10 Mayıs 2018 Perşembe

Gundo, bi ser te de bixwîne Kundo!

lêborîn
Wexta ez î hîn î çûçik bûm, nebixêr, bi erf û edeta ji bav û kalan maye min jî bi ''yek, didi, sisê, nîşaaan!'' kund pir kevir kirin. Kevirên min ti kund xistin xwarê yan na rind nayê bîra min lê ez zanim li binê daran tim li mirîyên wan rast dihatim. Ji xwîna hişk bêli bû ku hin kund bi destê xedarên mîna min hatibûn kuştin, lê heçku hinekan jî jiber lekeya li navê wan ketî - bêyom - xwe bi ser şînên xwe de kuştibûn.

Ku min bihîst dê kovareke bi navê ''Kund'' derkeve, qafê min yekser çû ser ''xwendina kund'' û min min got ''waaayysss, saxlem e..'' Subjeya di ''kund dixwîne'' de objeya bêyomîyê bû, lê edîtor Umran Aran û ji desteya weşanê Bajar Mîrzeman, Burhan Tek, Xelîl Semed, Vecdi Demir mesele dikir ''kund-ê dixwîne'' ku ''ê''yeke tenê obje-subje, bêyomî-biyomî giş li nêv hev dixistin; wek ku ''gundo, bi ser te de bixwîne kundo'' diçû û li şûna wê ''bajar, kund li te nabe jar'' dihat bêmane.


Gotin xweş bû lê ya min xebera reş bû. Duhinî ku ez çûm Pirtukakurdî ku ''Kund''ekê bifirînim, min dît ava baranê ketiye hindurê dikanê û bi qasî 40-50 kund û hinek kitêbên din di binê avê de fetisîne. Bi refleksa rojnamevanî û blogerîyê min du sê fotografên afatê girtin bi şûn de kameraya telefona min xirt û xirabe bû. Kameraya min a sip î saxlem, min çi kir nekir venebû. Berî ez ''Kund''ê bixwînim, kund bû bi ser dikanê de xwendibû û anîbû fersendê bi ser min de jî dixwend, ka kevir ka, kevir!

Hemî Sir û Kirên Berhemê Divê Eşkere Nebe

Di hejmara pêşîyê ya Kundê de dosye ser Bextiyar Elî hatiye hazir kirin. Sîrwan Rehîm, axaftina Bextiyar Elî ya ji bo wergirtina Xelata Nelly-Sachsê ji Almanî wergerandîye Kurmancî. Bo min wergereke kêrhatî bû. Elî di axaftina xwe de gotiye: ''Siyaset û dîn dikarin mirovan bikin kesên dilhişk, hêrişkar, lê belê ew hêvî her dimîne, hêviya ew kes ji nû ve vegere û bibe mirov, belê hêviyeke wisa her tim dimîne û amade ye''

Bajar Mîrzeman, Umran Aran, Ferzan Şêr, Burhan Tek, Vecdi Demir, Xelîl Semed li ser romanên Bextiyar Elî nivîsîne. Hin ji van nivîskaran berê bi kovarên wek Wêje û Rexne û Zaremayê re flort kirine û bi terhê nivîsên di wan kovaran de derdikevin, mesele pir dirêj û pahn kirine.

Gava nivîsek ya dosyeyê be ma nivîskar mecbûr e ji seri heya binî behsa hemî detayên berhemê bike? 
Ez dibêm qey ferqa ''spoiler'' û ''sinopsis''ê heye û meriv gava li ser kitêbekê dinivîse divê ''sinopsis''ê berfireh bike, lê hemî ''spoiler''an nede.

Jiber ku di nivîsa Bajar Mîrzeman tenê ''sinopsis''ên berfireh hebûn, min nivîs eciband û bi min re arezûya xwendina berhemên Bextiyar Elî çêbû, lê nivîskarên din ên di dosyeyê de zêde zêde ''spoiler'' dabûn û ew bûn sebeba serê kêmkirina xwendevanekî Bextiyar Elî: ''Çi îcab dike ku, ji xwe min her tiştê Bextîyar Elî xwend..''

Yek jî ez dixwazim êdî em ji bûyerên berhemekê bêhtir behsa kodên di berhemê de bikin. Mesela, demsalên di berhemê de, analîza navên di berhemê de, bi fotografan eşkerekirina mekanên di berhamê de û tiştên nola van..

Kanonkanon û Gerîneka Guernicayê

Yıldız Çakarê bêyî ku nav bide hewildanên hin derdorên edebîyatê şibandîye ''çetevanîyê'' û gotiye ku ''yek ji van kanongeran temsîlkariya weşaxaneyekê temam dike, yek etîketa akademîk tîne cîh, yek di nava xwendevanan de propagandayê dike, yek kovarekê derdixe, yek blogekê vedike...'' hevok wisa dirêj dibe lê jiber ku ez jî xwedanblog im ez di vir de sekinîm. Min ji xwe pirsî, ez jî ''çetevanî''yê dikim yan na.. Hîn ez bersivekê ji pirsa xwe digerim, min dît di hevokeke din de Çakar pelekî din vediweşîne: ''A rast dema tu li nava van kirinên wan dinêrî, ji bilî 'ezîtiyeke pûç' tiştekî din tune ye.

Balkêş e, H. Kovan Baqî di heman Kundê de, di nivîsa xwe ya ser Gerîneka Guernicayê de dibêje ku ''Yildiz Çakar, guh nedaye kanonan'' Dibe ku rojekê ferzeke kanongerîyê bibe guhnedana kanonan jî, pirsa min e, ''ka kî wê kê xelas kê wê kêlîyê', bi şêwaza Baqî.

Rengîn Kardelenê jî di beşa ''Kitêba Ber Serê Min'' de qala Gerîneka Guernicayê kiriye. Gerîneka Guernicayê ew nêzî salekê ye, di çenteya min de bi min re li Riha, Mêrdîn û Dîyarbekirê gerîya, nizam çira kitêb hîn jî wer nebûye qismet nebûye kitêba ber çavê min.

Pîroz Be Pîroz Pe Pîroz be Kund 

Yaqob Tilermenî û Zinarê Xamo, derketina Kovara Kundê pîroz kirine. Her duyan jî agahîyên ecêb dane ser kundan.

Min digot qey tiştekî nû ye, lê li gor Tilermenî ji Babîlîyan û vir ve ye kund nîşana bêyomîyê ye. 

Zinarê Xamo jî daye zanîn ku kund di mîtolojîya Swêdîyan de teyrê herî biaqil e, û li wir dibêjin filankeso wek kund biaqil e.

Em Fêm Bikin Yan Fêm Nekin?

Bo min di Kundê de nivîsa herî xweş ya Salih Agir Qoserî bû ku bi pirsekê, bi zimanekî sivik î sade nîqaşên li ser meseleya me ya salan wek ku di cîh de bi dawî kir ji min re.

Ew demeke direj bû ku ez li ser zimanê Kurmancî yê blogerîyê difikirîm. Min tim digot ez bi zimanekî çawa binivîsim, kîjan peyvê rakim kîjan peyvê deynim..

Blogerên baş yên cîhanê hewil didin ku bi zimanekî rojane binivîsin. Çinku bloger dixwazin meseleyê fehm kirin bidin, armanca sereke ew e, dîsa çinku alema înternetê pir mezin e, alternatîf behrek in, û kî çi tiştî hêsantir tarîf dike meriv diqulibe ser wî/wê.

Qoserî dibêjê ku ''..berhemên ku îro tên nivîsîn, divê bi zimanê îro werin nivîsîn. Lê li hember van rexne û gazinan, nivîskarên ku wanî dinivîsin, kêm zêde dibêjin 'Em dixwazin zimanê kurdî biparêzin û gotin wenda nebin' Ev parastin di warê teorîk de û weke prensîb, gotineke xweşe û hêja ye. Lê gelo di pratîka jîyanê de digihêje armanca xwe? Bi raya min ji gihaştina armanca xwe bêtir, encamên eksê wê derdixe holê''

Pirsên Hevpeyvînan

Di Kundê de du hevpeyvîn hene. Di yekê de Xelîl Semed derbarê koleksiyona Jabe de bi Mustafa Öztürk re kiriye, di ya din de jî Burhan Tek ser weşangerîyê bi Abdullah Keskin re kiriye.

Di hevpeyvînan da pirsa pêşî ya ku ez jê kiz dibim ''Tu dikarî xwe bidî nasîn'' e, bi min wek heqaret tê. Meriv dikare di portreyê de agahîyê bide, lê nabe ku meriv here ji nivîskêr pirsên wek ''tu kî yi, çi yi, çend berhemên te hene'' bipirse.

Semed her çiqas ji Mustafa Öztürk xwestiye ku ''ji bo xwînerên kovarê Kundê..'' xwe nas kirin bide jî min xwe ji destê vê kiz û acizîya xwe xelas nekir û bi xemgînî hevpeyvîna girîng xwend.

José Saramago di 86 salîya xwe de li ser hevpeyvînê dibêje ku ne tiştekî ewqas hêja ye û di-gazincîne: ''Herhal ez êdî ji guhdarkirina xwe westîyame''

Li ser pirsên Burhan Tek, Abdullah Keskinê ku di weşangerîyê de 20 sal teqle kirine, wek ku bersivên mîna yekî jiguhdarkirinaxwewestîyaye dane.

Nivisîna Nivîskarên Dinivîsîn

Yek ji beşên herî xweş yê Kundê, ''Serpêhatiya Kitêbekê'' ye. Di vê beşê de Bawer Rûken qala peyvajoya nivîsîna Herimî kiriye. Ezê di hejmara duyê dê vê beşê bi meraq bixwînim. Çinku paşxaneya berhemekê, pir caran bi min ji berhemê balkêştir tê. Çawa bêjim, bo bawermendan, Xwedê însan xuliqandîye, belkî em Xwedê bibînin belkî em nebînin, lê hestên Xwedê yên ku dema însan xuliqand meraq dikim, ne bi rêka qasidan, wî bi xwe, bi destê xwe binivîsanda serpêhatîya xwe û me jî bixwenda.

Ciwanmed Kulek jî qala Saul Bellow kiriye, çi derewan li hev bînim, min cara pêşî navê vî nivîskarî di Kundê de dît.

Kulek portreyên nivîskarên cîhanê xweş dinivîse. Him behsa xwe dike him behsa nivîskêr, wisa diherike nivîs. Li bendê me ku Kulek, van portreyan hinekî din berfirehtir bike, bike kitêb û çap bike. Ku bike.

Komên Xwendinê Rengekî Şên Didin, Lê..

Di hejmara pêşî de Bajar Mîrzeman û Elî Hoşeng li ser navê komên xwendinê nivîsîne. Mîrzeman qala, Hinara Dawî ya Dinyayê ya Bextiyar Elî û Herimî ya Bawer Rûken kiriye. Jiber ku her du kitêb jî bi awayekî din di kovarê de hene, beşa Mîrzeman bi min zêde hat.

Elî Hoşeng behsa Tofan ya Hesenê Metê û Beranê Çargurçik ya Siyajîn Aramî kiriye. Ji Koma Xwendinê a Stenbolê, Azad Xanzade jî qala Rê û Rêç ya Narîn Yuklerê kiriye.

Bîranîn û Nivîsa Yekem

Di beşa ''Bîranîna Bîrmendekî'' de Deham Ebdulfettah behsa meseleyên xwe û Cegerxwîn kiriye. Em bi fictionê re serê xwe ewqas diêşînin, lê bi rastîyê re na. Xwezila nivîsa Ebdulfettah hinekî din dirêjtir bûya û wî hin agahîyên din bidana. Pir caran bîranînên ku bo bîrmendan tiştên basît in, bo xwendevanan dibin referansên pir bi qîmet.

Bes min nivîsên pêşî yên Meral Kılınç û Leyla İkinci mîna ku bîranîn bin xwendin. Di nivîsa İkinci de bû tîqetîqa min, ''Îcar dema ku te ji bo xwarinê berf hilbijarta ew jî îsûleke wê hebû. Berfa her cihî nedihat berhevkirin. Cihên ku însan tê de neçûbin yanî cihên bêşop û paqij, tebeqeya ser bi kevçî an jî bi destan dihat rakirin. Tasa xwe me tijî dikir û em dihatin malê, me dims bera ser dida û me dixwar. Pa çi xweş bû :)''

Gelek xwendevan û nivîskar rojnivîskan digirin û nameyan jî ji hevdu re dişînin. Jiber ku ''Rojnivîsk, Name, Bîranîn'' taqimdaş in, bo neheqî nebe divê Kund di hejmara pêş de çend rûpelan ji rojnivîsk û nameyan re jî veqetîne.

Merdan Newayî ''BerevînName'' nivîsîye, lê heta ne eşkere be ku name çi wext û ji kê re hatiye nivîsîn, emê çi fehm bikin ji nameyê.

Tîrêjan

Rêdûr Dîjle bi şorbazîya xwe anîye di beşa ''Kitêba Ber Serê Min'' de Kovara Tîrêjê danîye ber serê xwe. Dîjle dibêje ''..helbesta vê pêngavê ji çeşnên edebî helbest li gel min pîroz kiriye. Loma helbesta vê pêngavê wek dîwaneke mureteb 'kitêba ber serê min' e. Îşê ku meriv heq nedê?!

Di Kundê de helbesteke tenê heye, ew jî ya Mamoste Berken Bereh e. Bereh gotiye ''çiqasî xweş dixure mêjî bi pirsan, wek nanê li tenûrê diqemire'' Îhtimaleke mezin wê nifşekî nû rabe û di şerha şiîrên Bereh de ''..nanê tenûrê..*'' binivîse. Heta jêrenot tune be bi video, kî çi zane nanê tenûrê çi ye wê çaxê.

Chalak Taybet


Kundê di ''Taybet''ê de cîh daye çalakîyên Chalak Eventsê. Dewra ku Chalak Eventsê ava bû û deng veda û dewra ku ''şoreşgerên zanîngehî'' bûn xwê helîyan çûn eynî ye.

Piştî çend salan ewê li ser vê heyamê û meseleyê lêkolînên berfireh werin nivîsîn, wisa difikirim. Kesên ku li zanîngehan bêdestûr - destûra şoreşgeran - nikaribûn standek vekirana, ez dibêm qey min çê fehm dikin û çepikên mezin ji vê platforma serbixwe re lêdixin.

Chalak Evets a Wanê dê vê havînê hewil bide li Wanê kampeke mezin li dar bixe. Ez û Apê Zinar jî, emê tevî çadirên xwe herin bêguman.

Nûçeyên Edeb û Hunerê

Nûçe ji alîyê Xelîl Semed û Bajar Mîrzeman ve hatine hazir kirin. Beşeke xweş e, lê li gor qaîdeyên rojnamevanîyê sernaveke bi qisûr heye: ''Du Xebatên Hêja Hatin Weşandin..''  Xebat çiqas ''hêja'' dibe bila bibe li gor hin pîvanan lazim e meriv wê nede sernavê û naverokê. Jiber ku nûçe ye, ''hêja'' ye yan ''ne hêja'' ye divê, xwendevan qirarê bide.

Redaksîyona Muhteşem û Berg

Min bi taybetî vekir nihêrî ka kî di redaksiyonê de heye: Burhan Tek û Xelîl Semed. Ji zû de ve ye min kovarek wisa bêyî ku li herfan bilikumim nexwendibû. Standarta kovarê ji serê kovarê heta dawiya kovarê eynî bû, û ez li ti deran asê nemam.

Paşê min li bergê jî nihêrî. Wêneyê Bergê: Ceylan Amak nivîsîne, lê Xêzkara Bergê: Ceylan Amak çêtir nedibû? Nizanim.

Spasî û Bang

Jiber ku Kundê cîhek ji blogeran re jî çêkiriye kêfxweş im û li ser navê xwe û çend kesên ku min şêwirmendîya bloga wan kiriye spas dikim.

Spaseke taybet û têrpere bo Bawer Berşev ku piştgirîya madî daye kovarê.

Ha, Kundê daye zanîn ku ewê sê mehan carê derkeve, lê heyfa vê enerjîyê û sînerjîyê. Ma hûn Wêje û Rexne ne yan Zarema ne heyran?

Ger hûn dibêjin em dînamîk û înteraktîv in, lazim e perîyot mehê carê be bi min.

A kovara Kund, a kovara me, ne tenê jê re binivîsin, şêwe jî bidinê.

4 yorum:

  1. Ji ber ku ez jî xweyblog im her wekî te di wê hevoka Yildiz Çakar de sekinîm. H. Kovan Baqî rast dibêje, Yildiz Çakar guh nedaye kanonan çimkî di listeya 18 navên kanonîk ên Baqî bo min şandî de navê Yildiz Çakar tune ye mixabin. Yildiz Çakar di nivîsa xwe de bê ku nav bibêje behsa cureya "kanona îdeolojiya resmî" dike lê bê ku pê bihise ew jî heman kanonê diparêze ku ew jî, bi gotina wê, kanona li dor "Çiyayên Kurdistanê" ye, gelo berhemeke li dijî çiyayên kurdistanê jî dikare bikeve vê kanonê, meraq dikim. Berî sê çar salan ji bo xebatekê gelekî li ser kanonê xebitîbûm lê min nekarîbû tiştekî binivîsim. Ger taqeta min hebe dixwazim rojekê tiştinan li ser vê meseleyê binivîsim, lê kengî, nizanim. Ez ji bîr nekim, kanon di edebiyata kurdî de çêbûye, ev edebiyata patronajê ku li dor edebiyata mîrektiyên kurdan û edebiyata tekyayên kurdan bi xwe xwedî kanon in û ev mîrektî û tekya kanonên xwe ava kirine. Ji bo dema nêzîk jî, ne kanonên îdeolojiya resmî be jî kanona me ya îdeolojîk heye ku li dor Mela Mistefa Barzanî û Abdullah Ocalan ava bûye.

    Ez jî niha Kovara Kundê dixwînim hêj min xilas nekiriye. Berî her tiştî kêfa min ji berg û rûpelên wê re hatin ku meriv hema dixwaze lê binere û bixwîne. Ez bawer dikim Kovara Kund dê hem bi dîtbariya xwe hem bi naveroka xwe bala kurdîzimanan bikêşe. Ez jî ji niha de hejmarên wê yên bê meraq dikim. Ser xêrê be û bi xweşî dewam bike.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas bo van gotinên kanonşikêner înan,

      Li gor min di vê dewrê de êdî ji herkesî re edebîyat heye, ji herkesî re sînema û ji herkesî re muzîk. Kî ji xwe re çi bixwaze, wê ji wan kanonên xwe çêke. Helbesteke li gor te ''k''ya kanonê heq nake, li ba dilê hinekên din hardcore-kanon e.

      Cerku min Cioran xewndîye, fikra min a li ser edebiyatê, kanonê û patronajê pir guherîye. Cioran dibêje, eger hûn dixwazin welatekî nas bikin, berê xwe bidin berhemên wan nivîskarên ''ikinci sınıf..'', nivîskarên ''birinci sınıf'' ti carî rastîyê temsîl nakin û her dixwazin tiştên dîtir raber bikin.

      Kanon beton be jî wê hilweşe, hele yên me.

      Sil
  2. Spas ji bo van rexne û nirxandinan ku te kir bala xwe bêtir vê kovarê.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Bal pirtir dibe kêmtir dibe nizanim Kekê, min çi dît min ew nivîs.

      Sil

Related Posts with Thumbnails