11 Mayıs 2018 Cuma

Oral û Qral

Foto
bêkitêb
Kameraya telefona min xirabe ye du ro ne.

Negirtina fotografan bi min pir çetin tê. Bo sebra xwe pê bînim, li fotografên ku min berê girtine dinêrim.

Fotografeke du qedeh ''lezo'' ya ku ez pir paşê elimîm ku jê re dibêjin ''oral-et'' e, li ber Birca Keçê hatiyê girtin. 

Du qedeh, keçik û kurikekî raber dikin. Binikên qedehan yên çînik çînikî nîşan didin ku kurik û keçik li cîhekî erzan yê mîna qehweyan rûniştine tev, li kêleka hevdu.

Di fotografê de derneketîye lê, keçik û kurik ji Azadîya Welat ji rastê ber bi çepê ve, ji jor ber bi jêr ve xaçepirsekê çêdikin.

Pirsa heftan e, ''Qralê heywanan'' Kurik çixîza li ser ''Q''yê nabîne û wê wek ''Oralê heywanan dixwîne''

Ku keçik bera kenê dide, çixîza ''Q''yê hê nû ji kurik ve dixewûne, ew jî dikene.

Bi şev ku derbazî mal dibin, kurik dibe şêr, keçik dibe xezal; teşt û misîn oral oral têne qilê kirin. 

2 yorum:

Related Posts with Thumbnails