24 Haziran 2018 Pazar

Bîst û Neh

Perxudres
Riha - Hezîran 2018
Êdî dibim 29.

Di bawerîyê de hema bêje deîstim, eger ji fikra siyasî were hesibandin neteweperest im, karê min rojnamevanî ye, blog hobîya min e û meraqa min li ser teorîya fotografê ye.

Hisretîya zikê min dîplomayekê zanîngehekê ye ku min nestand nebir raberî dê û bavê xwe nekir.

Ti xeyalên min tune ne.

Di salên pêşî yên 20'an de tesîra Albert Camus hebû li ser min, ber bi talîyê re Mark Sykes ne îşê îşan ez bi bandora xwe xistim.

Li Dîyarbekirê dimînim û di navbera Sûr û Ofîsê de çerx dibim tim; bi min wer tê ku nikarim li bajarekî din bijîm.

Risteya ku herî zêde jê hez dikim ji nemir Arjen Arî ''ewro vebe li me, ezmano vebe'' ye û strana ku herî zêde zewqê dide min ji dengê Kerem Sevinç, ''Poşman'' e.

Yek ji problemên min ên ku ez dixwazim wextekî pêşde hal bikim, xelasîya xwarinên ji derve ye.

Dixwazim karîkaturan çêkim, bala xwe zêdetir bidim ser rojnivîskên xwe û otosansurê hinekî din bişkînim.

Heyat e ew, her tişt dibe lê dixwazim ku saleke bê teşxele be. 

7 yorum:

  1. Delalo, her bi me ra bî...

    YanıtlaSil
  2. Te çima diplome nestand, an tê bistîne temenê hê biçûk e?

    YanıtlaSil
  3. 29 saliya te pîroz be!
    29 sal ji bo serketinên mezin temenekî îdîal e, di vî umrî da meriv hedef û îdîalên mezin dide ber xwe, meriv bêtirs e, nemir e.
    Xwedê daye te, haya te jê tuneye. Bira ez di umrê/temenê te da bûma te yê bidîta min çi dikir !
    Çaxa ez di umrê te da bûm min çar dewletên dagirker têk dibirin û Kurdistan ava dikir. Min Amerîka, memerîka qurişekî xwe di kesî nedida, min digot salê tê emê Newroza xwe li Kurdistaneke azad, sosyalîst û yekbûyî pîroz bikin.
    Nuha jî em bûne xebatkar û şervanên Tirkiyê û welatê mişterek....
    Xortên nuha tirsonek in, newêrin van hedefan deynin ber xwe.
    Xeyal be jî dibê meriv xwedî xeyalên mezin be.
    Xeyalên me, hedefên me li gorî 40 sal berê malkambax in !
    Em ji ku hatin ku û nuha çi dixwazin û li çi hesilîn?
    Ax dinyayê, ax dinyayê, çima te li me wiha kir, te mala me pir pîs xera kir !

    YanıtlaSil
    Yanıtlar
    1. Apo, te wer bi dilekî şewat nivîsîye ku şeytan dibê rabe Kurdistanekê ava ke, navê bajarekî nû jî bike ''Blogzinar'' Bi Xwedê, wê bi mîlyonan turîst tenê ji bo navê wê werin.

      Tu yî li kû yî?

      Ez î li Blogzinarê me, siba vedigerim..

      Elllllllê, ne navê Diyarbekirê xweş tê bi min ewqas ne jî navê Sirûcê.

      Sil
  4. Mala te ava Emer. Tiştê di destê me da maye nostaljî ye... Ne nostaljî be kalîtî nayê kişandin...❤️🌹😁

    YanıtlaSil

Related Posts with Thumbnails