5 Mayıs 2018 Cumartesi

HILBIJARTIN 2018 - Bernamzetê AKP'ê yê Dîyarbekirê Erdal Atik

Pêçîya xwe ya beranekê li ekranê dixînim û bi dehan profîl derbaz dikim di Instagramê de. Di talîyê re, li profîleke bi sponsor rast têm: Instagram min dawetî reklama Erdal Atik dike, bernamzetê AKP'ê yê Dîyarbekirê.
AKP Kurdî
here profîla Instagramê
Li Dîyarbekirê bi qasî 300 kes bo ku bibin parlamenterê AKP'ê serî lêdan. Karbidestên AKP'ê dê bi temayulê ji wan, 12 kesan bo namzetîyê hilbijêrin.

Erdal Atik bi fotografekê dide zanîn ku dora wî ya temayulê 57 e û gel û hemî teşkîlata AKP'ê dawetî standa xwe dike.

AKP Kurdî
hazirî
Li gor reklama Atik, kî here standê wî, dê bo girtina notan qelem û ajandayekê, û bo şarz were tije kirin jî powerbankekê dîyarî bistîne ku kontakt qet qut nebe.

AKP Kurdî

Atik dîsa ji profîla xwe ya Instagramê dîyar dike ku ewê ji standa xwe xwarinê jî belav bike ku du menû hene: Yek ji wan doner û tiştekî vexwarinê ye, yek jî kek û çorekên herêmî û tiştekî vexwarinê.

Bernamzetê AKP'ê bo ku şixulên wî werin dîtin, cîhê xwe dîyar kiriye, Seroktîya AKP'ê yê Dîyarbekirê û ji Recep Tayyip Erdogan bigire heta Mehdi Eker û İbrahîm Kalın giregirên partîya xwe etîket kirine.

AKP Kurdî
serdana standê
Bo kesên dixwazin siyasetê bikin êdî li Tirkîyê jî yek ji meydanên herî girîng sosyal medya ye.

Sosyal medya li gor teknolojîya înternetê dikeve kategorîya Web 2.0'ê.

Di Web 1.0'ê de tenê malperên statîk hebûn û kesên diketin înternetê tenê dixwendin, lê piştî Web 2.0 êdî rê li ber însanan vebû ku him bixwînin û him jî binivîsin.

Web 2.0'ê bi Facebook, Instagram û Twitterê medyaya bi rojname û televîzyonan û heta ya bi malperan teqlobeqlo kir û medyaya nû ya bi navê sosyal medya çêkir.

Yek ji sirên serkeftina Barack Obama ya sala 2008'an xebatên baş li ser sosyal medyayê bû.

Bihara Ereban a ku di sala 2010'an de ji Tunusê destpê kir û çû di gelek welatên din re derket, hêza xwe ji organîzebûna li ser sosyal medyayê girt.

Li Tirkîyê meriv dikare bêje di sala 2013'an de bi bûyerên li Geziparkıyê re sosyal medya ket rojeva siyasetvanan û tesîra wê ya li qada polîtîkayê her ku derbaz dibe ji berê zêdetir dibe.

Belkî Atik bi bandora sosyal medyayê ji bernamzetîyê here namzetîyê û ji wir jî ber bi parlamenterîyê bimeşe, lê li hêleke din jî belkî sosyal medya têra xeyalên wî neke. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails