24 Mayıs 2018 Perşembe

Tek-Tuwaletên Jin û Mêran û Tuwalet

Dîyarbekir
li Aylak Madamê
*Li kafeyên Dîyarbekirê tek-tuwaletên ku jin û mêr diçinê ro bi ro zêde dibin. 

*Tuwaletên mêran genî û gemarî ne tim; aqilê mêr, tuwaletên jinan wek ku pir pak in xeyal dike. 

*Hevalekî me bo pirsên îmtihanan bidize xwe li mektebê di tuwaleta keçikan de veşartibû; li gor stratejîya wî, jiber ku tuwaleta keçikan pak bû, xedemeyê ku bo damalandina mektebê dima pir nediçû tuwaleta keçikan.


*Yek ji fantazîyên kurikên li lîse û zanîngehan, masturbasyona di tuwaleta keçikan de ye. 

*Dibêjin divê meriv bi nigê çepê di tuwaletê keve û bi nigê rastê jê derkeve ku gava mirin li wan deran be, beden nekeve hindur tuwaletê nekeve. 

*Tuwalet bi eslê xwe peyveke bi Fransizî ye, toilette; di sedsala 17'an de bo cilên jinan dihatiye gotin, di sedsala 18'an de bûye odeya makyajê û piştî sedsala 19'an bi wateya ''avdestxane''yê ketiye dev û lêvan. 

*Di Kurmancî de, bo tuwaletê xêncî ''avdestxane''yê, ''destavxane'', ''daşir'', ''edepxane'', ''avrêjxane'', ''qedemgeh'' û ''kenef'' jî heye. 

*Rênas Jiyan di hevpeyvîneke min pê re kiribû de ser tuwaletê digot ku Eger serdestan tuwalet layiqî fethe bidîtana wê fetih bikirina. Ji ber ku layiq nehatiye dîtin nehatiye dagirkirin û ji ber ku nehatiye dagirkirin em dikarin li tuwaletan “rehet” bin.

*Dema em bo qezenckirina zanîngeheke baş dixebitîn, me formulên Trîgonometrî û Integralê li ser kaxetekê nivîsandibûn û anîbû kaxet bi dîwarê tuwaletê ve zeliqandibû. Gava em li destavê rûdiniştin, me formul dixwendin.

*Berê li ser derîyên tuwaletên mêran yên li otogar û mizgeftan nimareyên orispîyan hebûn, pêzewangan dinivîsî. Êdi ji nimareya pirtir, hesabên orispîyan yên Instagram û Twitterê tên nivîsîn.

*Bi dehan hevalên min ên ku ku bi salan nikaribûn bigotana ''tuwalet'' hebûn; ku ji bav û mamosteyên xwe sîle û pehîn dixwarin jî zimanê wan diçû ser ''tulawet''ê.

*Li hin cîhan gava meriv here mîvandarîyê, heqê tuwaletê carek e. Ku cara duduyan jî tuwalet îcab bike, êdî wexta rabûna ji wê malê hatiye.

6 yorum:

  1. Li Wan e bû ye moda, tek tuwalet be dibêjin "unisex tuwalet" ( aaa lgbti dostu mekaaan unisex tuvalet yapmiiiaaşş )
    Çi eleqa oxlim mêrik ji neyinî tek-tuwalet çekiriye û haya wî ji unisexbûne tune ye :)

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Rast e, bi wê mantiqê li mala bavê me hemîyan tuwaletên yunîseks hene. Nezanîn yek caran bêhemdî xwe nazenînîyan çêdike belkî.

      Sil
    2. Tiwalet di jiyana mirov de deverk ewqas giring e nizam çima navê wê xistine edebxane û nizamçi. Cihê ku mirov bi tena serê xee dimêne ew der yaw ewqas qutsal mekan 😅😅

      Sil
    3. Dibe ku di salêm pêş me de fikra grup tuwalet çêbe û bi pêşde here, wê çaxê wê bimire tenêtîya efsunî ya li tuwaletê :)

      Sil
  2. Di dema xortaniyê de hevalên min ên dibistanê di teharetên mizgefta nêzîkî mektebê de bi xwe xweş dianîn. Ev hatin bîra min.

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Mekteba min jî li ber mizgeftê bû, Suruç Anadolu Lisesî. Xwendevanan carê darbest ji mizgeftê dizîbûn anîbûn mektebê, ew hat bîra min bi vê şiroveyê re..

      Sil

Related Posts with Thumbnails