7 Mayıs 2018 Pazartesi

Rêzimana Dêng

Selahattin Demirtaş
rêziman
Siyaseta baş ne karê herkesî ye. Xulkê fireh divê bo wê hunerê û stratejîyên demdirêj.

Ez ji kirên xwe yên siyasî tim poşman dibim. Bi min wer tê. A baş, ez ji xwe re xwe li welatperwerîyê deynim û wekî din jî qet dengê xwe nekim û dengê xwe bidim û nedim.

Na yanî, meşandina siyasetê li dera han, min hewil da ku li blogê li ser hilbijartinê binivîsim, lê min dît ku ez ji heq nayêm der û min dest jê berda.

Here ji xwe re kitêban bixwîn heyran, here ji xwe re muzîkan guhdar bik û fîlman temaşe bik, dibêjim ji xwe re. Ezê wer jî bikim. Ji xwe, ji xwendevanên blogê lêborînê dixwazim. 


Bi ro perwerî, bi şev xudreste.. 

5 yorum:

  1. Ev ne karê te ye. Tu vî karî ji min ra bihêle, mudaxeleyî qada min neke.
    Karê tu baş ji heq tê der bike. Li ser kitêba, li ser sînemayê, li ser muzîkî, li ser evînê, li ser macarayên xortan, li ser bûyerên rojane binivîse.
    Lê xwe di ber min ra neke, çavê xwe bera karê in nede. Tu ji heq vî karî dernayê.
    Çimkî ev ne karê te ye. Tu ecemî yî. Tu hîn nebûye ”hoste er.”
    Bala xwe bidê di du rojan da te pes kir, tu teslîm bû.
    Ev 50 sal in ez di nava siyasetê da me, lê min hîn jî wek te xawilî navêtiye, min hîn jî wek te ala spî hilnedaye.
    Xortê dela lev karê ye…

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Karê sîyasetê, ku bi taybetî ji bo me Kurdan birêvebirina jiyanê ye, çênabe ku mero bispêre yekî/a din loma tu şaş î xalê min.

      Sil
    2. Ez naxwazim bi siyasetê jîyanê xwe birêve bibim, çinku jê fehm nakim.

      Sil
    3. Siyasetmedar bêmane fiskê(ne tirr) bikin, tesîrê li ser tevahiya jiyana me dikin. Ji lew mi go. (û tu jî fêm dikî bes jê direvî lê bi kêfa xwe yî)

      Sil
  2. Tu rast dibêjî Apo. Ê meriv şaşîyên xwe zanibe, jê vegere jî rind e. Ceribandin ne xerab e, a xerab meriv zanibe ku tali xerab e û meriv dîsa pê de here. Go go ''va hîn elif e, li dû bê tê sê heye..'' Ez, li Elifê bimînim Apo. Bê, tê, sê û ji wêde çi heye tevde ji te re..

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails