28 Mayıs 2018 Pazartesi

Nivîsên Blogan Herî Zêde Kînga Têne Xwendin?

şop
Bazar e; çito ku xwedîyên kovar û kitêban dixwazin ew pir werin firotan, nivîskarên blogan jî dixwazin her nivîseke wan pir were tikandin û xwendin. 

Yên kovar û kitêban pelên wan ên rabûn û daketinê di ser ro û mehan re pir ne dîyar e, lê yên blogan jiber ku ew hinekî xwe ji sosyal medyayê xwedî dikin, meriv dikare du kêm du zêde hinek texmînan bike.

Li gor îstatîstîkên blogên min, ez dikarim derbarê royan tabloyeke wisa çêkim:

Duşem 

Di roja pêşî ya hefteyê de tu li ser çi meseleyê çi bidî ber xwendevên meraq dike, dixwîne. Ku nivîsê tam naxwîne jî çavekî di ser re digerîne.


Seşêm 

Rojeke bi ber û bereket e. Gava nivîs jî baş be, îstatîstikên tikandinê difirin. Di vê royê de ekserî divê nivîs bi şev were weşandin.

Çarşem 

Ji rojan roja herî miriye. Di orta heft royan de ye, lê ne ji xwendinê re dibe ne ji nexwendinê re. Nivîsên di vê royê de tên weşandin, çiqas baş bin jî eleqaya heq dikin nabînin.

Pêncşem 

Di vê royê de wek ku herkes hazirîya tiştekî dike, lezûbeza li ser sosyal medyayê zêde ye. Rojev têr û tije ye tim, çi nivîs were weşandin, ku kalîteyê nivîsê kêm be jî balê dikşîne û tê xwendin.

În 
Rojeke mirî ye. Ancax nivîsên ku serê sibê têne weşandin hinekî têne xwendin. Piştî nîvro kes bala xwe nade ser nivîsan. Çavê herkesî li derve ye, plan û programên gerê, snap û storyên Instagramê hene, loma nivîs ne ti tişt in.

Şemî 


Roja pêşî ya dawîya hefteyê meriv behsa çi bike jî bala xwendevanan nakşîne. Profîlên sosyal medyayê piranî bi parvekirinên partîyan ken û kêfê, ger û geştan dagirtî ne. Nivîs çiqas baş be jî, bala xwendevên nakşîne di vê royê de.

Yekşem

Di rojnameyan de hevpeyvînên Yekşemê hene, sivik û sade ne. Mîna ku taybet bo xwendina dema taşteyê hatine hazir kirin. Meriv ku kûr here, ken û kêf êdî bi dawî bûye û haziriya Duşemê tê kirin. Di vê royê de nivîsên ku serê sibê têne weşandin pir têne xwendin. Texmînek, piranîya xwendevanan di nivînan de dixwînin nivîsan di vê royê de. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder

Related Posts with Thumbnails