9 Mayıs 2018 Çarşamba

Li Ser POPKURDê Çend Gotin

bibêj
Berga hejmara 1'ê ya POPKURD'ê, çito ku çavên min lêket heyecaneke bi hesret û hêz avête çavên min. 

Bi salan e, li ser kovarên bi Kurmancî bergên basît yan jî yên ku pir zor in û meriv tiştekî jê fehm nake dibînim çinku.

POPKURD'ê ne mesele zor kiriye, ne jî basît hiştiye. Lêêê, xuya ye edîtoran bo balê bikişînin hin giregirên naverokê avêtine ser bergê, bes li hin gewreyên din ên di kovarê de neheqî kirine.


Nabe ku meriv fotografên herkesî li bergê bi cîh bike, lê edîtorya dikare di hejmarên pêş de navên kesên di kovarê de li hêla rastê yan çepê binivîse. Divê meriv ji bergê fehm bike ku wekî din kî di kovarê de heye.

Min pêşgotina kovarê eciband. Edîtoran dirêj û pahn nekiriye û bi rastî jî nexwestine serê xwendevanan biêşînin.

Li binê kunyeyê tinazek heye: ''Em berpirsê hemû nivîsên we ne!'' wek ku bêjin em kes serî kesî nexin belayê û ji xwe re hûrik hûrik binivîsin û bixwînin.

Mihemed Bîlen di Rihletguzînê de behsa gera xwe ya Îranê kiriye. Bîlen dide zanîn ku ew di sala 2002'yan de çûye wî welatî. Eger piştî 16 salan ewqas detay têne bîra wî û wî bêyî ku li rojnivîskekê binêre ew nivîsa gerê nivîsîye, helal be ji hafizeya wî re.

Çend mehên berê min kitêba Mark Sykes, Darul Îslam xwendibû û wê tesîreke xweş li ser min hiştibû. Eger gerên xwe yên nû binivîse, bêguman wê bandoreke xweş çêke Bîlen. Min berê ti nivîsên wî nexwendibûn.

Esrakê bi karîkaturekê li binê guhê çaketên Ciwanmerd Kulek xistiye. Kulek bi karîzmaya xwe li Instagramê gelek çepikan heq dike, Esrakê jî bi peywendîdanîna di navbera karîkatur û edebîyatê de. Bi şertê ku Esrakê xêza xwe hinekî din pêşde bibe, lazim e karîkaturên wiha pirtir werin çêkirin ku edebîyat binizile her qul û qelşê.

Mistefa Dogan bi Mirady re hevpeyvînek kiriye. Pirs belawela ne. Wek ku Dogan xwestîye ji Mirady gelek tiştan bistîne loma jî pirs di ber hev re pijiqîne û tiştek jî nepijiyaye. Jiber aktuelbûna kovarê lazim e li ser albuma dawî ya nû derketîye, Xwelî, pirtir pirs bihatana pirsîn, lê ji Mirady zêdetir Mirady hatiye pirsîn.

Di beşa portreyê de Omer Bextiyar ser Ozlem Belçim Galip nivîsîye. Bi min di vegotina wê portreyê de problem hene. Bextiyar agahîyên xweşik li nivîsê baş nereşandine, loma ser û binê portreyê tabloyekê çênake. Ez di vê portreyê de herî zêde di vê hevokê de asê mam: ''Di sala 2013yan de li Zanîngeha Oxfordê cara yekem tiştek qewimî'' Bi saetan li ser fikirîm, herhal divê ''tiştek'' û ''cara yekem'' şûna hev biguherînin, lê dîsa jî, na.

Di POPKURD'ê de ez dibêm qey wê bala herkesî tim pirtir li ser ''Me Ji 10 Kesan Pirsî'' be Di hejmara duduyan de jî wê va beşa pir were xwendin û nîqaş kirin. POPKURD'ê ji 10 xwendevan û nivîskaran pirsîye: ''Bi te kîjan Kurd dikare Xelata Edebiyatê ya Nobelê bire? Bo çi?'' Piranîya xwendevan û nivîskaran gotiye Bextîyar Elî. A ecêb, di van royên ku POPKURD derket de hat ragihandin ku jiber skandaleke seksê dê îsal Xelata Edebîyatê ya Nobelê neyê dayîn, ecêb e yanî, nizanim.

Di POPKURD'ê tiştê herî xirab cudakirina fotografa Mem Artemêt û şiroveya wî ya li ser fotografê bû. Divê şirove û fotograf di eynî rûpelê de bûna lê her du di rûpelên cuda de ne. Artemêt fotografeke pir baş girtiye, lê şiroveya wî ne ti şirove ye çinku wî agahî daye, lê fotograf şirove nekiriye. Artemêt divê bi referansên edebî şerha fotografan bike, agahî jixwe li her derê peyda dibe.

Blogerîyê vê dawîyê deng veda. Esrakê çûye sala 2090'î, û bi xeyeleke ''ma xêrrrr bû'' Stenbol xistiye bin kontrola Kurdan û mirina du blogeran nivîsîye. Du fotografên berbat li vê nivîsê hatine bi cîh kirin. Yek, Esrakê behsa mirina blogeran kiriye, lê li ser kevirê mêrzel ''Blog'' hatiye nivîsîn. Bi fotografê ne bloger, lê blog hatine kuştin yanî. Dudu, tuyê bêjî qey di nivîsa Esrakê de li ser anatomîya mirov lêkolîn tê kirin, îskeletek hatiye bi cîh kirin, li binî îsketêjî notek: ''Skeleton of Man''

10-15 pirsên sabît yên hema bêje hemî kovarên populer kulturê hene. POPKURD jî bi vê edetê ji Berfîn Zenderlioğlu 15 pirs pirsîne. Li ser pirsa ''Te dixwest tu li kû derê bijî?'', Zenderlioğlu gotîye ku: ''Bi hevalên xwe re ''dûrî siyasetmedaran'' di nav xwezayê de, li giravekê.'' Ez jî dixwazim, dûrî siyasetmedaran.

Di POPKURDê de nivîsa herî baş bi ferqeke mezin ya Cîhan Kaynar e. Min hin şiîrên Kaynar xwendibûn, lê min hêla wî ya mîzahî nizanibû. Ger ya ku mîzaha Kaynar xurt dike şiîrên wî ne, divê dev ji şiîrê bernede û hinek nivîsên din ên wanî xweş bikute çavên me. Kaynar bi ''Bi Vê Qûşê Naçî Mûşê'' trjaedîya me ya zimên di-komîkîne û klîşeyan radike û rep û li erdê dixîne. Ji bîragiştî bi awayekî eşkere radigihînim ku, eger Kaynar atolyeyeke mîzahê veke, şagirtê pêşîyê ez im.

Kovarên populer kulturê di beşa pasaj û gotinan de pirtir cîh didin kesên mirî, lê POPKURD bi qasî ez zanim wê cîh nede miriyan, loma jî pasajeke Gulên Şoran ya Eta Nehayî bûye para kovarê. Heq e di vê beşê de, POPKURD mirîyekî me populer bike, saxan ne.

Di beşa sînemayê de Bilal Korkut bi derhênerê Hewno Bêreng (Xewna Bêreng) Mehmet Ali Konare re hevpeyvînekokek kiriye. Jiber ku hevpeyvîn kin e, lazim e pirs jî pir baş bin. Min pirsên Korkut neecibandin.

POPKURD, mehê carekê derdikeve yan hefteyekê carekê yan du meh carê hîn ne diyar e. Beşa POPTWEETê bi min hinekî bêmane hat. Ger kovar heftane be dibe, lê ez texmîn nakim ku kovareke ku bi nivîsan debara xwe nake heftane derbikeve. Twît rojane ne û meriv tesîra wan dikare heta hefteyekê bidomîne. Hîn twît salane ne, lê yên aktuel yên rojê yên hefteyê ancax tenê bi demên xwe re eleqedar bin.

Hatice Kılıçê pirtir bi wergerên wê nas dikim. Bi POPKURDê re cara pêşî min nivîseke wê xwend herhal. Nivîsa wê, Habîtûsa Kurdan li gor konsepta POPKURDê hinekî ''cidî'' maye. Qey ji ber wergerên wê yên serkeftî ye, bi min wer hat ku Kılıçê ew nivîs bi zorê nivîsîye. Divê tiştekî din bûya, lê nizanim çi.

Tofan Sûnbûl, behsa gera xwe ya Yerîvanê kiriye. Nivîs ne xerab bû, bes fotografên wî ji Yerîvanê girtine qet ne baş bûn. Jiber ku di eynî hejmarê de nivîsa gerê ya Mihemed Bîlen jî hebû û min detay ecibandibûn, ji min negatîfek çû Sûnbûl.

Paragrafeke di roportaja bi Mehmet Ali Konar re de, di POPNÛÇEyê de careke din wek ku tiştekî din e hatîye servîs kirin. POPKURDê divê ya di nûçeyê de neda agahîyên ser fîlma Mehmet Ali Konar yan jî di hevpeyvînê de. Jiber vê şaşîyê, dîrekt sar bûm ji POPNÛÇEyê.

Di berga paşîyê de Harun Beyhan bo POPKURDê xêz kiriye. Xêz ke heyran xêz ke.

Ha di kovarê de du reklam jî hene: Perxudres û Dara Produksîyon. Hêvî dikim baş yan xerab reklamên di kovarê de zêdetir bin û POPKURD tiştên hîn xweştir çêke.

Bo daxistina hejmara 1'ê ya POPKURDê vê lînkê bitikînin

4 yorum:

  1. Di nivîsa jor da du şaşî hene, min rast kir.
    Li ser kovarekê analîzek, rexneyek, şiroveyek ji viya xweştir nabe, mikemel e. Do derengê şevê min jî li ser Popkurdê nivîsî, lê ne bi vî rengî û bi vê hostetiyê. Min tenê bal kişnad ser derketina Popkurdê, min got derketina Popkurdê tiştekî baş e, dibê baştir bibe.
    Lê min bixwesta jî min nikanîbû nivîseke hewqasî analîtîk binivîsiya. Bi gotinekê helal be ji te ra !
    Dibê karê te tim ev be, siyset ne tê da, li ser blogeriyê, berhemên edebî roman şiîr, çîrok û muzîkê binivîse. Nivîsên te yên bi vî rengî ne edîb û hunermednd tenê, çavê xwendevan jî vedike, xwendevan jî bi pêş dixe. Nivîsên wiha mistewa xwendinê, fêmkirina naverokê bilind dike. Ji xwe armanca rexne ev e, di berhemekê da aliyê baş û xerab, zeîf û xurt, serketî û neserketî bi hosteyî, bi zimanekî edebî nîşan bide. Tu vî karî pir baş dokî.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Apo,

      Wê bala min her li ser edebîyat û muzîkê be. Sîyaset ne îşê min e, min careke din fehm kir. Sîyasetê tu bike Apo, bibe serokê Partîya Blogerên Kurd ku dengê xwe dîrekt didime te.

      Sil
    2. Sehet xweş omer, piştî nivîsa te sanki min kovar xwendî xwe dihesibînim.. lê ez dibêm qey ji bo çapa yekem piçek giranî te rexne kiriye, bû mesela mela nesredin ku hê zarokê we neçuyî ser avê lê xistî; gotî ku, piştî carik şikest ez lê bixim jî bê feyde ye.. dîsa jî bi heyranî ez nivîsên te dişopînim, qewet bê ji hizr û qelema te ra..

      Sil
    3. Gelek spas Payiz,

      Ezê di hejmara duyê de rexneyê siviktir bikim seba xatirê te :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails