15 Mayıs 2018 Salı

OTOSTOP: Wan - Dîyarbekir | 365 Kîlometre

kamyona pêşî
Mark Sykes, di Darul Îslamê de bi şoreke Marco Polo dest bi gotina serpêhatîyên xwe kiriye: ''Ka ji kû destpê bikim?'' Bo min, ku ez jî gelek caran di destpêkê de dixitimim, pirseke girîng e ew û ku bi wê hinekî li bersivê digerim, rê hûrik hindik li ber min vedibe.

Piştî bernameya Chalak Events - Wanê, min û bloger û vloger Roza Sierra me qirar da ku em bi otostopê ji Wanê vegerin Dîyarbekirê.

Sierra di otostopê de bi tecirbe bû, lê ya min rêya gundê me Tionek û Sirûcê, ku 7 kîlometre durî hevdu ne, ne têde, min berê li ti derê destê xwe li otomobîlan ranekiribû û ew ranewestandibûn.

Rêvebirên Chalak Events - Wanê, ku ji story û snapên li Instagrama wan xuya ye otostopçiyên hoste ne, berî em bi rê kevin ji me re gotin ku ''Li derveyî Wanê destê xwe li otomobîlan rakin, li hindur bajêr kes we ranake..''


Li ser vê şîretê, ku me Edremîta di hindur Wanê de derbaz kir û bi şûn de hê nû me go ''De em û şansê xwe'' û me destê xwe li otomobîlan rakir. Bi bextê me re, barana hûrik hûrik dibarîya hîn hêdî hêdî dişidand ku dubloyek, mîna ku gunehê xwe di wê şilîyê de bi me hatibe li me sekinî.

Şoforê dubloyê got ku ewê mesafeyeke kin here, lê dîsa jî me go ''ku heta kû çû kar e'' û em li otomobîlê siwar bûn. Ku em çito li dubloyê siwar bûn, min tavilê fehm kir ku ferzeke otostopê sohbet e. Bi ''Ê ka hûn ji kû tên û diçin kê derê'' pirs pirsê û şor şorê vedike û wisa dewam dike. Lê jiber ku rêya şoforê dubloyê kin bû, sohbeta me jî pir ne dirêj bû.

Me xatir ji dubloyê xwest û me careke din destê xwe li otostopê vekir. Ez bi bextê xwe ne bawer bûm, lê pir neçû kamyonek li me sekinî. Gava me derîyê kamyonê vekir, şofêr berguhk dabû ber guhê xwe xeber dida û bi serê xwe silava me sitand. Min li ekrana telefona li ber vitêsê nihêrî, î ku şofêr pê re şor dikir ''Heval Rıdvan'' bû. Jargonê hema kir ku ez di dilê xwe de de bêjim ''Temam e, şofêr î ji me ye..''

Piştî ku şofêr telefon girt û go ''Ezê heya Batmanê herim'' me fehm kir ku ji me re loto lêketîye. Otostop a hê nû hatibû tala xweş yanî.

Tê zanîn ku şofêrên kamyonan jiber rêya dirêj ji sohbetê hez dikin; de bo rê xweş bibe, min bi meraqên rojnamevanîyê ji ekonomîyê heta siyasetê, ji muzîkê heya murîdîyê, li ser her tiştî pirs avêtin ber guhên Şofêr Serdar û wî jî bi qasî zanebûna xwe hemî pirs bersivandin.

Serdar ku hazirîya qulibandina sala 30'yî dikir digo ku ''Êdî piranîya şoforên kamyonan ciwan in, çinku şoforên kal rê şaş dikin yan jî gelek caran li ser kamyonê li wan nexweşîyên dil çêdibin û zû qeza dikin''

Gava Şofêr Serdar ji paketa xwe ya KENT cixareyek dirêjî Sierra kir û yek jî ji xwe re derxist, - spas, ez venaxwim - ferz bû ku şor hêdî hêdî bihata ser hilbijartina Hezîrana 2018'an û HDP'ê. Li gor texmîna Serdêr, HDP'ê dê derdora 11% deng bistanda, lê eger fen û benên AKP'ê tunebûna dibe ku rêjeya wê hîn bilindtir jî bûbûya.

Tevî ku siyasetê baş dişopînim jî texmînên min ti carî rast dernakevin û ku ez bi hevalan re ser rêjeyan şert dadikevim her carê wenda dikim. Loma ku Serdêr ji min texmîna min pirsî, min bersiveke sistomisto da û rûyê xwe ji rastîyê bada. Bes me dûr û dirêj li ser şaşî û başîyên HDP'ê, siyaseta ku hikûmeta Tirk li bajarên Kurdan dimeşîne, Kurdên bi dehan salan li heps û zindanan mane, nebûna tifaqê û şîyarbûnê xeber da.

Weşanxaneya Peywend
peywendî

Serdêr li tala Tetwanê, tevî ku me nexwest jî, ji camêrîya xwe ji me re kola û pîde wesand. Nedibû ku em di binê çêyîya wî de bimînin. Sierrayê çikolatayek dayê û min jî ji çenteya xwe Dîwana Seydayê Tîrêj derxist dayê.

bo Kekê Serdar,

rê kin bû, bi şorên te yên xweş, li rê û royên din..

ji Wanê ber bi Batmanê..

Ku em li Batmanê peya bûn û me ji Serdêr xatir xwest êdî dinê tarî bûbû. Bi şev tirs û talûke zêdetir e, kes nizane kî çi ins û cins e û zû bi zû kesî ranake. Otobusan şewqa faran dida me ku me rakin, lê me carê nîyet li otostopê xirab kiribû. Bi dehan otomobîl di ber me re derbaz bûn û dawîya dawî dîsa kamyonek li ber me sekinî.

Amedlî
rêdîyar
Gava min derî vekir û ji şofêr re go ''silam eleykim'', şofêr tavilê ''eleykimesselam ve rehmetullahu ve berekatu''yeke şid î bi şedde li min vegerand. Liva lotoyê xweş diçû, vê carê jî kamyona ku ji Îranê dihat, dîrekt diçû Dîyarbekirê. 


Kekê Ekrem, di şofêrîyê de 18 sal li dû xwe hiştibûn û Amerîka û Rûsya jî di nav de, ti welatên ku wî nedîbûn nemabû û li gor wî welatê herî xweş ''Doğuya Tirkîyê'' bû û însanîyetî jî herî zêde li Dîyarbekirê pêşketî bû. 

Ser pirsên derbarê ekonomîyê Kekê Ekrem digo ku ''Berê me seferek dikir, du mehên me xelas dikir, lê niha em her ro li seferê ne, bes têra meheke me nake'' û bi ax û fîxan behsa buhabûna benzîn û mazotê dikir. 


Şofêr Ekrem, ku hema bêje her ro li rê bû, bi gotinên însanekî li rêya Xwedê xeber dida: ''Miletê Kurd miletekî mazlûm e û Xwedê Teala ji zaliman re nahêle înşellah..'' Wî bêyî ku navan bide nalet li muqtedîrên Kurdan dibarand û me jî bi ''amîn'' û ''înşellah''an piştgirî dida nifiran. 

Ji Îranê paketek loqim kirîbû Kekê Ekrem, derxist îkramî me kir. Min dîyet mîyet ji bîr kir di wê kêlîyê de û du kit loqim loqî devî xwe kirin. Dîsa cixare, dîsa, na spas, ez nakişînim.


 Di kamyona Serdêr de min gotibû ku ''Ez cixarê venaxwim'', di ya Kekê Ekrem de jî min gotibû ku ''Ez cixarê nakişînim.'' Kîjan ji kîjanê rasttir bû? Ez di kamyonê de dîsa hinekî li ser vê mijara amîyane difikirîm ku bi stranên Seyda Perînçek yên ku dikarin rê biqelişînin hatim ser hişên xwe û min ji xwe re got ''de dev jê berde lo..'' 

bi îzn û quwet
Ser îkram û sohbeta Kekê Ekrem, min ya wî jî ji çenteyê xwe derxist ''Bediüzzaman'ın Volkan Yazıları'' dîyarî da wî. Kitêba ku Nûbiharê di sala 1994'a de çap kiribû, ew demeke dirêj bû ku di çenteya min de bû. Bediuzzeman digo ku ''Mekteba min a edebîyatê çiyayên Kurdistanê ne.''

bo Kekê Ekrem,

Xwedê xêr û xweşîyê rojkê bike para me jî înşellah! 

Ku em li Dîyarbekirê peya bûn, min ji Google jî li guzergaha me nihêrî: Em ji Wanê bi rê ketibûn û di ser Tetwan, Bedlîs û Batmanê re, piştî 365 kîlometre gihêştibûn Dîyarbekirê. Yek bi Kurmancî yek bi Tirkî, du kitêbên Kurdperwer ji çenteyê min çûbûn û bîranînên xweş yên kamyonî çêbûbûn.. 

6 yorum:

  1. Welleh helal be, ji Wanê heya Diyarbekirê we otostop kiriye, ka bêjim çi. Heta niha tenê carekê bi hevalekî re min otostop kir û ji Mêrdîn hatim Bismilê lê bi tenê min ti carî taqet nekiriye otostop bikim.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas İnan, li rê çîrok hene, li rê ken û kêf. Bi salan min xwe kuta hindur û min tiştek jê fehm nekir. Bes êdî ez li gor felsefeya Apê Zinar hereket dikim, hewil didim ku ji her kêlîya heyatê zewqê bistînim.

      Sil
  2. Serê her tiştî meraq e, ew jî li ba kurdan "û li misilmanan jî" ji kok da tuneye. Leam jî tiştekî ji dinyayê fêm nakin.
    Lê bi qasî ez dibînim bî bi te ra piçek meraq heye. Lema tu hewqas tişt fêr bûyî..
    Bi meraqê ra hebek cesaret jî lazim e...

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Eynî werga ye Apo, pêşîyên me gotine dilê tirsonek sînga sipî nabîne :) Dikim dereceya meraq û cesareta xwe bilindtir bikim :)

      Sil
  3. Nivîsên wisa ji xwendinê re gelek xweş in..lazim e tu li ser ger û rêyan be :)) seet xwes bi meraq xwend.. vê serê sibehê ber bi kar ve diçim û xewa min ser çavê min çû :))

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Spas Jîyan bo pêşnîyazê. Hinek projeyên min ên wisa hene lê hîn fersend bi dest min neketîye, ka em binêrin hele. Rê û royên Xwedê pir in :)

      Sil

Related Posts with Thumbnails