31 Mayıs 2018 Perşembe

Gula Dilê Berken Bereh: Jineke Dûrîyê

Berken Bereh
Çi wext navê Berken Bereh li ber guhê min dikeve, berî her tiştî stû û serîyên li ber hezê xwarbûnî tên ber çavên min.

Heçku Bereh, bi dehsalan berî niha, rehên xwe li hezeke dilhelandî berdaye; li dorê dar û ber, gul û gîha kesk bûne, pê re pê re xwendevanên li eşqê têkçûnê jî hatine civat şên kirine lê seri û stû, mîna ferzeke medreseyeke hezê tim î tewandî bûne.

Ji risteyên Bereh bi min wer tê ku ew jî heyranên wî yên hir jî dikarin dijî dijmin serî hildin, li deşt û çiyayan bo azadî û serbestîyê heta qirikê li xwe diqetînin dikarin bang kin, bes ku şor were ser işqê, ewê işqeişq tavilê bibe îskeîsk û wê ji wî dilop dilop şiîrên bera girî didin biniqutin.

Bêrîkirina Berkenî

''ji dûriyê re'' ya Berken Bereh bi ''Min Bêriya Te Kiriye'' destpê dike. Di vê dîbaceyê de Bereh, qaşo çav, por, poz, dev û lêvên wê yarê tarîf kiriye, lê şor wer tê ne ji çavên ''hingivîn yên ku çemên xemgînî û keserê jê dizên'', ne ji porê ''ji rehên her têleke wî bagerek gurr dibe'' ne jî ji pozê ''ku serî radike li hemberî çîyayên bilind'', ti şopeke berbiçav çênabe ku meriv jî bi wê bêrîkirinê birêkeve here meraqa dilê Berkenî bibîne. Tew reng û rûyê yarê li dera han, Bereh xwe ji gotina navê bajarê wê jî xefirandîye; bi ''bajarên dûr î dîrokî'' navê wir jî hatiye nixumandin ku ew hemî nîşanên seri û stûyên li ber hezê xwarbûnî ne: ''Min bêriya te kiriye, bibîne, bixwîne lê kesî bi min û xwe mehisîne..''

Dengê Erotîzmeke Henûn

Bereh di şiîrên ''ji dûrîyê re'' de, terka ronahîya royê kiriye û çûye şûna xwe li derengê şevê çêkiriye. Heta di şiîran de dinê ewqas tarî ye ku ''roj hilatiye, şevê dest pê kiriye''
 

navnedîyar

De, şev ji berê de jiber ku derfeta rapêçana tazîbûnê çêdike, rê rasterast li ber erotîzmê vedike. Bereh gava dibêje ''ez im mîrê banûyekê, ta şefeqê..'', şiîrên bi navê ''Têgihiştin'', ''Ta Sibehê''', ''Sî'', ''Were'', ''Şekir'' û ''Lorandin'' li dû xwe hiştine lê erotîzma mîr, ji dilê tirsonek yê sînga sipî nabîne wêde neçûye; yan ku çûye jî şair nexwestîye ku xwendevan wê şehwetê hîs bikin: ''ev bîranînên me yên germ û dibişirin / yên ku bi tenê em wan dizanin / besî me ne..''

Lê hebe nebe ya Bereh erotîzmeke henûn e ku ew jî hatiye dubare kirin: Hem di şiîra bi navê ''Dua'' de û hem jî di ya bi navê ''Min Fêrî Zimanê Xwe Bike'' de eynî riste hene; di yekê de ''guneh'' nêr e di yekê de mê: ''bila dengê min wek gunehek-î olan bide di guhê te de'' - ''bila dengê min wek gunehek-ê olan bide di guhê te de''


Mala Yara Dûr

Şiîrên di ''ji dûrîyê re'' bo yarê hatine nivîsîn, lê di şiîra ku navê xwe daye kitêbê de Bereh dîsa bi taybet ''ji wê re, ya li dûr'' nivîsîye. Şopger dikarin ji ''bajarên dûr î dîrokî'' re şopê bibin ser Dîyarbekirê û bi ''li stasyona herî bixirecir a Ofîsê / ez te xewê şîyar dikim'' dikarin pişta xwe bi wê gumanê qewîn bikin. 

berî xatirxwestinê
Bereh li hin cîhan behsa ''toza bajêr'' dike ku ew jî gumana Dîyarbekir xurt dike. Toz û xubara li Dîyarbekir ne tiştekî nû ye û ne jiber neşixulîna şaredaran e. Yaşar Kemal jî di salên 1950'î de hatiye Dîyarbekirê û bi gazinc ser toza bajêr nivîsîye: Bes ya Bereh ne gazinc e: ''bêhna te, bişîrîna te ya ku oksîjena giyanê min bû / wek toza li vî bajarî hê li ser cel û bergên min e / ez rûyê xwe jî naşom / da ku dewsên tiliyên te jê bar nekin'' 

Di şiîra bi navê ''Min Bibe Malê'' de Bereh piştî 17 risteyan dîrekt dibêje ''min bibe malê xoşewîsta min'' ku jiber ku riste ne ''em herin malê xoşewîsta min'' yan jî ne ''were te bibim malê xoşewîsta min'' e tê fehm kirin ku malekê xoşewîst jî li Dîyarbekirê heye û Bereh mêvan e; bes ku xoşewîst li Dîyarbekirê be. 


Şopger dikare xwe bi salan berde û şopê rast bike, lê Bereh di ''Tîrên Firqetê'' de, bi şiîra dawî ji yara dûr re dîyar dike ku wî nav kuştîye: ''bes li navê xwe bigere / di deftera berkenî de / min çawa jê hez kir / te jî wiha kuşt''

Stalker Berken Bereh

''ji dûrîyê re'' di sala 2013'an de ji Weşanxaneya Lîsê derketîye. Şiîra bi navê ''Bendemayîna Tehl'' kînga hatiye nivîsîn ne dîyar e, bes ''lê ne têla min lê da / ne şopeke te xuya di feysê de'' raber dike ku Bereh jî di gûna Facebookê de stalkerekî baş bûye.

Tê zanîn ku hemî hesabên sosyal medyayê yên Bereh bi qandî du salan girtîbûn û ew di sala 2018'an de ji nişka ve li ser Instagramê û Twitterê aktîf bû.

Ku hesab û kitab û sosyal medya li hev bigirin, car heye jiber meseleya dil meriv vedike hesaban, dîsa car heye jiber eynî meseleyê meriv digire hemî hesaban.

Lê çi ferq dike ku, eşq jî, işq jî, evîn jî hebûn jî nebûn jî dawîya dawî mirin e lê berî wê: ''ez jî şaşîyeke vê civatê me belkî..'', bi hezekî wisa, seri tewandî û stû jî xwar.. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails