêre, nebûna Jinjeyê, bo Mêrme şansê bidestxistina wê jinê bilind dike.

*Mêrme ditirse ku Jinje bi şev tilîyên wî yek bi yek biceribîne û bi Touch ID telefonê veke, loma gava diçe Jinjeyê tenê şîfreya bi reqem heye; taç aydî maç aydî tune. 

*Xêncî Jinjeyê, gava Mêrme bi jineke din re li kafeyekê rûdine, bo bawerîye bide, telefona xwe dike ''uçuş modu''yê, datîne ser maseyê û wisa diçe lawaboyê; telefona bi taybetî hatiye danîn, kemîn e.

*Car heye Jinje bi zorê dixwaze ku ji Whatsapp û Instagramê story û snapên tije eşq were parvekirin. Mêrme berê red dike lê ku israra Jinjeyê dewam dike, ew ji eyaran story û snapan tenê Jinje û du sê hevalên wê yên nêz re vedike û çi fotograf were girtin diweşîne.

*Mêrme gava xêncî Jinjeyê bi jinekê re xeber dide û ferq dike ku bi îş re tirs û talûke jî heye, bo screenshot nebin delîl, hewil dide ku di Whatsappê û Instagramê de nenivîse; wê çaxê yan bi telefonê xeber dide yan jî rû bi rû.

*Mêrme di şevên ku bi Jinjeyê re xayîn dikeve, bo aktîfbûna xwe ya li ser sosyal medyayê îspat bike, ne storyên gerê, lê yên sînema, şano, edebîyat, kêzik û kulîlkan belav dike.

*Mêrme di ser gumana ku Jinje bêje ''Ka hele ji hesabê xwe di profîla min keve'', berî hev bibînin pêlî ''arama geçmişini sil'' dike û hemî profîlên ku çûye nêçîra wan radike.

*Mêrme gava dixwaze nîşana şeva sermestîyeke bide jineke ku Jinje nas nake, berê du sê fotografên kevn yên di profîla wê de diecibîne û paşê bersivên tijî emojî dide storyên wê.

*Mêrme hinek video û fotografan bo şevên xayînketinê digire û vedişêre: Di Instagramê de Mêrme li ba hevalekî xwe yê mêr şîvê çêdike, lê ya rast wî û jina din paşîv xwarine û ''xweşîvê'' hazir dikin.

*Her profîleke jin ya Mêrme asteng kiriye yan ji alîyê wî ve hatiye asteng kirin, gumana gezkirina gûna berê dihewîne.

*Mêrme hin hesabên li ser muzîk, sînema, şano, edebîyat û mîzah û hwd tenê jibo ku yarên xwe yên berê bişopîne vedike û ji wê Jinjeyê naşopîne, heta ku rojkê ji hesabê wî ya rast tê asteng kirin û ew rewşa dawî ya Jinjeyê meraq dike. 

6 yorum:

  1. Lihevsorbûneke weha her tim heyîna xwe diparêze. Sihhet xweş..

    YanıtlaSil
  2. Bu yorum yazar tarafından silindi.

    YanıtlaSil
  3. Peki hocam ev taktîk bi kêr tên gelo ?

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Tu dizanî ku bi kêr yek dikare were kuştin, lê heta ku tu kêrê tê ranekî nameire.

      Sil

Related Posts with Thumbnails