30 Mayıs 2018 Çarşamba

Bi Fotografekê Şabaş

Newroz
Riha - Adar 2008
Di sala 2008'an de kameraya min tinebû hîn; min ya hevalekî ji Hewagê bi emanetî jê sitandibû û di zûtika sibê de çûbûm Haleplibahçeyê.

Newroza li Riha bi salan li Haleplibahçeyê hat pîroz kirin. Meydana mezin, pirtir bi şêniyên ji Siwêreg, Serêkanîyê, Sirûc û Wêranşarê dihatin tije dibû.


Siwêreglîyan qûle çêdikirin û postereke Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bilind dikirin. Sirûclîyan slogana ''Suruç ovası, Apocular yuvası'' digotin, Wêranşarîyan bi şelwerên xwe rengên reqsê dikirin.

Jina ku min fotografa wê girtî di çend govendan de serpêşi bû tim. Pere tinebû li ser min, ''şabaaaaş, şabaaaş, şabaaaş''a min çiq, fotografek bû.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails